Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo qutkirina Keziya jin tê çi wateyê?

25/01/2026
in JIN
A A
Gelo qutkirina Keziya jin tê çi wateyê?
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Di şer de jêkirina porê jin jêbirina hêz û hedefgirtina berxwedanê ye. Bûyera ku rûdaye nîşan dide ku por dikare bi tenê xwe zimanekî siyasî be. Ew nêzîkatî nebû têkbirin, bû ala berxwedanê ku li çar aliyên cîhanê hat hildan.

Çeteyekî HTŞ’ê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê di 17‘ê Çile de şervaneke YPJ’ê şehîd dixe û piştre keziya wê yê hûnandî jê dike. Dîmenê vê hovîtiya xwe jî parve kiribû. Li ser torên medya dîjîtal li dijî vê yekê bertekên tund çêbûn û li seranserî cîhanê bi pêşengtiya jina Kurd kampanyayek hûnandina keziyan hate destpêkirin. Sazî û dezgehên jinan, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û tevahiya jinên Kurd tev li vê çalakiyê bûn.

Jêkirina keziya şervanek Kurd ji aliyê çeteyek girêdayî HTŞ’ê-DAIŞ’ê ve ne tenê kirineke zordarî ye li dijî yek jinê bû. Ev bûyer bi xwe re peyameke siyasî anî û jinên Kurd xist tevgerê. Êriş li ser nasnameya jinên Kurd, şerefa civakî û azadiya jinan bû. Ji ber vê yekê, berteka tund a civakî derkete holê. Ev bertek ne tenê bersivek bi hestiyarî bû; ev bersiveke siyasî û çandî ye li dijî hovan e.

Qutkirina keziya jin tê çi wateyê?

Dîrok nîşan dide ku por her dem qadeke şert û şer bûye. Di şertên cuda de, dewletên otorîter, hêzên kolonyal û çeteyên hov jêkirina por wekî amûra dijminahiyê bikar anîne. Peyama vê kirinê her dem wiha ye: “Tu ne xwedî laş û nasnameya xwe yî’’. Di dîroka kevnar a mirovahiyê de, por ango kezî bi tenê tiştê xweşikiyê nîn e. Ew her dem bi hêz, statû, şeref û kontrola bedenê ve girêdayî bûye. Ji Mezopotamyayê heta Roma kevnar, jêkirina por wekî cezayek siyasî û civakî hatiye bikaranîn.

Di çanda Kurdan de pora jin û kezî tê çi wateyê?

Di çanda Kurdî de, pora jin semboleke ku ji nirxa xwe ya estetîkî derbas dibe, û wateyên olî, civakî û exlaqî yên ku di dîrokê de kokên wan kûr in hildigire. Ew ne tenê şêwazek porê jinan e, lê semboleke çandî ya dewlemend û watedar e. Di wê porî de têgehên pîrozî, rûmet, berxwedan û nasnameya kolektîf li hev dicivin.

Di bîra olî ya Kurdan de, çêkirina ke zî bi sedsalan ve girêdayî ye. Kurd, bi taybetî di rewşên windahî û şînê de, kevneşopiyeke wan heye ku porê xwe birîn wekî sembolîk a lavakirinê ji Xweda, daxaza vegera kesên wan yên dur ku bê agahî ne an jî rihetbûna ji xemgîniyê dikin. Di vir de por wekî beşek dayînên pîroz tê dîtin, wekî qurbaniyek exlaqî tê pêşkêş kirin ne wekî îfadeya lawazî an têkçûnê, lê wekî bawerî û hêviyê.

Di çanda Kurdan de, kezî şertê xweşikiyê yê asayî nîn e. Ew di stran, destan, gotin û bîranîna gel de wekî şeref û rûmeta jinan tê zanîn û pênasekirin. Jêkirina porê jinekê, bi taybetî bi zorê, tawana bedena jinan û hilanîna nasnameya wê ye. Ji ber vê yekê, di şertên şer de, her car hêzên hov por dikin armanc. Di eslê xwe de ew jin û civakê dikin armanc.

Jinên Kurd berxwedana por û kezî

Di nav Kurdan de, bi taybetî di şoreşa 40 salên dawî de, jinên Kurd porê xwe wekî ala berxwedanê bikar anîne. Li çiyayên Kurdistanê, li bajar û li qadên tekoşînê, por bûye nîşana xwedîbûna jinan li ser laş û jiyana jinan. Di tecrûbeya Rojava de, jin û por bi hev re bûne sembola şikandina zordariya ku tê xwestin jin di nav de nebe.

Bûyera dawî ya li Rojava qewimî, di rêzeya vê dîroka dirêj de, wekî êrişeke rêxistinî li ser jinên Kurd tê dîtin. Jêkirina kezî ne tenê nîşana zordariyê ye ew beşek ji stratejiyeke siyasî ye ku dixwaze jinan bi tirs û zilmê rû bi rû bihêle. Lê berteka civakî nîşan dide ku ev stratejî têk çûye. Îro li Rojava û li her derê ku jinên Kurd lê dijîn, por hîn jî ji bo wan remz û nîşaneya berxwedanê ye. Lê zilm, tundî û şerê li dijî beden û porê jinan her car ku tê armanckirin, cihê xwe ji berxwedana jinên Kurd re dihêle.

Di dema Mezopotamya de jêkirina por tê çi wateyê?

Di medeniyetên kevnar ên Mezopotamyayê de (Sumer, Akkad, Babîl), por şertê cihê civakî bû. Di hin qanûnên kevnar de (wekî qanûnen Hammurabî), jêkirina por wekî zordariya li ser xulam an jî cezayê li ser jin hate destnîşankirin. Ev şert nîşan dide ku por ji ber ku bi rûmet û nasname têkildar bû, bûye armanca zordariyê.

Li Misirê

Di Misra kevnar de, por şertê paqijî û statûya olî bû. Jêkirina zorî ya por, bi taybetî ji bo jinan, zilma li ser bedenê tê binavkirin. Di şertên xulamî û bindestiyê de, destdanê li por şertê ku mirov xwedî xwe nebe bû.

Yewnan û Roma

Di Yewnan û Roma kevnar de, pora dirêj şertê azadî û şerefê bû. Xulam û esîrên şer porê xwe bi zorê kurt dikirin. Ji bo jinên azad, jêkirina por binpêkirina rûmetê û daketina statûya civakî tê wate kirin. Por li vir bi rastî bû sînora navbera azadî û bindestiyê.

Mîtolojiyên Kevnar

Di mîtolojiyên kevnar de jî por wekî çavkaniya hêz û berxwedanê tê pênasekirin. Mînaka herî navdar Samson e. Di vê rûmanê de jêkirina por jêbirina hêz û têkbirina berxwedanê ye. Ev mîtoloji nîşan dide ku mirov ji berê ve ve por bi hêz û xwedîbûnê ve girêdayî ye.

Hemû mînakên kevnar nîşan dide ku jêkirina por ne kirineke nû ye û ne jî tenê şertê çandî ye, lê stratejiyeke kevnar a binpêkirina rûmeta jin û civakê ye. Dema mirov di vê çarçoveyê de binirxîne, armanckirina keziyê ya îro li Rojava, tenê dubarekirina rêzikeke kevnar a têkbirinê ye.

Wekî cezakirinê jêkirina por û kezî

Her wiha di dîroka cîhana nû de jî jêkirina kezî, por û rih weke cezakirin, an jî wekî şikandina rûmetê hatiye bikaranîn

Ewropa

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, li Fransa û hin welatên Ewropayê, jinên ku bi “hevkariya bi dijmin” re hatin tawanbarkirin, li qadan bi jêkirina por hatin cezakirin. Ev kirin ne adalet bû, lê danîna ser şertê civakî û xwesteka têkbirina jinan bû.

Amerîkaya Bakur

Bi heman awayî li Amerîkaya Bakur jî zarokên neteweyên xwecihî li dibistanên zordariyê yên asîmîlasyonê bi jêkirina por ji nasnameya xwe dihatin veqetandin. Por li vir bû şertê ku divê were jêbirin da ku gel bê bîr û bê rûmet bimîne.

Hindistan û Afrîka

Li Hindistanê di dema kolonyalîzma Brîtanyayê de, por şertê bawerî û nasnameyê bû. Destavêtina li por, destavêtina li bawerî û xwebûnê bû.

Li Afrîkayê jî, şêwazên por yên kevnar şertdanîn û kolonyalîzm hatin armanckirin. Vegerîna jinên Afrîkayî bo pora xwe ya xwezayî, vegerîna bo xwe û berxwedanê bû.

Îran û Rojhilata Navîn

Di Rojhilata Navîn de, por hîn jî qadeke şert û şer e. Li Îranê, jêkirina porê jinan piştî kuştina Jîna Emînî bû sembola serhildana Jin, Jiyan, Azadî li dijî zordariya dewleta dîktator. Ev bûyer nîşan dide ku por dikare bi tenê zimanekî siyasî be, bêyî ku gotin hebe.

Jêder Ajansa Welat û hin jêderên din

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.