Nesrîn Kobanê
Rojava çawa bû Rojava? Rojava çawa bû navê herêmeke ku bêyî li ser nexşeya cîhanî bê nîşandan li tevahiya cîhanê bê naskirin? Rojava bi navê Kobanê re çawa bû peyveke gerdûnî? Wê bersiva van pirsan, berxwedêriya wan rojan bîne bîra me û di çawaniya tekoşîna îro de rêya me ronî bike.
Berya 11 salan bi êrîşa DAIŞ’ê re berxwedana Kobanê kete rojeva cîhanê. DAIŞ’a ku li ser dil û mêjiyê mirovahiyê xofa mirinê çandibû, yekem car li Kobanê li berxwedaniya şervanên Kurd qelibî û bi bin ket. Di berdewamiya du salan de DAIŞ a ku tu artêşên dewletan xwe li hember ranegirtibû, ji aliyê şervanên Kurd ve ji tevahiya Bakûr û rojhilatê Sûriyeyê hate derxistin. Helbet ev berxwedanî bi hêza xwerû destpê kir, bi demê re cesaret da gelên cîhanê û hevgirtineke navnetewî ava kir. Piştre hevgirtina gelan bu sedem ku koalîsyoneke navdewletî jî ava bibe.
Ev 11 sal in li herêmê rêveberiyeke xweser ava bûye. Tevahiya etnîsîte û baweriyên li vê herêmê bi rengê xwe jiyana xwe didomandin. Li herêmên rêveberiya xweser her çiqas kêmasiyên sîstemê hebin jî di nava civakê de aştî û aramî serwer bû. Li ser çandên cihêreng ferzkirineke bi zorê nedihat sepandin. Nûnerên her pêkhateyê di rêveberiyê de cihê xwe girtin û bi îradeya xwe tevlî rêveberiya giştî bûn. Kurdan di xeta netewa demokratik de bi gelên herêmê re pergaleke rêveberiyê ava kirin. Ev pergal, pergaleke rast e û pêwîste jî. Jixwe ev nêzîkatiyeke xwezayî ya sosyolojiya Kurd e. Tevî ku ev 11 sal in Kurd li Sûriyeyê xwedî hêza herî mezin in jî êrîşê kesekî nekirin û kesekî neqewitandin. Li gel vê yekê, hêz dan gelên herêmê û cihêrengiya heyî weke dewlemendî qebûl kirin.
Bi destwerdana hêzên derve, di bin navê HTŞ’ê de komên cîhadîst hatin rêxistinkirin û li Şamê weke hikumeteke demkî hatin bi cîhkirin. Ev hêza çêkirî di warê civakî, siyasî û leşkerî de bê bingeh e lê bi taybetî di herêmê de ji bo planên komploger ên dewletên navnetewî dikare weke hêzeke mîlîtarîst bê bikaranîn. Jixwe di bingeh de armanca hebûna wê jî desthiltdarî ye. Di warê olî de jî li dijberê îslama demokratik, temsîla îslama muaviyeyê dike. Di rastiyê de li ser gelê Ereb jî mêtîngeriyê ferz dike. Niha ev hêz bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşê rojava dikin û hewl didin careke din li herêmê atmosfereke şovenîst ava bikin. Bi vê armancê gelek eşîrên Ereb jî rêxistin kirine. HTŞ’ê ji 18’ê çile û vir ve li Heleb, Tebqa û Reqa gelek komkujiyên hovane pêk anî û rûyê xwe yê DAIŞ’î ji cîhanê re eşkere kir. Helbet li beramberê rastiya diqewime bêdengiya hêzên weke DYE NY û YE’yê ne ecêb e. Ji ber ku ev êrîş di encama hevpeymanên wan ên veşartî de pêk hatine.
Destwerdanên hêzên derve yên li ser Rojhilata Navîn, ji bilî komkujî û wêraniyê tiştekî dîtir nedane gelên herêmê. Em vê yekê ji dîroka dûr û nêz ve dizanin. Ew li derve li ser alozî, nakokî û şerê herêmê dibin xwedî destkeftî. Li herêmê destkeftiya wan a herî mezin jî şerên netewî û mezhebî ne. Di encamê de sedemê ku Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bû hedefa êrîşan jî pêkanîna wê ya paradîgmaya netewa demokratik e. Ji ber ku dema ev paradîgma di meriyetê de be, wê di nava civakê de şerên dijwar dernekevin, wê civak bixwe karibe nakokiyên xwe çareser bike û wê pêdiviya xwe bi destwerdana hêzeke ji derve nebîne. Di dawiya dawî de jî ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê, projeya netewa demokratik alternatîfa herî guncav e. Guncavbûna vê alternatifê di 11 salên derbasbûyî de li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast bûye.
Îro salvegera rizgariya Kobanê ye. Di salvegera 11’mîn de Kobanê dîsa di dorpêça heman hişmendiyê de ye. 11 sal berê şervanên Kurd di pêşengiya jinan de li Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin. Tirs û xofê şikandin û DAIŞ’ê têk birin. Di dil û mêjiyê mirovahiyê de baweriya azadiyê çandin. Hemû azadîxwazên li cîhanê kişandin bajarê Kobanê. Mirovahiya pêşverû li derdora Kobanê xelekek rûmetê hûnand. Hêza ku ava bû, hêza gel bû. Jixwe tenê hêza gel dikare hevgirtina rastîn û pêbawer ava bike. Naxwe ev ne bi piştgiriya koalisyona navdewletî bû; hevgirtina civaka navnetewî koalisyona navdewletî neçarê piştgiriyê kir. Jixwe ev koalîsyon kengê pêwîstî dît, bi bercewendî tevgeriya û ji bo êrîşan rê vekir. Niha jî bi armanca pêşxistina şerekî di navbera Şiî û Sunîyan de rêyên nû vedikin. Ev di 11 salên derbasbûyî de bi awayeke eşkere piştrast bû. Mînakên vê yên herî nêz li Efrîn û serêkaniyê derketin pêşberê me. Helbet ev jî xisleteke xwezayî ya dewletan e. Em nikarin gazincan bikin lê em dikarin wan neçarê guhertin û veguhertinê bikin. Ev jî bi têkoşîn û hevgirtineke bênavber pêkan e.
Di 11 salên derbasbûyî de rûhê kobanê li cîhanê belav bû. Hemû tevger û lêgerînvanên azadîxwaz felsefeya jin jiyan azadî nas kirin û pejirandin. Îro ger ku li ser Kobanê êrîş heye, ev êrîş li ser vê felsefeya azadiyê ye. Di şerê ku niha pêk tê de bi taybetî êrîşê beden û rûmeta jinê dikin. Armanca wan şikandina jinê ye. Ji ber dizanin ku jin neşkê, civak naşkê. Jin ruh û giyana civakê ye. Mirovahî vê rastiyê dizane û ji bo parastina vê felsefeyê, wê dîsa bi awayekî bê hempa têbikoşe û bi serbikeve. Jixwe serkeftin ji niha ve di sekna gelê Kurd û gelên cîhanê de xwe nîşan dide. Bi taybetî dibe ku di dîrokê de yekem car di vê astê de hevgirtina netewî ya gelê Kurd pêk tê. Ji roja destpêka êrîşan û heta niha tevî seqema zivistanê jî li her aliyê welat ji heft heta heftê salî gelê Kurd li ser piyan e. Yek helwestiya gelê Kurd vê rastiyê rave dike: Yekbûn me digihîne xwebûnê, xwebûn me digihîne hebûnê, hebûn jî me digihîne azadiyê.






