Beritan Xalid
Jinên azad tekez kirin ku keziyên jinên kurd wê her hûnandî bimînin weke sondekê û azad weke welatekî , her kesê ku hewl bide kezîyekî qutke wê rastî zayîneke nû ya jinên berxwedêr were, ev jî bersiva hemû jinaye piştî qutkirina keziyê şervaneke YPJ’ê li Reqayê ye .Di dîmenekî gelekî bi êş ku hat belavkirin tê de çeteyek girêdayî Hikûmeta Şamê ku gelekî ji xwe razî ye rahiştiye keziyê şervanekê piştî ku ew şehîd xistiye , vê yekê jî li pêşiya kamîreyê dike , ew dîmen ne tenê dîmenekî hov bû ew peyamek bû ku dixwest bighîne hemû jinan ku îro bi vî şêwazê qirêj dixwazin jinan bê rûmet bikin .Lîstina bi cenazeyan û qutkirina porên wan ew jî yek ji rêbazên tundiyê yê li dijî jina ye , dixwazin bi vê kevneşopiyên jinên kurd ji holê rakin , ji ber di nêrîna wan de ew e ku şer bi mirina mirovan xilas nabe .
Di Hêrêmekê weke herêma Cizîrê de li cem kurd û ereban di gelek deman de hûnandina keziyan di demên êşa mezin de weke windakirina mirovekî nêzîk ve , carnan jî jinên bi temenê xwe mezin di windakirina xizmekî xwe yê nêzîk de kezîyê xwe qut dikin , weke wate tê ku ew kezî tişta herî bi nirxe li gel jinê ye loma dike weke diyarî , ev jî jinên xwedî îradeyeke azad dikin , loma li gel kurdan qutkirina keziyan tê wateya destavêtina li rûmetê ye .
Ev kirin ne tenê destavêtina ji keziyê şervanekê ye , ev tê wateya destavêtina li pîroziyên li gel hemû malbat û eşîra ye , tê wateya derbaskirina xetên sore bê çawa li dijî civakan vê dikin û ev dijminatiye . Kezî ew keziyên kurdan e , hûnandiye bi bingehên kurdan , girêdayî ye bi welatekî bi êş ku xwîn rijandiye , ev sûc dihêle ku weke sûcekî dijî sembol û mirovahiyê bê kirin . Di wijdana kurdan de ev ne tenê xemilandine , lê ev somboleke ku koka xwe ji dîroka civakî û ruhî tîne , girêdayî hêza jinên kurd û cesareta wan e , bi wata ku jin şirîke di tekoşîn û parastina ax û nasnameyê de .Di çanda ereban de jî , porê jinan weke girêdana bi bingehên namûs û rûmetê ve ye , dibînin ku ew por beşeke ji rûmeta malbatê tevahî ye ne tenê milkê wê jinê ye . Lewma qutkirina por li cem eşîran weke sûcekî mezin tê dîtin ji ber gelek wateyên xwe heye . Ji ber vê qutkirina keziya şervanekê li cem kurd û ereban nehat qebûl kirin û gotin we keziyek qut kir û bi milyonan kezî bên hûnandin .
Li vir mirov nikare li vê bûyerê weke bûyereke ji rêzê binere, ev dikeve rêze sûcên ku bi salan li dijî jinên kurd tê kirin , ji ber vê hemû jinan dest bi kampanya hûnandina keziyan kirin û li hemû welatan jinan piştgiriya xwe bi jinên kurd re nîşan dan û peyamên gelekî bi hêrs dan .Mirov li vir dikare bêje ristika porê ku dikaribû tenê wekî beşek ji laş were dîtin، bû beşeke berxwedanê û pira ku navbera kes û civakê girê dide، û peyamek komî û bihêz e ku dibêje: tiştên ku bi zorê têne standin an jî têne binpêkirin، tu carî ji bîr û nasnameyê nayên rakirin. Ristik bû dirêjahiya dîrokê، neynika çandê û şahidiya xweşberdanê، û sembola nifşekê ku li dijî zulmê ser neketinê qebûl nake. Bi vê kirina sembolîk re، jinan laş، rûmet û bîranîn dîsa bi awayek nû wate kirin.






