Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şîfreya jiyana azad mirov bi xwe ye

25/01/2026
in Serbest
A A
Şîfreya jiyana azad mirov bi xwe ye
Share on FacebookShare on Twitter

Cûdî Cizîr

Di dîrokê de her tim lêgerîna mirov a heqîqetê, têkoşîna afirandina jiyana azad e. Di gerdûnê de azadî weke meylekê xwezaya mirov de heye, zindîbûna di mirov de li xwezayê bi xwe heye. Pêwîst e neyê jibîrkirin ku xwezaya mirov, parçeyek dinyayê û xwezaya zindî ye. Naxwe destpêkê pêwîst e nîzama xebitîna mejiyê mirov were nasîn. Ango mirov dikare bêje ku her mejî cîhanek e. Ji Lewra zîhniyet û awayê fikrê yên mirov bi giştî xwedî xisleteke dualî ne. Ev jî bi fikra atfî (hestiyarî) û fikra analîtîk (tehlîlî) pêk tê. Fikra atfî di kêliyê de ye û şaneya kok bi awayê fikirandina giştî ye. Fikra tehlîlî piştre pêş ketiye û çalak bûye. Fikra atfî zêde tehlîl naxwaze. Yanî mirov dikare bêje ku  mirovek vediguhere civakê. Mirov her tim di nav parvekirinekê de ye.

Jiyan bi hemû leza xwe berdewam dike. Pîroziya ax, av, hewa, agir û şewqê ji têkiliya xweza û mirov çêdibe. Naxwe şîfreya jiyana azad mirov bi xwe ye. Peyva mirov, peyveke kok çavkanî ye û di çawaniyeke ku îstîqameta her tiştî diyar dike. Ji vê hêlê ve rast pênasekirrina têgîna “mirov” girîng e. Bi qasî pirsa, “Mirov ji ku derê tê diçe ku derê?”, bi pirsên “Mirov çi ye û kî ye?”, “Di gerdûnê de cİh û pozîSyona ferd çi ye?” re jî eleqedar e. Destpêka Pirsgirêka gerdûn, xweza û cîhanê, destpêka pirsgirêka mirov re di nav hev de pêş ketiye. Pirsgirêkên der bara her duyan de bi hev re hatine destgirtin û hizirîn. Her xeyal, tevlî çemê xeyalan dibe. Destek, hezar destî digire. Cew0herê mirov, mirov bi xwe ye.

Divê di serî de mirov bi ruh û mejiyê xwe evîndar bibe. Mînak, di asta evînê de eger mirov ji azadiyê hez neke û lê negerê, lêgerîna azadiyê têr nake. Lêgerîna azadiyê bi mirov re eleqeder e. Rastiya mirov îfade dike. Di nav hemû zindiyan de ya xwe ferq dike û li pey azadiyê dikeve mirov e. Di nav heyînan de tenê mirov bi dîroka xwe ve eleqedar e û ferq dike. Di lêgerîna azadiyê de mirov xwebûn derxistiye holê. Naxwe, Jiyan xwebûn e. Mirov ji destpêka xwe ve di nav vê lêgerînê de ye. Yanî mirov, her tim bi evîna mezin di nav lêgerîna heqîqetê de bûn. Lêgerîna jiyana azad, weke taybetmendiyên xwezaya mirov, bênavber û bêdawî ye. Mirovê yekem gava çavên xwe li jiyanê vekir, li ber xwe da, fikirî û pirsên, “Ez kî me? Ez ji ku derê têm û diçim ku derê? Ez çawa hatim afirandin?” kir.  Ji wê rojê heya îro mirov li bersivên van pirsan digerin.

Lêgerîn bênavber didome. Civakbûn, hiş û aqlê mirov çiqasî pêşve diçe, lêgerîn û lêpirsîn jî zêde dibin. Mînak Hegel ji fikir derdikeve rê. Dibêje ku ya bingehîn hişmendî ye, mirov tenê mecbûriyeta vê fêm bike û li ser kontrol çêbike dikare azad bibe. Li gor Hegel pêwîstiya azadiyê bi zanebûnê heye. Hebûna mirov û meyla xwesteka azadiyê di nav hev de ye, ji hev nayê qetandin. Mirov li gor xwezaya xwe her tim diguhere, vediguhere, zêde dibe, cuda dibe. Di nav hewldan û lêgerîneke bênavber de ye. Lêgerîn jî ji vê hêlê ve bêdawî ye. Mînak, di lêgerîna azadiyê de mirov her tim li ya herî baş, xweşik û bilind geriyaye. Lêgerîna azadiyê, têkoşîn û lêgerîna afirandina terzê jiyanê ya li gor hêvî û xeyalên mirov e.

Afirîna mukemmel ya hişmendî, zîhn û xeyalê mirov e. Mirov ji pêwîstiya şîrovekirina xwezayê hatiye dinyayê. Şîfreya jiyana azad  bi mirov re eleqeder e. Rastiya mirov îfade dike. Di nav hemû zindiyan de ya xwe ferq dike û li pey heqîqetê ye mirov e. Ji Lewra di civaka xwezayî de mirov bi heqîqetê re di nav ahengekê de bûn. Kedxwarî, kedxwar û yên keda wan dihat xwarin nebûn. Mirov ji bo civaka azadixwaz, wekhevîxwaz ya wenda kiriye dest bi lêgerînê kir. Mirov di baxçeyê şêrîn ê bihuştê de azad bû. Lê roj hat mirov azadiya di baxçeyê şêrîn ê bihuştê de wenda kir. Piştî wê gera li azadiyê ya heta roja îro didomê. Xweza û mirov hevdu bandor dikin, ji hev bandor dibin û hev merc dikin.

Mirov bi qasî ku civakî dibe xwezayê derbas dike. Azadbûn di wateyekê de derbas kirina xwezayê ye. Sermayedarî îro hemû mirovatî dîl girtiye. Bi hezar û yek zincîran bi xwe ve girê daye. Xela, birçîbûn, bêkarî, kedxwarî, tundî, newekhevî gihiştiye asteke xeternak. Her kes ji cinawir û mexlûqê navê wê dewlet e, zerarê dibîne û di nav êşan de digevize. Her kes dixwaze ji vî cinawîrî rizgar bibe. Lê çawa? Bi kijan rêbazan? Ha tam di vê mijarê de pirsgirêka rêbaz dikeve rojevê. Mirov bêyî rêbaza mîtolojîk red bike, dikare hin rasttir bigihîje koka xwe. Dikare çavkaniyê hîn rasttir tespît bike. Ji ber dîrok li ser raborî, roja îro û siberojê şekil digire

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.