Stêrk Mihemed/Qamişlo
Jinên ciwan ên Efrînê û Qamişlo ji bo şermezarkirina qutkirina keziya jina Kurd li çarxereya Rojava çalakî li darxistin.
Îro li bajarê Qamişlo li çarxereya Rojava bi pêşengtiya jinên ciwan yên Efrînê û Qamişlo çalakî ji bo şermezar kirina tundiya ku çeteyên hikumeta demkî HTŞ’ê li ser şervanên jin dikin û keziyê wan qut dikin hat lidarxistin. Herwiha di çalakiyê de bi dehan ji jinên ciwan û temen mezin amade bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgiritin li ser giyana Şehîdan û xwendina sirûda Netewî hate dest pê kirin. Piştre axaftin ji aliyê jineke ciwan a bi navê Roz Elî ve hate kirin.

Roz Elî diyar kir ku bila tevahî cîhan bizanibe jina Kurd û Mêra kurd li kêleka hev di her qadê de xebat didin meşandin û wiha got: “Tu carî em dest ji îrade û Kurdiyeta xwe bernadin, her keziyek jinê hêjayî simbêla hemû çateyane. Tu carî îradeya jina Kurd nayê şikandin. Çawa ku jina Kurd li Kobanê, Serêkaniyê, Girê Spî, Til koçer û Şengalê de li ber xwe dan em ê îro dîsa li ber xwe bidin. Bila dijmin baş bizanibe tu carî gelê Kurd naşkin û wê hertin jina Kurd têkoşîn û berxwedaniya xwe berdewam bike.”
Çalakî bi kezîkirina porê jinên ciwan û silogana Jin, Jiyan, Azadî û bijî berxwedan YPJ’ê bi dawî bû.






