Ahmet Aktaş
Li himber van êrîşên mirovkuj û jiyankuj ên bi navê Colanî û serkêşiya wî ya HTŞê tê kirin, gelê Kurdistanê gelek hêrs bûye.
Jixwe heke hêrs nebûya, mirov matmayî dima.
Lê ya giring û pêwîstir ev e: Divê ev hêrsa rast û mafdar, bi hişmendiyek xurt û hostayiyek piralî werê nirxandin û li ser vê nirxandinê gel, di çarçoveyek niştimanperwerî û mirovperweriyê de were birêxistin kirin.
Ji ber ku yên van komên kujerên mirovahiyê û zîndegehiyê didin bikaranîn û bi taybetî êrîşî ser tevgêr û têkoşîna gelê Kurdistanê dikin, her çendîn bi navê Colanî be jî, lê naxêr ew ne bi tinê ye, hemû kevneperestên hegemonên cîhanê û nokerên wan ên Rojhilata Navîn li pişt van êrîşan e.
Erê ji aliyê leşkerî û hostaya şer ve, li pêşiyê Dewleta Tirk heye, hema li pey wê ji aliyê finanse kirinê hinek dewletên Ereb ên weke Siûdî û Qeter hene û bê gûman li serê lodê jî dewletên hegemonên cîhanê hene.
Aşkere tê dîtin ku li himberî felsefeyekê û tevgêrekê, koolisyonek navdewletî ya cîhanî heye û ji bo vê hêza ku li dijî sîstema xwe weke kelem û alternatîf dibînin, ji holê rakin an bêbandor bikin bi lez ketine nava hewldanek hevkar.
Gûmana xurt heye ku ji holê rakirinê pirtir, hewl didin lawaz bixin, bê bandor bikin û bixin nava sistema xwe.
Sedemên leza wan jî ev e: Dibînin ku wexta dizaynkirina cîhanê hatiye, lê ger kelemên pêşiya xwe ranekin, wê nakokiyên wan gûrtir bibin û xetera mezin li ser pergala wan a modernîteyê dikeve rojeva cîhanê.
Di sedsala çûyî de li dijî tevgêr û sistemên sosyalist û demokrat, sîstemên alternatif ên mina Koreya Başûr, Vietnama Başûr, Yemen û Irlandaya Başur dan xebitandin.
Wisa diyare, edî ew projeya nabe bersîv, lewma hewl didin ezmûna projeyên nuh ên oldarî mîna Efxanistanê, Sûriyeyê û hwd.saz bikin û bixin rojeva raya giştî.
Bila Tirkiye neyê jibîrkirin ku, 23 sal e bi rêya AKPê, weke parçeyê vê projeyê didin meşandin û diyare dev ji Receb Erdogan bernadin, tew dixwazin wî mîna koordinatorê vê projeyê-sistemê, li van welatan bide xebitandin.
Ji bo di cenga cîhanê ya 3yan de gelek êşê nekişînin, pêdiviyê bi pakijkirina astengên pêş xwe dibînin.
Dibe ku berê, weke xeterek mezin ji xwe re nedidîtin, lê ji bo dema dirêj ne tinê asteng, belê weke pergalek alternatif vê felsefe û birdoziya Apoyî dibînin.
Jixwe berê pirtir di asta nezerî-teorî de bû û ji xwe re xeterek nêz nedidît, lê piştî Şoreşa Rojava kete asta jiyanî-pratik û êdî ji xwe re xeterek nêz û şênber dîtin û lewma berteka tund nîşan didin.
Ne ecêbe ku hêzên weke Colanî yên herî kevneperest û dijwar derxin pêş, jixwe li dijî hêza herî hemdemî û demokrat, encex hêzên herî mirovkuj ên kevneperest karibin hinekî bi kêrî wan werin.
Heke tevgêra gelê Kurdistanê, ji kêmayiyan dersan derxe û karibe ji zemînê erênî yê pêkhatî sûd bigre û yekîtiya netewî damezrêne, ew ê serkeftî be ne neyarên wê û beşer jî wisa tê xwiyakirin.






