Lîloz Hisên/Qamişlo
Êrişên dawî ji hêla çeteyên girêdayî hikumeta demikî ya Sûriyê ve û bi taybet destserkirina bendavan, encamên pir xirab bi xwe re anîn. Bi taybet li bajarê Kobanê li dijî gel şerê avê û elektirîkê tê meşandin. Kiryarên hikumeta demikî xeteriyeke mezin li ser jiyana welatiyan çêdike .
Aloziya mirovî li bajarê Kobanê ku di bin dorpêçeke dijwar a ku ji hêla çeteyên girêdayî hikumeta demikî ya Şam ve hatiye ferzkirin, berdewam dike. Ev dorpêç bûye sedema qutbûneke bi giştî ya avê piştî ku bendava Tişrînê ketiye bin kontrola çeteyan de. Qutkirina bi giştî ya avê ji hêla çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ve jiyana sivîlan li Kobanê di bin xeteriyeke mezin de dihêle.
Bendavên li ser çemê Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeheke aborî ya giring heye, ku guherînên di xebitandina wan de, qutbûna elektrîkê û avê rasterast bandorê li ser hilberîna çandinî û pîşesaziyê dike, lêçûnên jiyanî zêde dike di heman demê de aramiya bazarên herêmî û aboriya herêmî dixe bin xeteriyê.
Giringiya Bendava Tişrînê
Bendava Tişrînê di navbera salên 1991 û 1999’an de hatiye avakirin û yek ji projeyên avê yên herî giring û stratejîk li Sûriyê tê hesibandin. Bendava Tişrînê piştî Bendava Firatê duyemîn bendava herî mezin e. Ew dikeve li ser Çemê Firatê li bakurê Deşta Sûriyê, bi qasî 115 km dûrî bajarê Helebê ye, 80 km dûrî sînorê Tirkiyê û 28 km li başûrê Menbicê ye, li herêmek ku bilindahiya wê di navbera 400 û 600 metreyan de ji asta deryayê ye.
Bendav bi qasî 900 metre dirêj e, kapasîteya depokirina deryaya wê bi qasî 1.9 milyar metrekup av e, ku ew dike depoyek avê ya giring ji bo herêmê. Bendava Tişrînê roleke sereke di rêxistina herikîna Çemê Firatê, dabînkirina ava vexwarinê û avdana deverên çandiniyê yên berfireh de dilîze, ku bi qasî 200,000 hektar tê texmînkirin. Nêzîkî pênc milyon kes rasterast an nerasterast xwedispêrin wê avê, ku ew dike ciheke bingehîn di piştgiriya ewlehiya xwarinê û aramiya debara jiyanê de li bakurê Sûriyê.
Santrala hîdroelektrîkê ya li Bendava Tişrînê şeş yekîneyên hilberîner ên cureya Kaplan bi hemî pêvekên wan ve dihewîne. Her yekîneyek kapasîteya wê 105megawat e, ku kapasîteya giştî ya santralê digihîne 630 megawat. Zexta herî zêde ji bo xebitandina yekîneyan 30 metre ye, zexta herî kêm 15.5 metre ye, zexta qiyasî jî 26 metre ye. Xebatên çêkirina bendavê di sala 1991’an de hat destpêkirin, avakirina wê 8 salan berdewam kiriye, da ku di sala 1999’an de bi awayekî fermî bikeve xizmetê.
Ji 8’ê Kanûna 2025’an vir ve, Bendava Tişrînê rastî êrişên dubare ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye, ku di encamê de ziyanên mezin gihîşt binesaziya bendavê, di nav de qutbûna elektrîkê û asta avê ya pir bilind li beşên jêrîn ku gihaşt astên xeternak. Ev êriş gefê rasterat li ewlehiya bendavê dike, eger berdewam bikin, dikare bibin sedema karesateke mirovî û jîngehî ya berfireh ku bandorê li bi mîlyonan şênî û deverên çandiniyê yên derdorê bike.
Bendava Firatê
Di çarçoveya pergalên bendavên hîdroelektrîkê yên li ser Çemê Firatê de, Bendava Tebqayê (Bendava Firatê), ku li nêzîkî bajarê Tebqayê li Reqayê ye, wekî bendava herî mezin a Sûriyê derdikeve pêş. Li pişt wê Gola Tebqayê heye, ku mezintirîn depoya avê li Sûriyê ye. Bendava Firatê, ji bilî hilberîna elektrîkê, di dabînkirina ava avdanî û vexwarinê de roleke giring dilîze. Li gorî texmînên ji çavkaniyên herêmî, kapasîteya wê ya sazkirî ya qiyasî ji 800 megawatî derbas dibe, lê kapasîteya xebitandinê ya heyî ji nêzîkî 200 megawatî derbas nabe.
Ev dane giringiya stratejîk a bendavên Tişrîn û Firatê di nav sîstema ewlehiya av û enerjiyê ya Sûriyê de ye, xeteriya her hedefgirtineke dagirkirina wan wê encamên karesatbar yên xirab li ser mirovan, jîngehê û aboriya herêmê nîşan bide.
Bikaranîna şerê av û elktrîkê
Rewşa jiyan û mirovî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li kantona Cezîrê û bajarê Kobanê, piştî pêşketinên dawî yên di derbarê kontrolkirina bendavên sereke yên li ser Çemê Firatê de, di serî de Bendava Tişrînê ku bi awayekî mezin xirab bûye. Ev bendav çavkaniya sereke ya av û elektrîkê ne ji bo bi mîlyonan şêniyên herêmê, her astengiyek di rêveberiya wan de rasterast bandorê li jiyana rojane ya sivîlan dike.
Bi kontrolkirina çend ji van avahiyên giring ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve, bi piştgiriya rasterast a dewleta Tirk a dagirker, herêm ket qonaxek nû ya gelek aloziyan. Qutbûna av û elektrîkê pir caran li gelek deveran berdewam bû, bi taybetî li bajarê Kobanê. Bajarê Kobanê, ku jixwe ji dorpêçkirinek teng û erdnîgariyek bi tecrîd êş dikşand, îro xwe bê çavkaniyên sabît ên elektrîk an avê dît, ku êşa niştecihên wê heta radeyek bêhempa girantir kir.
Kobanê rastiyeke bi êş jiyan dike
Pompkirina avê ji ber qutbûna elektrîkê li stasyona pompkirinê ji bo demên dirêj rawestiyaye, ku ev yek hiştiye ku niştecih neçar bimînin ku xwe bispêrin çavkaniyên alternatîf ên biha û pir caran ne ewle.
Dayikên li bajar Kobanê, ku bi rewşên dijwar re rû bi rû ne, neçar mane ku ji bo dabînkirina avê ji bo zarokên xwe rêbazên kevnar û nepaqij bi kar bînin. Gelek dayikan dest bi berhevkirina berfê kirine û di nav malên xwe de di potikan de dihelînin da ku ava vexwarinê peyda bikin. Ev dayik bi hemû hêza xwe têdikoşin heta ku çend dilop av ji bo zarokên xwe peyda bikin.
Ev dîmena tirsnak tiştên ku bajar zêdetirî deh sal berê, di dema dorpêçeke hovane de di şerê li dijî hêzên tarî yên Dewleta Îslamî de kişandiye tîne bîra mirov. Lêbelê, vê carê rewş hîn xirabtir e, ji ber ku êş bi lez zêde dibe, kes piştgirî an alîkariyê pêşkêş nake.
Ev rastiya trajîk, ku asta binpêkirinên mafên mirovan ên dubarekirî li herêmê nîşan dide. Dorpêça li ser bajêr bi avê ve sînordar nebûye; lê dabînkirina xwarin û şîrê zarokan jî qut kiriye. Di encamê de sivîlên li Kobanê bi gefa rastîn a mirina zarokan ji ber birçîbûn û kêmasiyê re rû bi rû hiştiye. Di nav germahiyên pir nizm de, niştecih ji nebûna giştî ya elektrîkê û sotemeniyê dikişînin, ku jiyana rojane li bajêr ne mumkin dike.
Aloziya elektrîkê bûye sedema rawestandina giştî ya dezgehên giring, ji nexweşxane û navendên tenduristiyê bigire heta nanpêjxane û dibistanan herwiha torên ragihandinê û xizmetên şaredariyê. Ev qutbûna domdar, heta pêdiviyên herî bingehîn ên jiyana rojane jî veguherandiye têkoşîneke rojane ya ji bo jiyanê.
Kontrolkirina bendavan êdî ne tenê mijarek teknîkî an xizmetguzarî ye; ew bûye amûrek zexta siyasî û leşkerî. Kêmkirina asta avê û kêmkirina hilberîna elektrîkê bi zêdebûna leşkerî û aloziyên siyasî re hevdem bûye, ev yek hişt ku rêxistinên mafên mirovan û mirovî hişyariyê bidin li dijî karanîna av û enerjiyê wekî çek li dijî sivîlan. Ev rewş di mehên zivistanê de hîn xeternaktir dibe, dema ku niştecih ji bo germkirinê hewceyê elektrîkê ne di heman demê de pêşîgirtina li nexweşiyan hewceyê ava paqij in.
Bi taybetî bajarê Kobanê rewşek mirovî ya dijwar dijî. Bajarêku sembola berxwedanê ye, niha bi qutbûna domdar a elektrîkê, avê û lêçûnên jiyanê yên zêde dorpêçkirî ye, bêyî ku çareserî bê dîtin ku aramiya civakî li tevahiya herêmê tehdît dike.






