Asya Weşûkanî
Dema ku qala pirsgirêkên jin û civakê têye kirin yekser, şer, tundî, tengezarî, koçberî, talan, wêran û dagirkerî têye bîra mirov, wiha ji mirov re têye ku civak di nava dojehekê sincirî de jiyan dike û hew dikare tehemûl bike. Weke ku têye zanîn 30 hezar sale ku civaka mirovahî di nava koledariyeke pir kûr de; jiyan dike û pirsgirêk wiha kûr bûne ku weke çiyayan, lêhatine û herî zêde jî zayenda jin û zarok ziyanê dibîne. Ji şer û tundiyê jî herî zêde zarok, jin û kesên bi temen mezin, ziyanê dibînin û ewlekariya jiyana wan dikeve bin metirsiyê de.
Mirov di van demên dawiyê de dibîne ku li şûna bidawîkirina şer û tundiyê berevajî wê şer û tundî li ser, gelan têye ferz kirin. Wiha dixuye ku wê pergala sermayedar bi rengekî gilobal şer li ser dewletên netewî ferz bike û şerên heyî jî; wê bi siyaseta ferzkirinê ya weke ku çawa li ser dewleta Venzulya pêkanîn bike. Li pey vê siyasetê Îngilîz hene, lê serokê Emerîka Tramp ê ku xwe weke dîkê elokan dike derdixîne pêş û hemû kar û bernameyên bi wî didin kirin û wê mirovahiyê di nava şer de wêran bikin.
Hêzên NATO’’her çiqasî hewildan ku dewletên mîna Efganistan, Îraq û Lîbya ji holê rakin, mixabin serneketin û vê carê jî rêbazê xwe guhertin. Rêbazê wan yê nû jî ewe ku bi destê hin dewletan, hin dewletên din ji holê rakin, an jî hêza wan bişkînin û weke Hemas û Hizbullaha Lubnanê li wan bikin. Xwe li ser dewleta Îslamî Îran jî ceribandin; nêzî du hefteyan ew ji hêz xistin û niha jî hewildidin ku bi gefên xwe; dilê wan rawestînin. Lê mixabin Îran jî li hemberî gel, serhişkiyê dike û xwe ji wan re dike hedef.
Her çiqasî tevgera azadî û PJAK’ê hewildidin ku, pergala meleyên zalim a Îranê hişyar bikin û bi rêbazên demokratîk pirsgirêkên kurd û ên netewên din bi pergalê re çareser bikin, lê mixabin Îran serhişkiyê dike û wê dawiya wan jî weke ya beriya wan bin. Ji xwe niha jî hinceta Emerîka heye ku li pergala, Îran a tundrew bide û Îsraîl jî hazire û gefan li Îranê dixwe. Di encam de Emerîka ketiye pey rakirina dewlet netewên wan, ji xwe re kirine weke emîrlikan û hewil didin xwe jî bike dewleta herî mezin, hêz û navendî ji bo ku ji her kesî re meydanê bixwîne û wan li gorî xwe bi rêk û pêk bike.
Lê gereke were zanîn ku her Emerîka û di serî de, Îngilîz çibikin jî wê dawiya wan were û xelasî ji wan re tuneye. Ji ber ku alûziyeke bingehîn jiyan dikin. Pergala sermayedar her tim bi tewriya xwe dida destnîşan kirin ku dawiya dîrokê hatiye. Ji bo ku pergala xwe cîhanî bike û mirovahiyê di nava çerxa feleka xwe de bigerîne û li ser wan serweriya xwe ferz bike. Lê dewlet û dewletokên ku heman hişmendiyê jiyan dikin, bi wan re ketin nava pêşbirkê de û xwe lihevdû rakişandin û kîjan hêz, bi kîjan hêzê dikare wê tekez ewê serkeftî be.
Weke ku tê gotin: Desthilatdarî valatiyê qebûl nake û herwiha, pevçûn û nakokî berdewam dikin û weke ku têye texmîn kirin; wê hevdû weke dînazoran qir bikin û dawiyê li hişmendiya, kujerên kastîk a 30’î hezar salî bînin û herî dawiyê jî ez xeberdana xwe wiha bilêv dikim û dibêjim: Ne dawiya dîrokê dawiya pergala zalim û nûker hatiye û wê kawisa wan hêzên dirinde bi demê re kûr bibe û bi lêdana; dewletên netewî wê alûziya wan dawî lêneyê û wê tekez, ewê xwe bi xwe hevdû tune bikin û wê serkeftin ya jin û civakê be.






