Esma Mistefa
Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê diyar kirin ku Rojava xeta wan a sor e û wiha gotin, “Em neheqiya li ser gelê me yê Rojava qebûl nakin û ger ji destê me were em ê çeka xwe rakin û berê xwe bidin Rojava, em naletê li Hakan Fîdan û bazarên wan yên qirêj tînin.”
Ji bo piştgiriya Rojava li seranserî cîhanî gelê Kurd û yên welatparêz daketin qadan û bi yek dengî piştgiriya xwe ji gelê herêmê û şermezarkirina êrişên ku li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava ya 14 salan hate kirin. Ev yek bi hemawextî destpêkirina êrişên li ser her du taxên Kurdan yên Helebê di 6’ê heyvê re dest pê kir.
Li Bakurê Kurdistanê gelek çalakiyên girseyî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin û bi hezaran li hemû bajar û navçeyan gel rabû ser piyan. Ev yek jî yekgirtin û yekhelwesta gelê Kurd derxist holê. Li ser vî bingehî Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê jî dengê xwe di vê serhildana gel de bilind kirin û daketin meydanan. Derbarê helwest û piştgiriya Dayikên Aşyiyê li Bakurê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kudistanê şermezarkirina êrişên ku tên kirin dayika Efîfe Qartal û yadê Qudret Elyilmaz ji Rojnameya me re axivîn.
‘Em ji bo Rojava li ser piyan e’

Yadê Efîfe wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em silavên xwe ji vir heyanî axa Rojava rêdikin û em bi dil û can bi berxwedaniya gelê me yên li wir re ne. Berxwedana ku îro li wê derê tê raberkirin, berxwedanekî pîroz e ku bi sala ye li Rojava di oxira serkeftinê de, bedelên giran dide. Her çiqas ev komên xayîn û çete hewil bidin axa Rojava dagirbikin, lê wê nikaribin ji ber ku di wir de bi hezran şervanên me hene, xwîna pîroz hatiye dayîn, Rojava ne tenê ji gelê Rojava, ji bo hemû gelê Kurdistanê têkoşîn kiriye û dike.
Em li Bakurê Kurdistanê dilê me bi ser gel û şervanên me yên li Rojava ye. Em ji bo ku piştgiriya xwe raber bikin û dengê xwe bi wan re bikin yek, her çi ji me bê xwestin em ê bikin. Ji ber wê yekê gelek çalakiyên me li vir hatin çêkirin û em zêdeyî 300 û pêncî dayikan çûn Enqereyê û me muxatebê Hakan Fîdan kir û me got ka derkeve, du gotinên me hene em dixwazin ji te re bêjin. Ji ber wê yekê niha jî çalakiyên me ji bo gel û perçeya ji dilê me Rojava berdewam dikin. Em dengê xwe bi denê gelê me yê wir re dikin yek û wê tu carî dijminê gelê Kurd bi ser nekeve.”
‘Dewleta Tirk di nava xwîna Kurdan de fetisî ye’
Yadê Efîfe di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hovîtiya wan çeteyan bê sînor e û wiha got: “Komên çeteyan bê dil û wîjdan nêzî gelê Kurd dibin, hovîtiya wan çeteyan bê sînor e. Me dît ku çawa di Helebê de di taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de termê şervana me ya pîroz ji jor de avêtin erdê. Ev bê exlagî û bê rêzjiya mejî û dilê wan yê li hember jin û gelê Kurd dide nîşandan. Em wan çeteyan hezar carî lanet dikin. Dewleta Tirk jî yek ser destê wê di van sûc û kiryarên ku li Rojava tên kirin de heye, dewleta Tirkiyê di nava xwîna Kurdan de fetisî ye.”
Yadê Efîfe bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Heyanî ji destê me tê em ê gelê xwe yê Rojava biparêzin; îro roj roja serhildan û berxwedanê ye, ne roja ku em xwe bixin hundiran û bitirsin. Xwîna hemû şervanên me li ku dibin bila bibin, xwîna zarokên me ne. Em bi piştgiriya xwe divê xwedî li wê berxwedaniyê derkevin. Ger ji destê me bê em ê çeka xwe rakin û bên bi gelê xwe yê Rojava re tevlî berxwedanê bibin.”
‘Rojava bingeha avakirina demukrasî û azadiyê ye’

Herwiha yadê Qudret derbarê piştgiriya berxwedana Rojava de wiha bilêv kir: “Li ser ew axa pîroz a ku bi xwîna zarokên me hatiya avdan, têkoşîna ji bo hemû perçeyên Kurdistanê tê kirin. Ev têkoşîna 14 salan ne tenê ji bo Rojava ye di heman demê de ji bo hemû Kurdistanê ye. Rojava bingeha avakirina Kurdistaneke serbixwe, bi ked û vîna Şehîdan daniye. Ji ber vê yekê em ê heyanî dawiyê û çi ji destê me were ji bo parastin û piştgiriya wê axa pîroz, wan şervanên YPJ û QSD’ê bikin.”
Yadê Qudret bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi hêviya aştiyê kar û têkoşîn dikin, lê belê dema ku kesek aştiyê fam neke weke van komên çete û dijminê gelê Kurd, wê demê şervanên me jî mecbûr in ku bi çek parastina xwe bikin. Ji ber wê şerê ku niha li ser xaka Rojava tê kirin şerekî bê heq û ne rewa ye, gelê wê derê li ser axa xwe jiyan dikin, ev yek mafê me ye, ji hezaran salan ve ev ax ya Kurd û Kurdistanê ye tu mafê kesî nîne ku dest bavêje axa me.”






