Esma Mistefa
Jina ku di zihniyeta dewlet û malbatê ya zayendperest de hatibû rûbirûyê hev, di serdemeke ji serdemên dîrokê bû weke hebûneke ne diyar; Ew jî serdema DAIŞ bû. Li hember wê hêza ku weke tunekar û tufana li ser îdeolojî û hebûna wan; Ew jî tofana YPJ û QSD’ê bû. Di vê raporê de em ê bi taybet rewşa jina Ereb li Reqayê ku di gelek pêvajoyan re derbas bû, bigrin dest.
Reqa bajarekî çawa ye?
Parêzgeha Reqa li bakurê Sûriyeyê ye, li ser qeraxa rojhilatê Çemê Firatê, bi qasî 160 km durî rojhilatê bajarê Helebê ye. Bajarê Reqayê gelek şûnwarên kevnar dihewîne ku dîroka wan vedigere serdem û şaristaniyên cuda yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn. Sê kîlometre li bakurê yek ji deriyên Reqayê, ku Deriyê Bexdayê ye, bermahiyên sê qesrên arkeolojîk ên girîng hatin keşifkirin. Her wiha ji girîngtirîn şûnwaran Keleha Cebar û Qesir El benat in. Rûbara wê 19 hezar û 600 km2 û bi qasî milyonek kes lê dijîn. Her wiha bajarê Reqayê xwedî cihekî strajetîk e ku di aboriya Sûriyê de rolekî girêng dilîst.
Bi destpêkirina kirîza Sûriyê re li Reqa çi qewimî?
Bi destpêkirina kirîza Sûriyê di sala 2011’an re, hejmareke zêde ji gelên Sûriyê da ku xwe ji şer û dewletê rizgar bikin, koçberî bajarê Reqayê bûn û piştre bû keleha sereke ya çeteyên ku navê opozisyênê li xwe dikirin. Bi rêya wan, çeteyên DAIŞ’ê derbasî nav bajarê Reqayê bûn. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajar bi tevahî dagir kirin. Di wan 4 salan de ku beriya ku sala 2017’an de bê rizgarkirin, Reqa bû parêzgeh û peytexta DAIŞ’ê ku hemû çete û cîhatîstên ji hemû welatên cîhanê xwe tê de birêxistin kirin û weke bajarê xwe ragihandibûn.
Jin di Reqayê de
Di nirxandina rewşa jinan di serdema DAIŞ’ê de dibe ku em nikaribin di hemû aliyan ve bigrin dest û heqê wê bidinê, lê belê em dikarin weke cihê kuştina rih û bedena jinê pênase bikin. Di wan 4 salan de gelek jin ji aliyê hişmendiya DAIŞ’ê ve dihatin perwedekirin û bikaranîn. hinek ji wan di aliyê leşkerî de dihatin bikaranîn û hinek jî di aliyê weke ku bibe jina DAIŞ’iyekî dihate bikaranîn. Hele hele çi bi serê jinên Şengalê kirin..
Di wan salên ku Reqa di bin serweriya DAIŞ’ê de bû, Reqa bi zihniyet û qilifê DAIŞ’ê hate sazûmankirin. Hemû mêr di civakê de weke leşker û cîhadîst dihatin perwerdekirin, Jin di civakê de nîn e, hebe jî di zîndanên jinan yên DAIŞ’ê de kar dikirin, ji derveyî wê tu hebûna jin di nava civak û jiyanê de nîn bû. Zaroka 4 salî nedibû ku bi cilên xwe yên zarokan derketiba kolanan, divê ji jor ve heyanî jêr bi rengê reş bê pêçandan. Helbet Cilên jinên DAIŞ’ê jî nedişibûn cilên her jineke misilman. Ew bi terîqteke xwe ya taybet ji xwe re cil çêkiribûn ku ger em bala xwe bidinê heyanî niha jî hinek jin hene wan cilan li xwe dikin.
Di reqayê de Katîba Xensai hebû ev ketîbe ango yekîne, yekêneya jinan bû yan jî celadê jinan bû. Jinên ku rêvebertiya wê ketîbeyê dikirin, hemû jin û keçên ku derveyî xeta DAIŞ’ê û fikra Îslama wan ya tund diketin, yekser digirtin bi wan girtinan re yan tu diçû zîndanê yan jî tu dibû cariyeke gel serkirdeyekî DAIŞ’ê. Pirî caran jinên ku dihatin girtin hêvê dikirin ku di zîndanê de jiyana xwe fena bikin û nekevin bin destê wan DAIŞ’iyan.
Mêr hatin serjêkirin, jin û zarok hatin firotin… Ji Şengalê heya Reqayê
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişê Êzidiyan kir DAIŞ’ê bi hezaran jinên êzidî revandibûn, Fermanên ku bi serê wan de hatine kêliyekê jî ji bîra wan naçe. Gorên komî yên li ber çavên civaka Êzidî dihatin çêkirin, agir bi dilê wan dixin. Li gorî qeydên fermî 81 gorên komî hene. Dibe ku hejmar ji viya zêdetir be jî. Welhasil; DAIŞ dema ku xwe di Reqayê de bicih kir, hemû gelê Êzidî ji jin, mêr û zarokên ku hatibûn girtin bi xwe re anîn wê derê û li meydana Reqayê yê piştre bû Qada Azadiyê mêr hatin serjêkirin, jin û zarok jî di bazaran de hatin firotin. Ev bûyer wê her bimîne lekeyek di bîrwariya dîrokê de ku li ser jenosayda Êzidiyan tu dewlet û rêxistinên cîhanê dengê xwe nekirin.
Li ser jinên Êzidî siyaseteke hîn qirêjtir dan meşandin, digotin qetilkirina wan, şewitandina wan û tecawîzkirina wan helal e. Bi vê yekê her jineke Êzidî bi deh caran hate firotin û kirîn, ji xwe re bikar dianîn û di malê de weke xizmetkar bikar dianîn. Em dizanin ku tişta em tînin ziman bi êş in, lê ev rastiya zihniyeta wan yê li hember hemû pêkhate, ziman û baweriyan e, bi taybet li hember jina Kurd. Ev rastityên ku nayên jibîrkirin ger sedsal jî li ser re derbas bibe ye.
Avakirina tirsê û xwevekişndina hêzên cîhanî ji wan
Di wî bajarî de ku bajarê Tepqa jî jê ne gelek dur e û Dêr Zorê xetekî cîhadîst û DAIŞ’ê hatibû avakirin. Ew rewş çar salan dom kir rêxistinbûna xwe tê de xurt kirin û hêza xwe ji wehşiyeta ku bi rêya ragihandinê û medya dijîtal didan diyarkirin, bidest xistibûn. Bi van rêbazan ku tirs di dilê her kesî de didan avakirin, da ku tekez bikin tu kes nikare wan têk bibe. Avakirina rihkî ji tirsê hêşt ku hemû cîhan xwe ji ber van hovan baş ve bikşîne û bûn terora herî xeternak li ser rûyê herdê. Dewletên cîhan, global, navnetewî û hemû rêxistinên navnetewî tirs li hember wan jiyan kir. Rûxmê ku em dizanin di avakirina vê terorê de, destê hemû hêzên cîhanê heye, da ku bi vê zihniyetê Rojhilata Navîn bi taybet talan bikin, navê Îslamê xira bikin û şer avabikin e. Lê bi berbelavbûna vê zihniyetê û van kesan re, êdî xeteriya wan li ser ew hêzên ku bi destê wan hatine avakirin çêbû.
Di vir de yekemîn û yekane hêza ku karibû li hember vê rêxistin, teror û zihniyetê şer bike hêzên YPJ-QSD’ê bûn.
Pêvajoya rizgariyê
Rizgarkirina Reqayê ne bi tenê li herêmê, di heman demê de di qada navnetewî de jî di şerê berxwedana gelan de pêngaveke mezin bû. Ev pêngava ku hêza jinan YPJ û Yekîtiya Jinên Şengalê YJŞ’ê pêşengî jê re kir, bi rizgarkirina gelê herêmê û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de bi serkeftî bi encam bû.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û bi hevkariya Kowalîsyona Navneteweyî di 20ˈê Cotmeha 2017’an de rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand. Piştî wê yekser xebatên jinûveavakirinê û rêxistinkirinê dest pê kir. Di cîhanê de çawa ku Kobanê terora DAIŞ’ê têk birin di heû cîhanê de careke din terora DAIŞ’ê ya ku xwe di Reqayê de bi hemû hêza xwe birêxistin kirinbû, bi destê QSD’ê û YPJ’ê ji holê hate rakirin ev pêvajo muhra xwe li hemû cîhan û hêzên navnetewî kir ku yekemîn hêza li ber van hovan û zihniyetê bi îdeolojiya avakirina pergaleke demokratîk, aştî û wekheviyê di nava hemû pêkhateyên herêmê de; Ew jî QSD’ê bû.
Rizgarkirina jin û pêvajoya Rêverberiya Xweser
Bi hezaran jin ji girtîgeh û di bin destê wan teroran de ji jinên Êzidî bigre heyanî yên Ereb û Kurd, hatin rizgarkirin. Ev yek di dîroka mirovahiyê de weke avakirina jiyaneke nû ji her jin û zarokakî re bû. Di dîmen û wêneyê di dema rizgarkirina van jinan de, bi hawara rizgariyê ber bi hêzên YPJ’ê ve dibeziyan û tililiyên serkeftin û azadiyê li badikirin. Helbet ev yek erka hêzên YPJ’ê ye ku heya niha jî li ser wê bingehê têkoşîna xwe didomîne. Jin, keç û zarokên Êzidî bi hezaran hatin rizgarkirin û ji gola qirkirinê hatin xilaskirin. helbet gelek jin û zarok jî hatin revandin û girtin ku heyanî niha jî di gelek oparasyonan de têne rizgarkirin.
Di destpêkirina rêxistinkirina gel û avakirina saziyên Rêverberiya Xweser re. Xebatê jin jî hate birêxistinkirin êdî sazî û tevgerên xweser ji Kongra Star bigre heyanî cîhgirtina jin di hemû saziyan de. Ev yek bi esasgirtina sîstema hevserokatiyê re, jinên Ereb cihê xwe di hevserokatiya xebatê giştî de goirtin. Her wiha di xebatê perwerdehiyê û ji nû ve pêşxistina jinan li ser bingeha peradîgma Netewa Demokratîk û azadiya jin. Jina Ereb bi taybet ku ev cara yekemîn e di nava pergaleke wiha de dikare jiyan bike de, di cihgirtina di nava saziyên Rêveberiya Xweser de pir çalak û rol girt. Bi hemdemiya zihniyeta dewlet, pavksalar û zayenperest re; jina Ereb têkoşîna navxweyî ya guhertina zihniyet û xwe îsbatkirinê li ser du aliyan meşand. Êdî di hemû sazî, rêxistin û destgehên Rêveberiya Xweser û xebatên xweser de jina Ereb li kêlek jina Kurd û hemû pêkhateyên din rol û hebûna xwe ya sereke hebû. Ev yek heyanî sala 2026’an dom kir.
Guhertina serdema azadiya jin ber bi vegera serdema tarîtiyê ve
Bi guhertina dengeyên siyasî û geşedanên ku piştî hatina hikumeta demkî ya Sûriyê re qewimîne, piştî şer û berxwedaniya ku li her du tayxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye kirin. Hikumeta demkî bi serpereştiya komên çekdar yên berbelav pêk tê, berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Komên çekdar bi binpêkirina hemû lihevkirinan re di 16’ê Çile de Reqa hate hedefgitin. Di encam de hêzên QSD’ê piştî rêkeftinan paş ve hatin û Reqa weke bajarê rizgarkirî ji aliyê komên çeteyan ve hate ragihandin. Jin careke din ketin serdema DAIŞ û zihniyeta tarîtiyê. Ya balkêş ku ev jin bi dilxweşî vê carê ev yek qebûl kirin!! Gelo piştî wê jina ku nedikarî peyva siyasetê bîne ser ziman, bû siyasetmedar. Jina ku tu nêrîna wê di civak û sîstemê de nîn bû, bû hevserok û cihê biryarderxistinê. Jina ku sporr nedizanî çi ye bû hekem…Gelo wê vegere rewşeke çawa?






