Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê bang tevahî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir ku ji bo parastina Rojava tevlî seferberiyê bibin û rûmeta xwe biparêzin.
Derbarê planên dewletan li Rojhilata Navîn, rewş û berxwedana Rojava û banga seferberiyê li Rojava,
Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê berisva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Çi proje li Rojhilata Navîn hene, herwiha rewşa Kurdan di nav de çawa ye?
Destpêkê ez silaveke gerim ji her çar parçeyên Kurdistanê, berî her tiştî şervanan û hemû kesên di seferberiya hatiye ragihandin de tevlî dibin, dişînim. Çima Kurd? Ji ber di Rojhilata Navîn de proje hene, her kes dixwaze projeya xwe bide pêş, projeya Kurdan jî hebû, lê cûda bû ji van projeyên din. Projeya Kurdan ku her kes hevbeş bi hev re jiyan bikin, kes kesî qir neke. Lê projeya Tirkan hebû ku dîsa mijara netewa xwe ya Osmanî, yan jî koletiya van pêkhateyên din di bin baskê xwe de bicî bîne. Projeya Îran jî ku bi navê mislimatiyê û Şîa dixwest serweriya xwe li ser herêmê giştî bikin, berê digotin; Heyva Şîa heta bi wan re gihaşt ku destê xwe deyînin ser giştî û eşekere jî digotin; çar paytextên ereban di bin kontirola me de ne wekî Bexda, Beyrût, Şam û Yemen. Lê niha projeya wan şikest, pişt wan derbeyên xwarin baskê Îran di Sûrî, Lubanan û Yemen de hat jêkirin û niha tenê bi xwe mijûle ku çawa xwe xelas bike. Îsraîl û hevalên wê li aliyekî, Tirk û hevalên wê li aliyekî din, her kes dixwaze projeya xwe bide pêş. Li vir netewa Kurd di ortê de ye, Kurd jî her kes fêm kiriye. Herwiha ji bo Rojhilala Navîn ku 4 dewletên sereke tê de hene Sûrî, Îraq, Tirkî û Îran, di van 4 dewletan de jî Kurd beşê sereken e, beyî Kurdan wê nebe.
Mixabin Tirkan fêm kiriye ku hebûna Kurdan tunebûna wan e, wan fêm nekiriye ew jî em jî dikarin jiyan bikin, ji vê ew li tunbûna Kurdan digerin, ev jî li ser erdê îro tê xuyankirin çiqasî dixwazin ku Kurdan tune bikin. Lewma wan hemû şêwaz bikaranîn ji bo tunebûna Kurdan, lê bi dest wan neket. Îro jî di nava van guhertinên ku di Sûriyê de bûn, Tirkan dîs rola xwe xurt kir û biser ket ku karîbû destê xwe deyîne ser paytexta Sûriyê û cihê biryarê bixe bin kontirola xwe. Herwiha çi danûstendinên di navbera Kurdan, Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyê de bicî bê û çi îmze bibe ku sûd be ji Kurdan re, Tirk mudaxele kiriye û xwestiye hemû danûstendinan têk bibe, ji ber projeya di serê wan de tunekirina Kurdan e, ji bo wê Tirk şer dixwazin.
Gelo wê Kurd heya çi radeyê karibin parastina hebûna xwe di Rojavayê Kurdistanê Sûriyê de bikin û wê mafê wan pêk bê, yan jî wê zextek dîsa bê kirin ku tiştan ji dest xwe bidin?
Mijara tişt ji destê Kurdên li Sûriyê bên berdan gihaştiye asta dawî, asta ku veger nema jê heye, parastina gelê Kurd e. Mijar nema mijara Dêr Hafir, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ye ku ew li xwe qebûl dikin, xiyanet bikeve mijarê de û kesan xwe firot, istixbaratê dewleta Tirk hatin bikaranîn û şikenandin di wir de çêbûn. Ev ne mijara serkeftin ji wan na re ye, şer e tu li cihekî dişke û li cihekî biser dikeve. Lê em gihane astekê yan wê ev rêkeftinên ku aniha bibin bi rengê wan tev çiqasî kêm bin jî, ji ber tiştê Xweseriya Demokrat û Kurdan bedelên ku dan cîhanê, ew jî bi vî rengê nebaş qirêj li me vegerandin ku DAIŞ dîsa vegerandin wek berê, ala DAIŞ li ser Reqayê dîsa bilind kirin û gotin va paytexta me li me vegeriya. Li paş vê veger zêdî wê nemaye. Di qedera demeke kurt de tişt tên guhertin weke ev lihevkirina ku bû, piştî lihevkirina hikumeta Colanî û Îsarîl bi serkêşiya dewleta Tirk û li ser lihevkirinên li Parîsê rawestiya bûn, peştî wê ev êrişên niha pêk hatin. Çiqas lihevkirin hebûn ku pêwîst bû bihata îmzekirin, lê dîsa bi zexta Tirkan nedihişt Colanî îmze bike, taybet ê bi nav Wezîrê Karê Derve Şêbanî wî dixwest xera bike, eşkere ev zilamê Tirka ye. Lê îro tişt di kêliyan de tên guhertin, hemû dîmen belgekirîne ku çawa qirkirin û kuştinê dikin, eşkere hemû DAIŞ in. Li hemberî vê jî dîsa hevalên Kurdan li cîhanê belavbûyî pirin, li Amerîka, Fransa, Almanya, di asta gel de be yan jî di asta sînatoran, perlemanî, hikumet û serokê hikumeta bin, piştgiriya me pir heye. Niha jî tenê du vebijêrk hene yan ew ê qebûl bikin, yan em li ber xwe bidin, ji bo berxwedan jî hewce nake kes şîreta li me bike, ji ber ev gel ne ê şîreta ye, gelekî berxwedêre. Ez hatim Rojava min digot ez hinekî moral bidin gelê xwe, lê xuya kir ez şaş bûm, ez moral ji wan digirin. Ez şikestî hatibûm Rojava, lê îro ez di hundirê Rojava de pir geşim.
Tu berxwedana gelê Kurd li ser asta Kurdistanî çawa dinirxîne?
Niha em gihaştine astekê ku em bêçare ne biryarên kêm zirar bistînin. Tu biryara teslîmbûn bide, tu zane tê tune bibe, ji xwe biryara teslîmiyetê jî li cem Kurdan tune ye, ji ber me di dîroka Kurdan de û ji ferhenga zimanê xwe jî ev gotin rakiriye, hem şervan hem siyastmedar. Vebijêrk li pêşiya me ne, hun qebûl dikin ev tiştê herî kêm bighê me, mijara cih û warê Kurdan em biparêzin ku ev çete derbas nebin. Derbasbûna van çeteyan ne gerek bêjin wê çawa bibe her tişt zelal û berbiçave, derheqê Siwêda û Beravê de çikirin, eyîn tişt li vir jî bi deh taq wê bi serê me bê. Ji ber dema êrişî van deveran kirin gef li me dixwarin. Lê em tu carî weke wan nahizirin, em tu carî ne şerxwaz bûn, em tim xêrxwaz bû, lê em ji mafê xwe jî venager in.
Rojavayê Kudistanê bû xeta parastina hemû parçeyên Kurdistanê, ji bo wê ger dema agirbestê bidawî bibe û berxwedanî berdewam bike, wê gelê Kurdistanê û yên li derve çi rolê bilîzin di serkeftina Rojavayê Kurdsitanê de?
Tecrûbe di vê de heye, şerê Kobanê ku çiqase Kurdên ji derve diyaspora alîkar bûn, bi meş û çalakiyên ku lidar dixistin cîhan hemû bi êşa me agehdar kirin û hiştin cîhan bikeve nava tevgerê de. Îro jî eyîn çîrok dûbare dike Kobanê di çeperê de ye, dixwazin dîsa wê tune bikin, ew wek kelemek di mejiyê Tirkan de ye ku li Kobanê ew şikestin, projeyên wan a DAIŞ ku berê wan dabû Kurdan şikenandin. Niha jî gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê li ser piya ne. Ji ber Kurdan fêm kiriye Rojava ne tenê Rojava ye, tunebûna Rojava tunebûna her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber heger Rojava bikeve wê Başûr bikeve, Bakur winda bibe, Rojhilat jî berê cîhanê hemû çavê xwe li ser êşa wan girtiye. Başûrê Kurdistanê jî ev mijar baş fêm kiriye û li gorî wê gavan diavêje, ragihandina Başûr jî pir alîkar bû. Ji bo wê ez di rêya Rojnameya Ronahî de dixwazim spasiyeke mezin bighînim wan, lê pêwîst e hîn ji vê xurtir bin. Li kêlek vê çalakiyên Kurdan li diyaspora berdewam e, li Fransa ser piyan e, Parîsê nahêlin razên, li hemû deveran bi vî rengî gelê Kurd rabûne, ev yek jî divê berdewam be. Bangeke jî ji wan re ku kesên karibin xwe bighên Rojavayê Kurdistan tevlî parastina xakê û gel bibe, pêwîst e werin, yên li wir jî bi hemû hewldanên xwe dengê gelê derxînin ku ev gel ber bi qirkirinê ve dire. Li hemberî her tiştî jî ez di wê baweriyê de me serkeftin a me ye.
Di aliyê dîplomasî de em ê çawa bandorekê bikin û dorpêçê li ser Kobanê rakin herwiha alîkariya Kurdan di Rojavayê Kurdistanê de bibe?
Kurdan di van 10 salên dawiyê de dest bi karê dîplomasî kiriye, ji ber berê siyaseta me navxweyî bû ne siyasetek cîhanî bû ku em danûstendinê bi xelkê re bikin, ragihandina me ji bo me bû. Lê dijminê me, yek jê dewleta Tirk werîsê Osmaniya 400 sal e, irsekî wî yê diplomasî 500 sal heye, ew her tiştî li dijî me bikar tîne. Lê îro roj siyaset û dîplomasiya cîhanî bi lobiyata tê meşandin, lobiyê te hebin wê ji te re kar bikin, lobiyê te tune bin, ji xwe tê tune be, ev lobiyat jî eşkere ye û bi peran kar dikin. Xweseriya demoratk jî divê balê bikşîne li ser vê mijarê û bi rengekî lezgîn bi lobiyên Amerîkî û Fransî re di nava têkiliyan de be, ji ber îro em hewceyî hemû dengî ne. Ji ber lobiyat diçin cihê biryarê, ew bi fermî kar dikin û piştgiriyê dikin, piştgiriya me jî çi ye ku em vî gelî ji qirkirinê rizgar bikin.
Çi cûdabûna êrişên roja îro ji êrişên DAIŞ’ê ne?
Tu cûdabûn tine, tenê nav hatiye guhertin. Kes ew kes in. Projeyên wan hene, ji wan re ne derde çiqas sivîl koçber bibin û bên kuştin jî, ya girîng projeyên wan pêk bên.
Bang û daxwaziya te çi ye?
Banga min tenê ji gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê re ye ku yên karibin werin tevlî seferberiyê bibin bên, ji ber dema rûmetê ye. Di heman demê de hat xuyakirin ê te biparêze û li pişta te be, gelê te ye. Lewma pêwîst e gelê me li ser piya bin û çalakiyên xwe berdewam bikin û dengê Kurdan bighînin hemû cîhanê.






