Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e di serî de azadiya Rêber Apo pêk were’

25/01/2026
in ROJEV
A A
‘Pêwîst e di serî de azadiya Rêber Apo pêk were’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Parêzer Ciwan Îso diyar kir ku pêwîst e azadiya Rêber Apo di xetên herî pêş de be. Rêbertî ji bo aramiya civakî û siberojeke demokratîk dixebite lê dewleta Tirk ji bo azadiya Rêbertî û hemû girtiyên siyasî guhertinan pêk nayîne û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, demokratîkbûna Tirkiyê bi xwe ye.”

Parêzerên Rêber Apo di 2003’yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabûn. Piştî serlêdanê di 18’ê Adara 2014’an de DMME’yê biryar da û xwest Tirkiye mafê hêviyê bide Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di ser vê biryarê de zêdetirî 11 sal derbas dibin lê tevî destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî ev maf ji bo Rêber Apo bi awayekî fermî nehatiye dayîn. Her wiha mafê hêviyê pir dereng maye. Ji ber qonaxa çareseriyê bi îradeya Rêber Apo hatiye destpêkirin, girînge ku Rêbertî bixwe vê qonaxê birêve bibe.

Derbarê mafê hêviyê ya ji bo Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî de, parêzer Ciwan Îso ji Rojnameya me re axivî.

‘Rêber Apo ji bo siberojeke demokrat têkoşînê dewam dike’

Ciwan Îso diyar kir ku dewleta Tirk derbarê pêvajoyê de tu gav neavêtiye û dibe ku navêje jî û wiha got: “Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokartîk Rêber Apo baş li ser kar kir û gelek gavên pratîkî li ser erdê hatin avêtin, ji bona pêşeroke democrat li tirkiyê ku karibe her kes weke heyînekî di nav de jiyan bike, mafê hiqûqî destûrî ya gelê Kurd bi dest bixe, civakek aştiyane ava bibe. Lê di nêrîna min de dewleta Tirk heya roja îro ji bo pêvajoyê tu gav neavêtiye, dibe ku navêje jî. Ev jî dibe sedem ku ew hişmendiya li dijî mafê gelan û demokratbûna sîsteman hîn dewam dike. Herwiha guhertin rojane di Rojhilata Navîn de çêdibin, kêm zêde gav li ser erdê tên avêtin, şoreşên demokratîk hene ji bo mafê xwe bistînin. Lê mixabin dewleta Tirk ruxmî ku projeya Rêber Apo pêşkêş dike, pêkanîna demukrasiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê, rûxmî hemû gavên ber bi çav yên ku Rêbertî û tevgera azadiyê avêtine, lê dewleta Tirk heya niha bi cidî tevnegeriyaye. Ev jî tê wateya ku Tirkiyê dixwaze bi rê û rêbazên din, vê projeyê bê encam bihêle, an jî têk bibe, dîsa jî li gorî xwe siyasetê bimeşîne û pêvejoya heyî bixetimîne û tu gavan navêje. Tişta ku dewleta tirk dike ne tenê di hundirê Tirkiyê de, herwiha vê yekê di hundirê Sûriyê de jî dike.”

‘Dewleta Tirk guhertinên ber bi çav pêk neanî ne’

Ciwan Îso eşkere kir ku ji aliyê Tirkiyê ve tu guhertinên pratîkî li ser erdê nehatiye kirin û wiha anî ziman: “Rûxmî gavên ku hatine avêtin û eve salek jî bi ser pêvejoyê re derbasbûye, lê tu gav ji milê tewleta tirk ve heyanî neha nehatine avêtin. Ji bona rewşa Rêber Apo di Îmralî de ku hîn ew jî tu guhertin di wê de çênebûye. Ya din jî hîn bi hezaran girtiyên siyasî di zinadanên Tirkiyê de ne, ji bo vê yekê jî Tirkiyê tu xebat heya niha nekiriye. Lewra eger siyaseta dewleta Tirk li ser vê xetê dewam bike, îhtîmal ev projeyên hene tev de têk bibe û dîsa Tirkiyê vegere wek rewşa xwe ya berê. Rêber Apo jî vê naxwaze û di daxuyanî û bangewaziyên xwe de dibêje; Gerek em bi hev re Tirkiyek demokrat, civakek demokrat ku her kes xwedî mafê xwe yê destûrî be û em li gorî wê jî jiyan bikin ava bikin.” Herwiha tevî ku di ragihandina Tirkiyê de yan di hevdîtinên wan de dibêjin em ê li ser kar bikin û em ê komîteyan ava bikin, lê di rewşa siyaseta Tirk de heya niha tu guhertin nehatiye kirin.”

‘Erka her kesî ye ku rê li ber şerê salan tê kirin bigire’

Ciwan Îso di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku ji her kesî tê xwestin ku rê li ber şer bigirin û wiha bilêv kir: “Ji her kesî tê xwestin, gelê Tirk, Kurd û hemû gelên di hundirê Tirkiyê de jiyan dikin ku rê li ber şerê ku bi dehê salan tê kirin, bigirin. Ji bo vê jî pêwîst e civaka Tirkiyê hemû jî bikeve nava tevgereke mezin de, gerek saziyên sivîl, saziyên mafên mirovan û saziyên hiqûqî di hundirê Tirkiyê de tev bi hevre di nava kar û xebatê de bin, ji bo pêvajo here serî. Herwiha xalên ku di hundirê projeyê de hatine tesbîtkirin li ser erdê pêk bên, ev jî wê bikeve xizmeta hemû siberoja Tirkiyê de, ji bo aramiya wê û pêşketina dewleta Tirk di gelek dosayan de, doza mafê mirovan û hwd… Li ser vî bingehî jî pêwîst e gavên pir girîng bên avêtin. Lewam ji bo vê yekê di asta yekemîn de ji hikumetê tê xwestin, hem ji parleman û ji serok komarê Tirkiyê jî tê xwestin vê pirsgirêkê çareser bikin, ji bo azadiya Rêber Apo û hem jî ji bo demokratbûna Tirkiyê pêwîste ku ev yek pêkwere.”

‘Pêwîst e Rêber Apo bi xwe pêvajoyê bi rêve bibe’

Ciwan Îso axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo dewleta Tirk karibe pêvajoya aştiyê ji bo giştî pêş bixe, gerek danûstendinên bi Rêber Apo re ne tenê zêde bibin, di heman demê de mezintir jî bibin û bi awayekî fermî rewşa Rêber Apo ya niha tê de bê guhertin ku ji Îmraliyê derkeve, projeya xwe ya pêşkêş kiriye ew rêveberiya wê bike. Rêber Apo bi xwe dibêje ez amade me û derfetê min ên takekesî, hişmendî, qanûnî û destûrî hene ku ez vê projeyê li ser erdê pêk bînim. Îrade heye û ew îmkan jî li cem Rêber Apo peyda dibin. Lewma da ku ev yek pêk bê û pêvajo biçe serî, aliyê wê yê pratîkî jî ev e; şer bê rawestandin, aştî li Tirkiyê pêk bê û mafê Kurdan li wir were qebûlkirin. Yanî niha gav ne tenê hevdîtin û serdan bin, di vî alî de ku gelek astengî jî derdikevin, lê gerek azadiya Rêber Apo di xetên herî pêş de be. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê karibe hem danûsitandinên xwe, nêrînên xwe û bandora xwe li ser Tirkiyê tevahî jî bike ku pêvajo biser bikeve. Lê dewleta Tirk hem ji bo hevdîtinan û hem jî ji bo mijarên din, astengiyan dide pêş. Ev jî wê ne di berjewendiya dewleta Tirk a demdirêj de be. Eger ev astengî dewam bikin, wê dîsa rewşa Tirkiyê vegere mîna berê û xerabtir jî bibe, di nêrîna min de jî ne gelê Tirkiyê û ne jî gelê Kurd vê yekê qebûl dikin, ji ber hemû baweriya wan bi vê projeyê heye. Ji bo wê ya girîng maseya danûsitandinê ya diyalogê li ser bingehek ku mafê gelan di hundirê destûrê de bê bicîkirin, parastin û erêkirin e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.