Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştgiriya rewşenbîriya Kurdistanî ji bo berxwedaniya Rojava gihiştiye lûtekeyê

25/01/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Piştgiriya rewşenbîriya Kurdistanî ji bo berxwedaniya Rojava gihiştiye lûtekeyê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li dijî van planên qirkirinê yên ku ji hêla çeteyên hikumeta HTŞ’ê û dewleta Tirk ve li ser gelê Kurd tê meşandin, gelek rewşenbîr, nivîskar, oldar û hunermendên Kurd li seranserî Kurdistan û diyaspora piştgiriya xwe raber dikin.

‘Ji azadî û berxwedaniyê tiştek birûmettir tuneye’

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Ronakbîriyê ya Kantona Cizîrê, Dîwana Wêje û Yekitiya Hunermendan ji bo rewşa seferberiyê ya ku li hember êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da û wiha gotin: “Ji azadiyê birûmettir tiştek nîne. Bila dewleta Tirk a faşîst û çeteyê wê, HTŞ û çeteyên wê baş bizanin ku em tu carî bêrûmetiyê qebûl nakin û dev ji azadiya gelê xwe bernadin. Li hember hemû êrişên hovane û qirker, em ê wek hunermend û xebatkarên çand û hunerê heta dawiyê axa xwe, bajarên xwe biparêzin.”

‘Heta guleya xwe ya dawî ez ê bi şervanên Kurd re bim’

Şêx Murşid Elxiznewî li ser hesabê xwe yê X’ê (medyaya dîjîtal) wêneyê şervanekê YPJ’ê parve kir û bal kişand ser berxwedaniya Rojavayê Kurdistanê. Şêx Murşîd Xeznewî di peyama xwe de bal kişand ser Kurdan û berxwedana Rojava. Heta guleya dawî ya xwe ez ê li gel şervanên Kurd bim û ez ê beşdarî berxwedana Rojava bibim. Parastina Rojava ne tenê peywireke leşkerî ye, di heman demê de peywireke olî û wijdanî ye jî. Di van rojên dijwar de gelê xwe bi tenê nahêle û li hemberî hemû êrîşan dê li qadê be.”

‘Gelo Colanî Mezlûm Dogan nas dike, heya radestbûn ji Mezlûm Ebdî xwest?’

Derbarê destpêkirina êrişa çeteyeyên Colanî û hikumeta HTŞ’ê li ser Kurdan û xweradestkirina QSD’ê de romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv li ser malpera xwe ya fermî ya Feecbookê wiha got: “Gelo Ebû Mihemed Elcolanî bi çîroka berxwedaniya Mezlûm Dogan nizane heya ku ji Genêral Mezlûm Ebdî xwestiye ku xweradest bike. Bêguman Colanî nizane, eger bizanîba ew ê ev yek ji Mezlûm nedixwest.”

‘Bijî berxwedaniya ku nayê têkbirin’

Bi posteke din Helîm Yûsiv berxwedaniya gelê Kurd yên seranserî Kurdistan û cîhanê wiha silav kir: “Hevgirtina gelê Kurd a ku îro li ber çavê me raber dibe, hîna di dîroka nêz de ev yek çênebûye. Bijî berxwedaniya hemû kesên li her çar parçeyan heyanî Kurdên diyaspora ya ji bo Rojava. Bijî berxwedaniya ku nayê têkbirin.”

Kolektîva Saza Êzî li navenda Çand û Hunerê ya Şengalê piştgirî da Rojava

Xelkê Şengalê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi hemû beşên xwe di tevgerê de ye. Piştgiriyek jî ji Kolektîva Saza Êzî ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat. Dengbêj û tembûrvanên Êzidî bi nîşandana helwesta xwe û gotinan stranê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan dan. Hunermend diyar kirin, ew ê bi tembûr û stranên xwe piştgiriyê bidin berxwedanê.

‘Em ê bi tembûra xwe li gel berxwedana Rojava bin’

Daxuyaniya Kolektîva Saza Êzî li navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ji aliyê dengbêj û tembûrvan Berces Xelef û Îdo Çêlkî ve di 21’ê Çileya 2026’an de hate dayîn. Dengbêj û tembûrvan bi tembûra xwe daxuyanî dan. Dengbêj Berces Xelef destpêkê berxwedana şervanên QSD’ê silav kir û got: “Her bijî egîdên Rojava ku şerekî mezin didin. Em jî bi deng û tembûra xwe bi gelê xwe yê Rojava re ne. Çeka herî mezin ev tembûr e, em jî bi tembûra xwe li gel wan in. Heya dilopek xwîn di laşê me de heye, emê li pişt wan bisekinin. 2014’an xelkê me bi germî pêşwazîkirin. Îro jî wextê wê ye em jî vî barê wan ê giran hinekî bigirin ser milê xwe. Em hêvî ji Xwedê dikin, gelê me timî serkeftîbe. Her bijî çar parçeyên Kurdistanê. Her bijî xortên Êzidxana delal. Hezar rehm li wan şehîdên ku xwîna xwe ji bo parastina axa me dane be.”

‘Em Rojava pir baş fam dikin’

Hunermend Îdo Çêlkî jî peyameke kurt da û got: ‘‘Em êşa Rojava baş dizanin, ji ber tu kes bi qasî Şengalê û Êzidiyan ferman nedîtiye. Hêvî dikin ev şer raweste û tifaq çêbibe. Bila şerê li dijî mazlûman bisekinînin û ji me dûr bixin. Silavê me ji xelkê me yê Rojava re heye. Ew gelek tişt ji bo me kirin. Em ê bi stran û tembûra xwe li pişt wan bisekinin.”

Piştî axaftinên di daxuyaniyê de hunermend Îdo Çêlkî li tembûrê xist dengbêjê navdar ê Şengal Mirad jî stranek ji bo piştgiriya Rojava got.

Zanîngeha Koye: Divê her kes mafê Kurdan biparêze.

Di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de li zanîngeha Koye berxwedana Rojava hate silavkirin û banga xwedî derketina li Rojava hate kirin.

Seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatî ragihandin, her ku diçe berfirehtir dibe. Divê çarçoveyê de li zanîngeha Koye ya li Hewlêrê piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hate kirin û çalakiyek hate lidarxistin. Xwendevan û mamostayan êrişên çeteyên hov bi tundî şermezarkirin.

Serokê zanîngeha Koye Dr. Mihemed Hesîb ji ajansa mere axivî û got; “Îro em weke mamosta û xwendevan îro ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê kom bûne. Ji ber ku zanîngeh cihê zanist û exlaqe, lewma divê dijî hemû êriş û komployên ser gelê me rawestandin. Ez bang li civaka navnetewî dikim ku bi erkê xwe rabin, divê rê li komkujiyên bi ser Kurdan bigirin. Divê her kes mafê Kurdan biparêze.”

Ji bilî van çalakiyên hatin lidarxistin, di hemû waran de, di warê civakî, siyasî, leşkerî û hwd… çalakiyên piştgirtiyê hîna ji bo Rojavayê Kurdistanê tên domandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.