Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiya DEM; ji bo Rojava 60 milyon Kurd bi ruhê netewî û Kurdîtiyê rabuye ser piyan

22/01/2026
in ROJEV
A A
Partiya DEM; ji bo Rojava 60 milyon Kurd bi ruhê netewî û Kurdîtiyê rabuye ser piyan
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Şandeya Partiya DEM û saziyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, piştî ku li Rojavayê Kurdistanê bi gelek partî û sazîyan re civîyan, daxuyaniyek çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana Rojava berxwedana şert û mafên gelê Kurd e û pêwîst e ku ev berxwedanî bi yekîtiya siyasî û civakî were xurtkirin.

Şandeya DEM Partî û saziyên Bakurê Kurdistanê ku ji Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmoglulari, Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir, hevberdevkên İnîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) ê Kezban Konukçu, Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) yê Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê Komeleya Hiquqnasan Ji Bo Azadiyê (OHD)’ê Mehmet Alî Aslan, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Parlamenterê Dem Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê, îro serdana çend sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê kir. Şandeyê îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Şandeyê derbarê naveroka serdanan de li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyek da saziyên çapemeniyê.

‘Pêwîst e ev Komkujî li Sûrî bi dawî bibin’

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmoğullari da zanîn ku Sala borî li Sûriyê komkujiyên gelek mezin pêk hat û wiha pê de çû: “Di sala 2025`an tevahî cîhan dît ku çawa hikumeta şamê komkujiyên di derheqê Elewî û Durziyan pê anîn, her wiha em îro jî dibînin ku çawa komkujiyan di derheqê Kurdan de jî pêk tîne. Bêguman Sûriya bi dewlemendiye pêkhate, ol û baweriyan tê nasîn, ji ber vê yekê ji şer û nefretê zêdetir pêwîst e mîna biratiyê nêz bibin. Em bawerin ku wê ev şer û pevçûn bi dawî bibe, her wiha hewledanên me jî hene ku ev qirîza di navbere Kurd û hikumetê de bi dawî bibe.”

‘Gelê Rojava ne tenê ye’

Tulay Hatîmoğullari di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e demildest êrişên li ser Rojava bi dawî bin: “Gelê Rojava ne bi tenê ye. Rojava wek gulekê li herêmê vebûye. Bi salan e şerê li dijî gelên herêmê tê meşandin, daxwaza gel jî wek nimûneya li Rojava bijîn. Rojava nêzîkatiyek ku naxwazin bi gelên herêmê re şer bikin nîşan da. Me îro bihîst ku hevdîtin di navbera Şam û Rêveberiya Xwesr de pêk tên, em hêvî dikin ku lihevkirinek pêk bê. Divê demildest êrişên li ser Rojava bi dawî bin, Rojava destkeftiyeke mirovahiyê ye. Wekheviya gelan mîsogeriya Sûriyeyê ye. Her wiha li herêmê lîstokek mezin heye, li hemberî vê divê hêzên demokratîk û aştiyê hestiyar bin û li dijî vê lîstokê bisekinin. Sûriye nikare bi şeran gelên din rake. Li Tirkiyê jî hevdîtinên ku li ser banga 27’ê Sibatê (2025) a birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê hene. Kesên ku dixwazin li Tirkiyê jî şerê Kurdan û Tirkan derxin, li dijî vê pêvajoyê ne. Bila bê zanîn ku gelê Rojava ne tenê ye, duh em li dijî qirkirina gelê Elewî, Sunî û Durzî derketin. Niha jî em li dijî qirkirina gelê Kurd disekinin.”

‘Rêveberiya Xweser ya Rojava bi hemî hêza xwe dixwest jiyaneke nû û aram bide afrandin’

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayındir diyar kir ku gelê Rojava li hemberî van êrişên hovane û dijmirovî bi awayekî xurt û hêza cewherî ketiya di nava parastinê de û li ber xwe dide û wiha got: “Wek tê zanîn ku em di miha nîsana 2025`an de hatin Rojava û li hemî sazî û dezgihên wê serdan kir, di heman demê de gelek nîqaş jî hatin kirin, ev 8 meh derbas bû ji nîsanê heya îro. Niha jî me pêwîstî dît ku em careke din derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Lê belê di meha nîsanê de dema em hatin Rojava me feriq kir ku Rêveberiya Xweser ya Rojava bi hemî hêza xwe dixwest jiyaneke nû û aram bide afrandin,  hewldanên wê ji bo rakirina hemî encamên şer yên li herêmê qewimîn rake, her wiha karîbe jiyaneke nû û avahiya jiyaneke nû bide afrandin. Hewldan da ku ji aliyê tendirustî, jiyanî, mirovî, perwerdahî û beydakirina pêdiviyên jiyanî û mirovî ji gel re bide peyda kirin, her wiha amedekariyên pir mezin li ser erd û bin erd ji bo jiyaneke nû amade dikir. Lê îro em dibînin mîna cavdêrî ku çawa êrişên hovane, bi kompiloyekî heremî ya navnetewî li ser Rojava tê meşandin, li hemberî van êrişên hovane û dijmirovî gelê Rojava bi awayekî xurt û hêza cewherî ketiya di nava parastinê de û li ber xwe dide.”

‘Rojava di demên dîrokî re derbas dibe’

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayındir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêdiviya gelê Rojava bi her awayî bi sekneke dîrokî, berxwedanê û pêşengiya jin û ciwanên Bakurê Kurdistanê heye. Ev çend roj e Bakurê Kurdistanê ji bo gelê me yê Rojava hêviyekî, moralekî derxistiye holê. Pêwîst e li Bakur û Tirkiyeyê, li Başûr em piştgiriya bikin. Ne tenê bi gotin, bi çalakî û bi derfetên zehmet jî be xwe bigihînin Rojava. Beşdarî berxwedana Rojava bibin. Rojava di setên dîrokî re derbas dibe. Eger encamên nebixêr pêk bên, dê ne tenê li Rojava bimîne. Dê li Başur, Zagrosan û çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Ji ber wê jî li hemberî van êrişan têkoşîna gelê Rojava îro 60 milyon Kurd bi ruhê netewî û Kurdîtiyê rabuye ser piyan. Em bang li Ewropayê jî dikin, divê demildest û teqez zor bidin derfetên xwe, xwe bigihînin erdnîgariya Rojava. Ji bo serkeftina têkoşînê her piştevaniyek pir girîng e. Ev çalakiyên derketine pêş, dê hêzên planên xirab dikin neçar bikin ku komên xwe danin pêş xwe û hesabên rast bikin. Lê hîna hêviya wan ji şer, kuştinê, têkbirinê heye. Dibijin em ê serbikevin. Lê dostên Kurd û gelê Kurd piştgiriyek wan a mezin heye. Me gelek caran di dîroka nêz de ev rewş derbas kiriye. Eger em cewherê xwe, bi hêza xwe bawer bin. Em ê serbikevin.

Bangawaziya me ji tevahî sazî, tevger û partiyên Kurd re hene. Gelê Kurd hewara yekîtiyê dike. Em li vir bi vê şandeyê me xwest vê hest û helwestê ne tenê bi gotinan bi pratîkî jî pêk bînin. Xwe bigihînin Rojava. Em li vir in, em ji cîhanê re îlan dikin. Saziyên sivîl, saziyên mafê mirovan, her tim digotin em denydarên Kurdan in. Gelên herêmê yên digotin eger îro em dijîn em deyndarê Kurdan in. Divê piştgiriya xwe ya şênber û vekirî ji berxwedan û gelê me yê Rojava re eşkere bikin.”

‘Bila Şengel ji bîra me neçe’

Xerîb Hiso di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Rojava niha bûye rojevek di tevahî cîhanê de û Kobanê jî, ev 15`e roj bê navber êriş, komkujî, talankirin, revandin û hwd.. hikumeta demkî li ser Rojava dide meşandin. Ev yek jî encamê kompiloyeke navdewletiya, em dibînin ku dewletên cîhanî xwe bêdeng nakin, lê dema mijar dibe zilm engo qirkirin ev dewlet xwe ker û lal dike, çima li hemberî komkujiyan û hovîtiya çeteyên DAIŞ û Colanî xwe bê deng dike. Ev yek komployeke xetrnake û metirsiyeke herî mezine li ser gelê Kurd yên Rojava. Lê bila Şengal ji bîra me neçe ku heya niha hijmarekî pir mezin ji jinên Şengalê çarenûsa wan ne diyare. Belkî li hemberî van kiryar û sûcan kî çikir. Wê demê jî civaka navdewletî hebû lê xwe bêdeng kir. Niha jî eyînî rêbaz tê meşandin ku metirsî dide avakirin. Niha jî wek ku tê dîtin şandeyek ji Bakurê Kurdistanê derbas Rojava bûye, ev dide diyar kirin ji tevahî cîhanê re ku em heya niha û dawî jî li dû pîvanê biratiya gelan tevbigerin. Her wiha em dizanin ku DAIŞ û HTŞ`ê biratiya gelan naxwaze çêbibe, ji berk u e3w pîvanên exlaqî li cem wan tune ye. Em ê heya dawî li gor pîvanên xwe yên exlaqî tevbigerin û dewam bikin.”

‘Dixwazin komkujiyên şengalê li Rojava bidin dubara kirin’

Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li Rojava kompilok tê meşandin û dixwazin komkujiyên şengalê li Rojava bidin dubara kirin û wiha domand: “Li Kobanê jî îro bi hezaran kes lê jiyan dike, lê niha em dibînin ji aliyê çeteyên HTŞ û DAIŞ`ê ve dorpêçekî gekel giran lê tê meşandin. Her wiha dema ku ev şer newe rawistandin wê çarenûsa jin û zarokan çawa be, kî dizane? Wê demê ku komkujiyên mezin li ser Rojava çêbibe wê dewletên desthilatdar bersifa wan çibe. Di dîrokê de wê çawa karîbin xwe îfade bikin, mûmkine Şengalekî din ava dubara bikin. ihtîmala vê yekê heye, em jî li gor wê me tedbîrê xwe girtiye û bang li gelê xwe yê Rojava kir ku bikevin nava seferberiyê de û parastina xwe bikin, bêguman parastina me jî rawa ye. Helbet tenê em neketine di nava parastin û seferberiyê de, li tevahî Kurdistan û derveyî wê gel rabuye li ser piayn li qadana, di heman demê de xwe bi berxwedaniya Rojava re kirine yek. Piştgirya wan ji bo Rojava tenê ji bo me hêzekî herî mezin û bi wateye. Li ser vê bingehê pêwîst e her kes daxwaze aştî, demokratî û aramiyê bike. Êdî bese ji bêdengî û sûcên şer e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.