Hemza Sêvo/ Qamişlo
Wênesaz Hukmet Ibrahîm anî ziman ku wî tabloya xwe yekîtiya gelê Kurd daye xuyakirin, ev tablo tê wateya ku eger gelê Kurd nebe yek wê konê penaberiyê her tim li ser piyên Kurdan be.
Hukumet Ibrahîm wênesazekî Kurd ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye ku bi dehan tabloyên hunerî yên wênesaziyê çêkirine. Yek ji van tabloyan pirseke gelê Kurd vedibêje. Derbarê vê tabloyê de Hukmet Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Min bi tabloya xwe yekîtiya Kurdan da xuyakirin’
Hukmet Ibrahîm destnîşan kir ku wî di tabloya xwe de xwestiye yekîtiya gelê Kurd bide xuyakirin û wiha domand: “Berî ku pêşangeha wêneysaziyê li Kobanê li dar bikeve min ev tablo xêz kir û di salvegera roja Kobanê ya cîhanî de tevlî pêşangehê kir. Min xwestiye bi riya vê tabloyê bêjim ku eger Kurd nebin yek dara azadiyê şîn nabe û wê konê penaberiyê li ser piyê me be û em ê penaber bimînin. Min sê dar tê de xêz kirine, ew her sê dar jî tê wateya ku eger yekrêziya Kurdan çênebe wê dara azadiya Kurdan şîn nebe. Her kesayeteke rewşenbîr li gorî şêwaz û karîna xwe xebatê dike. Hewldanên rewşenbîran di milê yekîtiya Kurdî de hene, min bi riya tabloyên xwe mijara yekrêziya Kurdî û rewşa Kurdan nîşan dan. Xwesteka rewşenbîran heye di warê piştgirtiya yekîtiya Kurdî de, ew tiyên xebata netewî ne. Ew xebatê dikin, hewldana pênûs û rîşeyên rewşenbîran hene, lê hewldanên wan nagihêjin serî ji ber ku pirsgirêkên siyasî hene di nabera aliyên Kurdî de.”
‘Ez ê tabloyeke têkildarî Şehîd Denîz çêkim’
Ibrahîm eşkere kir ku ew ê tabloyekê li ser kuştina Şehîd Denîz xêz bike û wiha got: “Me dît ku çawa hikumeta Colanî û çeteyên girêdayî wî êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Êrişeke hovane li hemberî gelê Kurd kirin ku hejmara wan 50 hezar çete bû. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaniyek hat raberkirin, di bala min de heye ku vê berxwedaniyê bikm nameyek hunerî û bikim mijara tabloyekê. Ji hêleke din ve ez ê tabloyekê li ser Şehîd Stêra çêbikim. Şehîd Denîz şervana ku tevî şehîd bû jî, wan hovan ew ji avahiyê de avêtin erdê nav kavilan. Ez di warê amadekirina tabloyan de berdewam im, heya niha min nêzî 20 tablo xêz kirine, lê hin astengî hene ku ez bi sedema wan zorê dikişînim. Nebûna cihekî guncav ji bo xebata min a hunerî, sedema din jî hêza min a madî tuneye piştgiriya aborî ji bo min nayê kirin. Lê tevî wiha jî ez xebata xwe ya xêzkirina wêneyan ranawestînim.”
‘Eger yekbûna Kurdan pêkwere wê rewş gelekî were guhertin’
Wênesaz Hukmet Ibrahîm tekez kir ku eger yekrêziya Kurdan çêbibe wê rewşa gelê Kurd were guhertin: “Wekî tê zanîn, di 26 Nîsana 2025’an Konferansa Yekhelwestiya Kurdî li dar ket, em dibînin ku divê ew konferans û biryarên wê, bikevin warê pratîkî û li pêş bikevin, ne tenê ximavek be li ser rûpelan. Dema heyî gelekî hestyar e, ji ber ku kesên ku desthilatdariya Şamê dikin, kesên hov in, ji hişmendiya xwe nikarin dûr bikevin, DAIŞ in, bi kincên din hatine serweriya Şamê dikin. Eger gelê Kurd yekrêz ba, wê rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne wiha ba di roja îro de. Yekîtiyeke Kurdan hebaya, derfet hebû, Silêmanî û Mihabad, hem jî hemû riyên bajarên Kurdistanê vekirî bûn ber bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, wê rê nebûbaya kelemek li pêşya destekdayîna her du taxan. Piştî vê êrişê em hewcedar in ku Pêşmergeyên Roj bi QSD’ê re berevaniyê di ber Kurdan û Rojavayê Kurdistanê de bikin. Divê hêzeke hevbeş a leşkerî çêbibe û lêvegerek çêbibe, şaştî û pirsgirêk werin çareserkirin da ku yekrêziya Kurdî pêkwere û şaştiyên ku çêbûn nema bêne dubarekirin.”






