Solîn Mihemed/ Qamişlo
Hevseroka Desteya Jinê ya kantona Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku kiryar û êrîşên çeteyan bi taybet bi armanca kuştin û şikandina jinê ye û got, ‘Pêwiste civaka navnetewî li hemberî van kiriyaran parastina mafê jinan piştrast bike.’
Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hat destpêkirin. Herwiha jinê pêşengtiya şoreşê kir û di gelek qadên mîna Aborî, siyasî, leşkerî, civakî û hwd de cihê xwe girt. Li gel vê yekê gelek destkeftî jî bi dest xistin. Hertim dijmin dixwaze ku van destkeftiyên jin têk bibe. Herwiha li beramberî van êriş û tundiyan, em dibînin ku şervanên me yên jin bi berxwedaniyeke mezin û bi moralekî bilind di hemû çeperên şer de li ber xwe didin. Di derbarê mijarê de hevseroka Desteya Jinê ya kantona Cizîrê Rohat Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Şervanên jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve bûne hedefên taybet’
Rohat diyar kir ku şervanên jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve bûne hedefên taybet û wiha got: “Şoreşa Rojava, bi navê şoreşa jinê hate nasîn. Em niha dibînin ku şervanên jin bûne hedefên taybet ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve. Ji ber ku bi rola pêşengtiya jinê, li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî hatin bidestxistin. Lê belê hertim dijmin dixwaze ku van destkeftiyan têk bibe. Li beramberê van êriş û tundiyan, em dibînin ku şervanên me yên jin bi hemû awayan bi berxwedaniyeke mezin û bi moralekî bilind di hemû çeperên şer de li ber xwe didin. Şervanên jin di dîrokê de berxwedaniya xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin. Her şervanek jin bi berxwedanî û lehengiya xwe destan nivîsandin û bi rojane li hemberî dijmin têkoşîna xwe didomînin. Hedef û armanca şervanên jin wekheviya zayendî, civakeke demokrat û azad e.”
“Kiryar û binpêkirinên çeteyan bi teybet bi armanca kuştin û şikandina jinê ye”
Rohat Xelîl anî ziman ku kiryar û binpêkirinên çeteyan bi teybet kuştin û şikandina jinê ye û wiha berdewam kir: “Kiriyarên çeteyan tenê bi armanca kuştin û şikandina jinê ye. Herwiha ev çete bi rêbazên tecawiz, têkbirina rûmetê û işkenceyê tevdigerin. Bi van rêbazan armanca wan ew e ku hem îradeya jinê bişkînin hem jî di nava civakê de tirs û xofê ava bikin. Jixwe her cihê ku şer lê diqewimî û çeteyan êrîş kir, me dît ku şervanên me yên jin bi tayîbet bûn hedefên tundiyê û nêzîkatiyên dûrî mirovahiyê. Çeteyan di vî şerî de tevahiya exlaqê şer binpêkirin û bi tundiyeke dijmirovî êrîşê hebûna jinê kirin.”
‘Li hemberî van kiriyaran pêwiste civaka navnetewî parastina mafê jinan piştrast bike’
Rohat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kiriyarên çeteyan ên li hemberî şervanên jin û wiha got: “Li hemberî van êrişan ti carî moralê jinan nakeve û li dijberê her bûyereke bi êş ji bo tolhildanê tevlîbûn û sozdayîna jinan zêdetir dibe. Ji aliyê çeteyan ve avêtina erdê ya bedena şehîd Denîz û jêkirina keziya şervana me, wê ji bo nivşên nû bibe naskirina rastiya dijmin û hinceta tolhildanê. Ji bo astengkirina kiriyarên çeteyan, pêwiste civaka navnetewî bi awayekî rast û berfireh tewanên çeteyan tomar bike, bersiv bide û parastina mafê jinan piştrast bike. Jinên ku di şer de li ber xwe didin, di şert û mercên zehmet de derbas dibin û ji bo parastina rûmeta xwe û mirovahiyê xwe feda dikin, divê her dem werin parastin û bi awayekî rêzdar werin nasandin.






