Stêrk Mihemed/Qamişlo
Hevseroka KCDK- E’ Zubeyde Zumrut da zanîn ku dewleta Tirk sîstema Rêveberiya Xweser qebûl nake û wiha got: “Hêzên desthilatdar pergala Netewa Demokratîk û destkeftiyên şoreşa Rojava wekî gef li ser desthilatdariya xwe dibînin û hewil didin wê têk bibin.”
Ji bo têkbirina destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji 6’ê Çileyê ve û heta niha êrişên çeteyên hikumeta demikî a Sûriyê li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Ji bo şermezarkirina êrişan gelê Kurd li Kurdistan û tevahî cîhanê rabûn ser piyan.
Di derbarê peyama dawî ya Rêber Apo û xeteriya li ser Rojava hevseroka KCDK- E’ Zubeyda Zumrat ji Rojnameya me re axivî.

‘Dagirker dixwazin destkeftiyên Rojava tune bikin’
Zubeyda Zumrat diyar kir ku gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê hertim di rojevê de ne û wiha got: “Dewleta Tirk di destpêkê de têkilî bi DAIŞ’ê re kir û niha jî bi hikumeta demkî a Sûriyê (HTŞ) re dike ku ew hikumet berdewamiya zihniyeta DAIŞ’ê ye, lê navê xwe guhertiye. Di dema niha de têkiliyek xurt di navbera HTŞ û dewketa Tirk a dagirker de heye û dewleta Tirk HTŞ’ê birêve dibe. Bi taybet di warî diplomasiya Tirkiyê ya ku Hakan Fîdan li ser Rojhilata Navîn dimeşîne, tev ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye, ew hewil didin van destkeftiyan tune bikin. Ji ber ku vê sîstema demokratîk li ser desthilatdariya xwe wekî gef dibînin. Serokê hikumeta demkî a Sûriyê Colanî ji aliyê Tirkan ve tê birêvebirin û hemamn rêbazî li dijî Kurdan dide meşandin. Dewleta Tirk ji demên kevin ve û heya roja me ya îro polîtîkayên dijminahiyê li dijî gelê Kurd dimeşînin. Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Rêber Apo ve hat kirin, asta êrişên li ser Rojava kêm bûn, lê gef dewam kirin.
Di hevdîtinên rayedarên Tirk ku di girava Îmraliyê de bi Rêber Apo re hatibûn kirin, ne tenê mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd hate nîqaşkirin, wan dixwest destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bên teslîmkirin. Ji xwe berdewamiya êrişan jî berdewamiya wê ye. êrişên wan di 6’ê Çile de ji taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê dest pê kirin û heta îro jî li ser tevahî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Ev yek jî nayê qebûlkirin ji ber ku gelê Kurd ev 14 sala têkoşîn û berdêlên giran didin. Gelê Kurd xwest sîstema xwe ava bike. Desthilatdar jî ji vê pergelê acizin ji ber ku ev pergal, pergaleke demokratîk e. Lê ema ew kesên ku parastina şer dikin, biryara şer dane û şer didin meşandin pergala demokratîk ne li gorî berjewendiyên desthilata wan e. Niha jî ew kes ku qaşo xwe hikumet binav dikin rêya desthilatdariyê berdewam dikin û komkujiyan pêktînin, sivîlan qetildikin û nexweşxaneyan hedefdigirin. Li beramber van kiryarên dijmirovî û sûcên şer bêdengiyek jî heye.”
‘Dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan navêje’
Zubeyda Zumrat wiha domand: “Demeke dirêj bû ku hevîdîtin bi Rêber Apo re nedihatin kirin, lê ev nêzî sal û nîvekê ye ku heyeta DEM Partî hevdîtinê bi Rêber Apo re dikin, herwiha heyeta dewleta Tirk jî diçin û hevdîtinan dikin. Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di zemînek demokratîk de gav avêt û bangewazî kir. Bi bangewaziya Rêber Apo re ji aliyê Kurdan ve gavên mezin hatin avêtin. Lê ema li beramberî wê dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu gav neavêtin. Di 16’ê Çile de DEM Partî hevdîtin li girava Îmraliyê bi Rêber Apo re kir. Dîsa jî Rêber Apo balê dikşîne ser hevdîtin û dîyalogê. Pirsgirêkê ku bi mizakereyê were çareserkiririn, li ser bangawaziya Rêber Apo pirsgirêka navxweyî ya li Sûriyê û qebûlkirina pergala Rojava divê bi hevdîtin û dîyalogê were çareserkirin. Lê hemû hevdîtin û dîyalogên ku çêdibin, di piratîkê de pêk nayên û gav nayên avêtin. Lê di dema niha li şûna dîyalog û li hevkirinê li ser tunekirina destkeftiyên Kurdan li Rojava ketine tevgerê. Di 10’ê Adarê de peymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de hate îmzekirin. Lê di dema niha ew peyman ji aliyê serokê hikumeta demkî Colanî ve hate binpêkirin. Îro tê xuyakirin ku peymanên di asta zagonî de nayên qebûlkirin, ji ber ku hikumeteke demkî ye, dikare di her rojekê de biryarekê bide, zagonan li hember Rojava binpê bike û biguhere.”
‘Rojava nasnameya tevahî gelê Kurd e’
Zubeyda Zumrat axafitina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa ku niha li Rojava tê jiyankirin, xetereyek mizin nîşan dide, em jî ji Ewropa de rewşê dişopînin, saziyên Ewropa û gelê Kurd bi rojane li ser piyanin, derdikevin kolanan, îrişên li ser Rojava û gelê şermezar dikin. Ji ber ku Rojava ji bo tevahî gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê xeta sor e. Rojava nasnameya tevahî gelê Kurd e, ji bo vê yekê jî gel li kolanan e û ev çalakî jî wê berdewam bikin heya ku ev çete êrişan rawestînin. Em jî weke saziyên Kurdistanî li diyasporan emê dakevin kolanan û li hember vê tundiyê, dengê xwe bilind bikin. Bangawazî tenê ne têrkere, bêdengiya dewletan heye, di piratîkê de tu tişt nayê kirin divê mudexeleyeke lezgîn were kirin. Eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêkên li Rojhilatê Navîn jî nayên çareserkirin, çareseriya wê girêdayî Kurda ye. Bangawaziya me ji tevahî cîhanê û ji gelê çar parçeyên Kurdistanê re çawa ku hûn di berxwedaniya Kobanê de bûn yek, dîsa îro jî vê berxwedaniyê ji bo Rojava dûbare bikin. Erdogan got Kobanê ket û wê bikeve, lê tevahî gelê Kurd mudexele kir, dostên Kurdan modexele kirin bi berxwedanek û rêflêksekî bihêz gel daketin qadan. Derdora Kobanê bû xeleka berxwedanê, ev xeleka berxwedanê Kobanê azad kir, îro jî ew deme, eger derdora Rojavayê Kurdistanê hatiye dorpêşkirin, divê ev dorpêça desthilatdaran bi têkoşnê were têkbirin. Em jî bi hêza gelê Kurd bawerin, bi rêxistinkirina gelê Kurd bawerin, ji ber ku ev bi sed sala ye nikarîn îradeya gelê Kurd bişkînin. Gelê Kurd di kolanan de gotin ji mirinê wêdetir tu tişt tune ye ev jî berdêlê wê girane. Em jî divê li destkeftî û berdêlên giran yên ku me dane xwedî derkevin. Rojava ji bo gelê Kurdistanê nirxe, li nasname û îradeya xwe xwedî derbikevin. Li ser vî esasî jî em kar û xwebatê xwe didin meşandin. Bangaweziya me ji her Kurdekî ji 7 salî heya 70’î salî heya ku li dijî êrişên li ser Rojava tê kirin li kolanan bin û berxwedaniya xwe mezin bikin, da ku em dengê xwe bi cîhanê bidin guhdarkirin.”






