Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê çek hilgirtin û ji bo rewaşa ku Rojava têre derbas dibe û piştgiriya hêzên leşkerî bi daxuyaniyekî moralê xwe nîşan dan.
Di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kirin ku di vê axa pîroz û mûqedes ji kelha şehîd û pekrewanan Şoreşa me dest pêkiriye. Li seranserî Rojava êrişekî hovane heye dixwazin gelê kurd qir û tune bikin, lê li beramberî vê rewşê şervanên azadiyê û gelê kurd li herderî dilê wan lêdide ji bo azadiyê. Ji bo vê doza rast û dirist gelê kurd bi yek dengî bang dike berxwedan jiyane.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser navê hêzên YPG’ê û YPJ’ê yên ku di sala 2014’an de bê teredud çek hilgirtin û li kêleke fermandar nemir şehîd Xebat berê xwe dan çeperên şer. Îro em derbasî dîrokeke nû dibin û em ê bi fermadariya YPG’ê û YPJ’ê van êrişên hovane li ser gelê xwe tune bikin. Bi navê hemû hêzên me yên ku di çeperên şer de ne û silogana wan ya yekemîn yan mirin yan jiyan, em ê careke din bi rihê 2014‘an van êrişên sixte têk bibin. Heger dixwazin bi çend tang û topên xwe hêza me têk bibin, bila baş bizanin ku gelê kurd ne ew kurdên berê ne. Bi sedê salan em di komkujiyan re derbas bûne û dilê me bûye agirê da ku em tola şervanên xwe hilînin, heger ew gavekî ber bi me ve werin em ê deh gavan ber bi wan ve herin.”
Daxuyanî wiha hat bidawî kirin: “Gelê Dêrikê çawa mil bi mil bi şervanên xwe re ne em bi vî moralî serbilindin. Em soza berxwedaniyê didin ji tevahî gelên kurd ên ku li seranserî cîhanê dadikevin qadan, em ê heya dawî parastina bajarê xwe bikin û heger sed rihê me hebê em ê ji bo parastina Rojava bikin qurbaî. Em silavên xwe ji hemû şervanên xwe yên ku di çeperan de rêdikin.”






