Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojava bûye kelema projeyên dewletan

25/01/2026
in ROJEV
A A
Rojava bûye kelema projeyên dewletan
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Rojava bûye kelema projeyên dewletan, ji bo wê ew tê armancgirtin, ji dema ragihandina xweseriya Rojava û heya niha ew rastî hemû cuyerên şer û siyasetan tê, li hemberî wê jî berevanî û parastina xakê tê kirin.  

Sedsal gelê Kurd li hemberî tunebûn û qirkirinê, hebûna xwe diparêzin. Ew ji dema avabûna dewletan ve bi ser rêya koçberiyê ne, tişt nema û bi serê wan de nehate kirin. Sedsal in hêzên cîhanî li ser wan bûne yek û li dijî wan şer dikin, di bîr bal û baweriya wan de wê teslîm bibin û wan qir bikin. Lê her şerek destanekê dinivîsîne û ji nû ve berxwedanê vejîn dike. Tevî ku komkujî, talankirin, wêrankirin û ji hev cuda kirin jî, bi ser Kurdan de tê kirin, lê ew bêdeng neman, Kurd ji cîhanê re bûn nimûne û li şûna cîhanê hemû, parastin kir.

Kurd di nava axa xwe de parçe bûn, sînor di navbera wan de hate xêzkirin, navê wan parçeyan guhertine Başûr kirine Îraq, Bakur kirine Tirkiyê, Rojhilat kirine Îran û Rojava jî kirine Sûriyê. Vê yekê jî dilê dijmin û neyaran rehet nekir, ji ber ku hîna navê Kurd û Kurdistan hebû û heye. Ji bo wê êdî li seranserê cîhanê dewletan gelê Kurd dane ber bazara siyaseta xwe. Gelê Kurd jî gelekî ku vê yekê li ser xwe napijirîne, rûmeta xwe û parastina welatê xwe li ser her tiştî digire. Li ser vê bingehê Kurdan bi hezaran ji şehîdan dan û heya roja îro berevaniyê dikin û dibêjin em mirinê qebûl dikin, lê bindestiyê qebûl nakin.

Di roja îro de jî çavê her kesî li cih û warê Kurda ye, wekî ku firehiya dinyayê li ber çavê wan nayê dîtin, lê warên Kurdan tenê li dinyayê heye. Bi taybet xaka Rojavayê Kurdistanê, axa ku bi xwîna şehîdan tê avdan û şîn dibe. Dewletên hegemon her çavên wan li dagirkirin Rojava ye, taybet dewleta Tirk ku rojek nemaye û bi ser Rojava de êriş neaniye. Rojava bûye kelema projeyên dewletan, ji bo wê ew di armancê de ye.  Lê li hemberî hemû tiştê ku bi ser mirovahiyê de tê kirin berî ku em bêjin Kurd ji ber ew jî mirov in, berpirsên mirovan bêdeng, ker, kur û lal in li ser hovtiya ku bi serê wan de tê. Dema em vê dibêjin ne ku em bangê li wan dikin, lê em hevkariya wan a bi xwînrijandina mirovan re ji gelên azadîxwaz û Kurd re diyar dikin. Ji ber ev berpirs her tiştî dibînin û dibhîsin, ji bo wê em ji dîroka mirovên azadîxwaz re dinivîsînin û dibêjin ev jiyana lêgerîna azadiyê ye, ev jiyana birûmet a gelê aştiyê ye. Heyanî dewlet hebin, heyanî berjewendî hebin wê her gelê Kurd û gelê aştîxwaz li seranserî cîhanê di nava jiyana qirkirin de bijîn, lê tu hêz bi îradeya azadiyê nikare. Ev îrade îro li hemû parçeyên Kurdistanê xwe nîşan dide. Ilhama vê îradeyê jî ji xeta têkoşerên azadiya Kurdistanê dest pê kir û heya roja îro berdewam dike. Di ecamê de tekez wekî Kurd hebûna xwe parastiye, wê serkeftiya xwe jî misoger bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.