Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Keziyê jinê semboleke pîroz e

24/01/2026
in JIN
A A
Keziyê jinê semboleke pîroz e
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman

Di dîrokê de, Keziyê jinan netenê xemilandinek e, lê zimanekî dîtbariye ku nasname, rewşa civakî, rewşa darayî, girêdayî bûna eşîrî û heta baweriyên olî jî diyar dike. Hertim helbestvan, nivîskar û dengbêj di nav axaftinên xwe de pesnê keziya jinê didin, di heman demê de tê nas kirin ku mar ji keziyê jinê hez dike gelo sedem çiye!?

Dema em li dirokê vedgerin dibînin ku hin wêneyên jinê hene mar li pişt wê ye, ev tê wateya ku jin û mar taybet mendiyên wan nêzî hevin; Mar hevalekî başe lê dema ku hin bixwazin wê bi êşînin ew tola xwe dihilîne, heman tişt jin jî dil pak û başe lê dema kesek wê biêşîne yan dest dirêjiyê ser bike ew tola xwe dihilîne. Her wiha mar her meh guhertinan di çermê xwe de çêdike jin jî her meh guhertin di laşê wê de çedibe. Hez kirina mar ji keziyê jinê re ew e ku keziyê wê wek mar pêçayî ye. Dema jin porê xwe dike kezî ev tê wateya bihêz bûnê, li kêlek wê têlên bi tenê tê wateya lawaziyê, tê dîtin ku jinên cihê xwe di hêzên leşkerî de digrin tim keziyên wan hene hêz û xurtbûna wan nîşan dide. Berûvajî vê yekê Porê kurt bi kolatî û cezakirinê ve girêdayî ye. Li gelek cihan birîna pora kesekî bi zorê wek heqareteke giran tê hesbandin ku ev yek diba sembola koletiyê. Di heman demê de dema şerek yan bûyerek di nav civakê de diqewime jin li Peşiya herkesî porê xwe kurdike da ku ev yek bidawî bibe. Mînaka berbiçav dema Şoreşa Jin Jiyan Azadî li dar ket hemû jinan li pêşiya cîhane porê xwe qut kirin da ku dawî li tundiya li ser jinê were. Niha jî li Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn rû didin û çeteyekî girêdayê hikumeta demkî keziyê jineke kurd qut kirbû û xwe pê serbilind didît, xwestin bi vê bûyerê hêza gelê kurd bişkînin, lê li seranserî cîhanê jinan bersiva vê bûyerê da û ji wan çeteyan re nîşan dan ku heger têlek ji porê jinekî were qut kirin wê bi hezaran kezî werin hûnandin. Qut kirina çeteyan ji porê jinê re tê wateya ku ji hêza jinê ditirsin û hebûna jina kurd ji bo wan têk birineke ji ber ku li ber çav wa ye çawa jina kurd di çeperên şer de DAIŞ têk bir. Bi kurtayî keziyê jinan tomarên dîrokî yên zindîne ku çanda civakan û rewşa jinan li seranserî serdeman nîşan dide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.