Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava jin li qadan e

28/01/2026
in JIN
A A
Ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava jin li qadan e
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê dest pê kir, seferberiya ku hatiye îlankirin jî bi beşdarî û pêşengtiya jinê geş dibe. Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif diyar kir ku jinan pêşengtiya Şoreşa Rojava kir, niha jî dîlana azadiyê li dar e û ew ê hemû tevlî vê dîlanê dibin.

Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê û bi pêşengtiya jinê bû, dîrok dîsa xwe dubare dike di vê şerê ku li Rojava tê jiyan kirin de tevahî jin ji 7 salî haya 70’ê salî ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava di nava seferberiyê de ne. Wê dîsa careke din di pelên dîrokê de were nivîsandin ku ev berxwedaniya li Rojava wê bi Şoreşa Rojava a duyemîn ku bi pêşengtî û keziya jin biserbikeve.

Zihniyeta hikumete demkî û zihniyeta DAIŞ’ê yeke

Çeteyên hikumeta demkî ya girêdayî dewleta Tirk hovîtî, dijminatiya wê ji gelê Kurda re û neqebûlkirina vîna jinên azad di 6’ê Çile de li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê xuya kir. Bi awayekî hovane êrişê sivîlan kirin, herwiha hertim vîn û hêza jinê armanc digirtin. Zihniyeta ku hikumeta demkî dimeşîne ji zihniyeta DAIŞ’ê ne cûda ye. Ji ber êrişên zêde û dijmirovî li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Meclîsa giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferberî îlankirin. Tevahî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina taxa xwe ketin nava seferberiyê. Di nava vê seferberiyê de jin, jinên ciwan û jinên bi temen mezin li kêleka hêza xwe sekinîn û tevlî seferberiyê bûn. Jin di kîjan qadê de be bila bibe wê hertim pêşengtiyê bike.

Dewleta tirk yekser şerê li ser Rojava dide meşandin

Piştî şerê li Şêxmeqsûd û Eşrfiyê çeteyên hikumeta demkî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dest bi êrişan kirin û xwastin aramiya herêmê têk bibin. Bi alîkarî û pilanekî navnetewî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di van erîşan de ne tenê hikûmeta demikî cihê xwe digirt, lê belê dewleta Tirk û hêzên navnetewî jî hebûn. Di vî şerî de îxanet ji aliyê hin êlên Ereban ve jî hate kirin, zindanên DAIŞ’yan ên ku bi salaye QSD’ê parastina wan dike hatin vekirin û şaneyên razayî jî ketin nava tiv û tevgerê. Di vê derê de rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete nava xeteriyeke mezin.

Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18’ê Çile de li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê seferberî îlankirin. Tevahî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 7 salî heya 70’ê salî ji bo parastina axa xwe û destkeftiyên Şoreşa Rojava ketin nava tevgerê û seferberî îlankirin. Herwiha çawa ku Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê dest pê kir, seferberiya ku hatiye îlankirin bi beşdarî û pêşengtiya jinê dest pê kir.

Şoreşa Rojava bi jinê destpêkir û wê serkeftin jî bi pêşengtiya jinê pêkwere

Ji destpêka banga Rêveberiya Xweser ji bo seferberiyê tevahî jinên Kurd yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketin nava tevgerê, bi daxuyanî û çalakiyan jinên berxwedêr tevlîbûna xwe ji seferberiyê re îlankirin. Çawa ku şoreşa Rojava bû şoreşa jinê û bi pêşengtiya jinê dest pê ki seferberî jî wê bi pêşengtî û israra jinê bi ser bikeve. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû jinên ku tevlî seferberiyê bûn çek rakirin û gotin ji bo parastina welatê xwe em hertim amadene û emê şer bikin. Jinên ciwan heya jinên bi temen mezin ji bo parastina axa xwe û peydakirina ewlehiyê bi şev û roj di nava kolanan de ne û parastina axa xwe dikin.

Çar parçeyên Kurdistanê û dewletên Ewropî ketin nava seferberiyê

Herwiha ne tenê jinên Kurd yên li Rojava ketin tevgerê û seferberî îlankirin, di heman demê de jinên Bakurê Kurdistanê, Başûr, Rojhilat û Ewropa jî ketin nava tevgerê bi çalakî û meşên xwe ji bo piştgiriya Rojava seferberî îlankirin. Li seranserî cîhanî ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin û di nava van çalakiyan de jin roleke sereke û mezin dilîzin. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif ji Rojnameya me re axivî.  

‘Dîlana azadiyê li dare û em hemû tevlî vê dîlanê dibin’

  Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif diyar kir ku ev seferberiya hatiye îlankirin ji bo em bikaribin destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin, û nehêlin dagirker derbasê axa me bibin û wiha got: “Armanca dijmin ew e, ku li ser gelê Kurd komkujiyan pêkbîne û destkeftiyên wî ji holê rake. Hişmendiya wan hişmendiya desthilatdare, ji bo vê jî ev şoreşa ku 14 sal in ku me destpêkiriye bi keda jinê bûye qada jina azad, lê niha ev şoreş di nava xeteriyeke mezin de ye, dema ku em dibêjin seferberî divê herkes li vîn, hebûn û îradeya xwe xwedî derkeve. Dîsa jî çawa ku jinê pêşengtiya Şoreşa Rojava kir, wê pêşengtiya vê seferberiyê jî bike. ji ber ku jin wê xwedî li nirxên şoreşê, ked, berdêlê bi hezarên şehîdê jin kirine oxira vê şoreşê derbikeve û em soza vê yekê didin û dem demeke dîrokî ye, dîsa jî di pelê dîroka gelê Kurd de wê ev destana berxwedaniyê were nivîsandin. Bi vê baweriyê em hemû jinên Rojavayê Kurdistanê ku ji kêliya destpêkê ve tevlî vê seferberiyê bûne silav dikin û wê têkoşîna me berdewam bike, dîlana azadiyê li dar e, û geleke em hemû tevlî vê dîlanê bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.