Mîrza Ronî
Bi stratejîya Emerîka projeya Rojhilata Navîn hat guhartin. Li gorî vê guhartinê pergala ku Kurd dixwazin li Surî nayê qebûlkirin. Wê Surî û çeteyên wê li gorî polîtîka Emerîka tev bigerin.
Armanc Kurdistan û Îranê; ji bo ku Emerîka Îranê teslîm bigire, hewcedarî bi çeteyan hebû û piraniya çeteyan li Surî ne, ji bo çeteyan bi kar bîne Emerîka li civîna Parîsê şertê Colanî (Şamê) qebûl kir û pişta xwe da Kurdan. Niha jî çeteyên li Surî kom dike, hemû girtiyên DAIŞ’e ji zîndanan dide berdan û wan dişînin şerê li hemberî Kurdan. Êdî awayekî eşkere wêneyên wan û kirinên wan parve dikin. Armanç ew e ku piştî şerê li hemberî Kurdan wê çeteyên Surî bi piştgiriya dewleta Tirk bişîne şerê li hemberî Îranê.
Politîka Emerîka ya şerê li hemberî Rojhilata Navîn di van çend salên dawî de diyar bûye. Emerîka bi leşkerên xwe tevlî şer nabe, li qadê kî hebe dixwaze wan derxe pêş û bi wan şer bike. Mînaka vê li hemberî şerê Iraqê de jî derket holê û şerê li Afxanistanê de jî heman stratejî meşand. A rast li hemberî rejîma Baas a Esad jî heman gav avêtin. Ji bo ku li qadê berxwedan û şervaniya gelê Kurd hebû neçar ma li pişt Kurdan jî sekinî û wekî hêzên koalîsyonê piştgirî dan Kurdan.
Niha jî armanc piçûkxistina Kurdistanê û dorpêçkirina Îranê ye. Ji bo ku çeteyên Rojhilata Navîn kom bike Emerîka bi piştgiriya dewleta Tirk, Surî û hin dewletên Ereban çeteyan kom dike. Niha li hemberî Kurdan wan bikar tînin û li gorî plan û armanca wan wê Kurdan radestî xwe bike û Kurdistaneke piçûk bi gelê Kurd bide qebûlkirin. Ji bo wê çendê nûnerê Emerîka yê teybet Tom Barrack ji general Mazlum Ebdî dixwest plana Şamê qebûl bike û gavên piçûk ji bo me Kurdan bes didît. Her wiha Tom Barrack biawayekî vekirî anî ziman ku êdî hewce nake hêza QSD’ê li hemberî çeteyan şer bike û digot; QSD’ê ne hewceye.
Li gorî plana wan niha çete dîsa zindî bûn û wan li hemberî Kurdan kar tînin, li gorî armanca wan piştî ku Kurd şikandin û plana Şamê û Tirkiye ser ket wê demê wê çeteyên xwe derbasî çepera Îranê bikin. Lê belê ew dizanin ku gelê Kurd êdî nayê şikandin û li ber xwe dide, ji bo ku li Kobanê ne şikestin û ser ketin. Niha jî ya ku plana wan xera dike berxwedana Kurdan e. Yan wê statûya hebûna Kurdan kebûl bikin yan jî wî biryara şerekî ji şerê niha mezintir li hemberî Kurdan bidin destpê kirin.






