Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star li ser asta herêma Cizîrê mîtingek li bajarê Hesekê lidar xist

27/01/2026
in JIN
A A
Kongra Star li ser asta herêma Cizîrê mîtingek li bajarê Hesekê lidar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/ Hesekê

 Bi pêşengiya Kongra Star li ser asta Cizîrê li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê  Hesekê mîtingek girseyî bi armanca rawestandina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanê, bidawîkirina komkujiyan û qirkirina li ser gelê Kurd,  hat lidarxistin.

 Kongra Star û tevgerên jin li ser asta Cizîrê li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê mîtingek girseyî bi armanca rawestandina êrişên ku ji 6′ Çileyê ve li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hat destpêkirin û pêre heya roja îro li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, lidar xist. Jinan di mîtingê de bang kirin ku şer bê rawestandin û bidawî bibe, komkujî pêk neyên û qirkirina gelê Kurd neyê kirin.

Di destpêka mîtingê de hemû jin deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê rawestiyan. Piştre li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên axivî.

Jiyan Hisên di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku ew silogana ku wan pê dest pê kiriye “Berxwedan Jiyane” wê ev silogan her bimîne û wiha got: “Ji Cizîra serhildêr heya Kobana berxwedêr em silavên xwe pêşkêşî gelê xwe, bi taybet gelê Kobanê ku heya vê kêliyê bê navber têkoşîn dike, dikin. Herwiha em di şexsê şehîd Salîhe ku yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û endama Koordînasyona Kongra Star e ku îro salvegera şehadeta wê ye, di heman demê de di şexsê şehîd Denîz Heleb û Arîn Mîrkan em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Niha ji 6’ Çileya 2026’an ve heya roja îro bê navber, komployeke navnetewî derheqê gelê Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Lê gelê Rojavayê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê bi şervan, gel, ciwan, jin û zarokê xwe, êdî her kes ev komplo nas kir ku ev komplo ya navnetewî û heman wextê herêmî ye. Lê îro roj gel û şervanên me di eynî mewziyê de ne, ji bo wê em ê karibin vê komployê vala derbixin. Ya din em dibînin çawa êrişî Kobanê dikin, dîroka tu kesî nayê jibîrkirin ku Kobanê 2014’an li beramberî hêzeke tarî, bû keleha berxwedanê û DAIŞ’ têk bir, lewra ev hêzên terorist ku HTS’ê û dewleta Tirk wê birêve dibe dixwazin tola DAIŞ li Kobanê rake, lewma êrişeke pir dijwar û dorpêçeke giran li ser gelê me yê Kobanê dide meşandin. Lê gelê Kobanê di salvegera rizgarkirina Kobanê de, dîsa ew mesaj dan û gotin; “Em hene û em ê hebin, nahêlin Kobanê bikeve û nahêlin tarîtiya DAIŞ’ê dîsa bikeve Kobanê.” Ji bo wê têkoşîna me wê her berdewam be.”

Mîting bi gerandina dîlanê û qîrkirina siloganên “Bijî yekîtiya gelê Kurd” “Bijî berxwedana Kobanê” “Jin, Jiyan, Azadî” “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê hat bidawîkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.