Idrîs Henan
Dema ku ragihandin bibe amûreke nerim a hegemoniya çandî û ji nû ve têgehên dewlet, yekîtî û nasnameyê li gorî eznavendiyek hişk pênase bike, qirkirin û înkara pirengiyê dikeve dewerê. Ji xwe ti derfetên jiyanê di vê rewşê de namînin û kaos weke goka agir dinepixe. Li kuderê jî biteqe, komkujî, qeyran, qetilkirina li ser nasnameyên etnîk û mezhebî dibin çand û ferzekî jiyanê. Ji bona ew realîte jî bibe realîte, alavên ragihandinê vediguherin fabrîkayên şantaj û gefxwarinê ku kêmî çirkeyekê de dikarin bi hezaran agahiyan berovajî bikin û xîtabekî wisa dûrî pîvanên sinc û gerdişan çêkin û raya giştî jî li gorî wê bidin nîgarkirin. Ji xwe li vir tiştek bi navê têgehên dîrokî namîne. Her tişt li belansa durûtiyê dikeve û jirêderketin jî weke heqîqet tê ferzkirin. Yanê ne prensîb û ne jî pabendiya mirovî û exlaqî heye. Tenê qezenc û qezenca zêde ya ku bi eznavendiya hişk re mezin dibe re heye.
Lê binêrin, gelek saziyên ragihandina ku ji aliyê welatên kendavê yên weke Qatar û Siûdî Erebistanê ve tên fînansekirin, qonaxa têkbirina terora DAIŞ li ser destê şervanên QSD şopandin û bi cîhanê re parve kirin. Îroj heman ragihandin dezenformasyonê dikin û DAIŞkirina civakê weke altirnatîfa QSD diyar dikin. Ango; siyaset li gorî hêz û merada sponseran dikin. A sosret ew e ku; kesên herdu qonax weke rojnamevan şopandine yan gengeşe kirine, heman kes in. Lew re jî em dibêjin maşîne û fabrîke ku weke robotan dixebitin û tenê hewceyî pêlkirina amûra vêxistinê ne ku tabloya çapemeniya bê exlaq were neqişandin. Çapemeniya ku tundrewiyê rûbirûyî demokrasiyê dike, nirxan berovajî dike û her tişta xwedî xisûseke demokratîk be weke cudaxwazî bi nav dike. Bi gotinek din, çi projeyên ku bi pîvanên wan re li hev neke, cudaxwazî û parçekirin e!
Ji ber wê jî mirov nikare zûbizû, rastî nirxandinek bêalî ku karibe bibe refleksa helwesteke siyasî were. Ya heyî jî pêşdaraziyeke çapemeniya hegemoniya çandî ye ku li ser bingeha hinek fikir û texmînên ferazî yên bê kok û bê belge helwest daye avakirin e. Ti têkîliya xwe bi realîteyê re nîne. Hewl dide çi tezekî rêveberiya demokratîk hebe, weke dijminê yekparabûna dewletê xuya bike. Di encamê de dewleta hişk a navendî ye. Ji ber vê jî mirov di êrişa çandî de her tiştî weke hev dibîne ku jêdera hişmendî yek e.
Îroj li Sûriyê jî bi ferzkirina HTŞ re ev hişmendî ji nû ve serwer dibe. Çawa ku rejîma Baas dikir, rejîma heyî jî dike. Projeya Rêveberiya Xweser ku çarçoveyek pirengî û gerantiya mafên neteweyî û çandî ye, qebûl nake û li dijî wê jî êrişên qirkirin û tunekirinê pêk tîne. Jêdera bingehîn a vê nihêrandinê jî ew e ku; dewlet berî hiqûq û mafan e. Îcar çapemeniya paralel jî li ser bingeha serwerkirina vê hişmendiyê hişê civakê ava dike ku çi dengvedanek dijber be jî, di dergûşê de dikujin. Di encamê de paşguhkirina dîrokî ya gelan û biçûkirina dozên mafdar e.






