Hemza Sêvo/ Qamişlo
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat Sema Begdaş tekez kir ku êrîşa li ser Rojava pilaneke navdewletî ya qirkirinê ye û got, “Pêvajoya berî sedsalî ya hêzên hegemon îro tê jiyankirin, xwedîderketina gelê Kurd li Rojava hêzê dide gel û şervanan.”
Di demeke ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê, bêdengiya hêzên navneteweyî û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, li ser Rojava berdewam dikin, hevgirtina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî qirkirinê gurtir dibe. Ev êrîş di qonaxeke herî hestiyar a ku Rojhilata Navîn û Sûriyê tê re derbas dibe de pêktên. Derbarê vê mijarê de, berdevka PYD’ê Sema Begdaş ji rojnameya me re axivî.

‘Pilaneke navdewletî ye’
Sema Begdaş da zanîn ku êrîşa li ser gelê Kurd herwiha li Rojava pilaneke navdewletî ye û wiha got: “Em dizanin piştî êrîşên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbûn, herwiha berxwedaniya ku li her du taxan hat nîşandan, bi giranî êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhatin. Ev yek di encama pilaneke navdewletî de bû, di vê pilanê de gelek hêz li hev kirin û erê kirin da ku êriş li ser herêmên me çêbibe. Ji destpêka Şoreşa Rojava heya roja îro di milê parastin, diyalog û rêvebirinê de Rêveberiya Xweser xwedî bangewazî û insyatîfê bû. Di her demê de têkoşîna siyasî û diplosaî hatiye kirin, li gel vê yekê jî dema ku êriş hatine kirin gel li ber xwe daye û parastina xwe kiriye. Piştî rûxandina rêjîma Baas gelên Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser weke riya çareseriyê ji xwe re didîtin. Herwiha destkeftiyên ku jinê bi dest xistibûn, jinan hem jî hevgirtina gelan weke nimûne û projeyeke demokratîk didîtin. Ji ber vê yekê me dît ku çawa xwestin di serî de vê projeyê têk bibin, îradeya QSD û gelê Kurd vala derxin. Xwestin wê têkoşîn û vîna gelê Kurd a ku li ser asta cîhanê cihê xwe girtibû û nav û dengê xwe dabû tevahiya cîhanê.”
‘Pêvajoya berî sed salî tê jiyankirin’
Sema Begdaş diyar kir ku pêvajoya berî sedsalî ya hêzên hegemon îro tê jiyankirin û wiha domand: “Îro herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşekê tê, di heman demê de Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn derbasî veguhertinê dibe. Sînorên nû tên avakirin û nexşerê vediguhere, hem jî sîstemên nû di herêmê de çêdibin. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya ku di Lozanê de çêbû ku çawa sînorên welatan hatin avakirin û welat hatin parçekirin, herwiha hêzên wê demê ku çawa lihevkirin û peyman di navbera xwe de îmze kirin? Di wê serdemê de wan hêzan berjewendiyê xwe li ser hesabê gelan parastin û desthilatdariya xwe li ser herêman ferzkirin. Piştî sed salî ji wê pêvajoyê îro em heman wê pêvajoyê jiyan dikin. Di her serdemekê de jî tu carî gelê Kurd serê xwe li hemberî tu aliyan danexistiye. Lê belê Kurdan bi dirêjahiya sedê salan li dijî qirkirin, bêedaletî û zordestiyê têkoşîn dane meşandin. Gelê Kurd riya koletiyê nepejirandiye, silogana Kurdan her tim berxwedan bû. Di her şoreşeke Kurdan de teslîmiyet nehatiye qebûlkirin, serkêş û pêşengên gelê Kurd heta dawiyê jî li ber xwe dane piştre neviyên Kurdan riya berxwedaniyê hilbijartine.”
‘Têkoşîna gel, diplomatîk û siyasî tê domandin’
Sema destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd li gel xebata diplomatîk û siyasî ji bo parastina destkekeftiyên Rojava tê domandin û wiha bi lêv kir: “Ji kêliyên yekemîn ên bangewaziya Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî ve heya roja îro rihê berxwedaniyê li Rojava û nava gelê Kurd tê dîtin. Gelê Kurd bi zarok, xort, mezin, keç û kalên xwe ve ketin seferberiyê da ku piştevaniya rêveberî û şervanên xwe bikin. Di rewşa heyî de gel ji bo destkeftiyên Şoreşa Rojava berxwedaneke bêhempa dide meşandin, li aliyekî din têkoşîna siyasî û diplomatîk tê domandin. Ev xebat tev têne meşandin da ku Rojava ji komkujiyê rizgar bibe û destkeftiyên salên têkoşîna dirêj werin parastin. Di roja îro de ev berxwedanî li ser asta cîhanê belav bû, ev têkoşîna hundir û tevahiya Kurdistanê hişt aliyên vê pilana qirkirinê pêktînin, xwe vekişînin. Hişt aliyên ku radestkirinê didin pêşiya me ji wê biryarê vegerin.”
‘Xwedîderketina li Rojava hêzê dide gel û şervanan’
Sema Begdaş anî ser ziman ku xwedîderketina gelê Kurd li Rojava hêzê dide gel û şervanan û wiha pê de çû: “Em dizanin Rojava parçeyê herî biçûk ji Kurdistanê ye, lê bandora xwe li her çar parçeyan kir, keda gelê Kurd li her sê parçeyan di Şoreşa Rojava de hebû heta ku rabû ser piyan, heya ku mezin û belav bû. Şoreşa ku li Rojava hat lidarxistin bû deriyek ku bi riya wê Kurd li seranserî cîhanê bi têkoşîna xwe hatin naskirin, bi taybet berxwedana gelê Kurd li Kobanê. Îro eger Rojava têkbiçe wê bandora xwe li Başûr, Rojhilat û Bakur bike. Xwedîderketina gelê Kurd li her deverê û piştgiriya wan ji bo Rojava hêzê dide gel û şervanên ku îro li hemberî van êrîşên çeteyan şer dikin. Hevrêziya Kurdî dihêle em bêtir kelecanê werbigirin, hem jî dihêle em li gorî vê hêviyê bin. Serhildana Kurdan li her derê, li aliyekî din name, hevdîtin û danûstandinên ku di navbera hêzên siyasî de hişt ku tevgerk di nav raya giştî û navdewletî de çêbibe.”
‘Şoreşa Rojava ji bo tevahiya Kurdistanê girîng e’
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat Sema Begdaş da tekezkirin ku Şoreşa Rojava ji bo tevahiya gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e û wiha axivî: “Şoreşa Rojava ji bo her sê parçeyên Kurdistanê girîng e û destkeftiyeke ji bo hemû parçeyan. Di rastiyê de dema ku seferberî hat ragihandin, hem jî fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li şûna teslîmiyetê bangewaziya berxwedanê kir, êdî hemû Kurd bi melyonan rabûn ser piyan. Dema ku parçeyek ji Kurdistanê rastî gefan tê, parçeyên din xwedî lê derdikevin. Lê ev cara yekemîne ku em piştgiriyeke bi vî rengî ji gelê Kurd li seranserî Kurdistanê dibînin. Hemû Kurd bi coş û kelecaneke bilind li her derê li ser piyan in, bi şêwazên cuda piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin. Di vê rewşa heyî de gelê Kurd êdî wê siberoja xwe bi vê berxwedana xwe xêz dike û mafê xwe diparêze.”






