Lîloz Hisên
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump piştî demek ji gefxwarina êrişa li ser Îranê, ragehand ku ew ê di vê demê de operasyona leşkerî li dijî Îranê pêk neyine.
Serokê Emerîkayê Donald Trump piştrast kir ku wî biryar daye ku êrişa leşkerî ya plankirî ya li dijî Îranê betal bike û tekez kir ku ev biryar wekî însyatîfeke wî ya kesayetî hat, ne ji ber zextên derve an navbeyankariyeke navdewletî ye.
Serokê Emerîkayê eşkere kir ku rayedarên Îranê darvekirina zêdetirî 800 kesan ku hatibû plankirin rawestandiye, ev gav wekî faktorek diyarker di biryara wî de dîtiye û wiha zêde kir: “Ew ê duh zêdetirî 800 kesan darve bikirana û ez rêzê li biryara wan a betalkirina wê digirim.”
Piştî hefteyekê tijî gef û aloziyên leşkerî, xuya dibû ku wê herêm li ber pevçûnek eşkere ya Emerîka-Îranê derbas biba. Serokê Emerîkayê Donald Trump biryarek ecêb da, ku êrişa leşkerî ya li ser Tehranê pêk anîba betal kir, ev kêlî di Washingtonê de wekî biryareke herî hesas hat wesifandin ji destpêka vegera wî ya Koşka Spî.
Li gorî hin çavkaniyên herêmî hate eşkere kirin ku hin hewildanên dîblomasî di demên dawî de hatin kirin, ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Îran û Emerîkayê de, piştî hişyariyên ji nêz ve bi pêkanîna êrişeke leşkerî ya Emerêkî li dijî Îranê.
Li gorî Financial Times, pênc çavkaniyên nêzîkî hikûmetên Rojhilata Navîn gotin e ku rêze têkilî, hin ji wan rasterast di navbera Washington û Tehranê de hatin kirin, ji bo kêmkirina aloziya di navbera her du welatan de, di demekê de ku herêm li ber pevçûnek xeternak ve diçû.
Di heman demê de rojnameya New York Times, li gorî ku ji rayedarekî payebilind ê Emerîkî girtiye, hat eşkere kirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di pêwendiyeke telefonî de ji Trump xwest ku her planeke gengaz a êrişa leşkerî ya Emerîkî li dijî Îranê betal bike.
Raportê diyar kir ku ev pêwendiya telefonî bi daxuyaniya Trump re hevdem bû ku wî agahî ji çavkaniyên pir giring ên li aliyê din wergirtiye, ku nîşan didin ku rayedarên Îranê dev ji kuştina xwepêşanderan berdane û bi darvekirinan berdewam nekirine.
Tevî van pêşketinan, rayedarê Emerîkî tekez kir ku Trump vebijarka leşkerî bi tevahî dûr nexistiye. Herwiha destnîşan kir ku serokê Emerîkayê hîn jî senaryoyên ku ji hêla rêberên leşkerî ve têne pêşkêş kirin dinirxîne û her biryarek pêşerojê dê bi wê ve girêdayî be ku dezgehên ewlehiyê yên Îranê çawa bi xwepêşandanên berdewam re mijûl dibin.
Di heman çarçoveyê de, malpera Emerîkî ya Axios ragihand ku Trump biryara dawî ya li ser destpêkirina êrişeke leşkerî li dijî Îranê paşve dixe, di demekê de ku Koşka Spî û hevalbendên wê li ser dema her operasyoneke muhtemel û şiyana wê ya bandorek rastîn li ser aramiya rejîma Îranê, di nav xwe de şêwir dikin.
Hemû vebijark li ser maseyê ne
Ji aliyê xwe ve, Koşka Spî piştrast kir ku hemû vebijark hîn li ser maseyê ne. Berdevka Koşka Spî Carolyn Leavitt got ku rêveberiya Emerîkayê Tehranê agahdar kiriye ku kuştina berdewam a xwepêşanderan dê encamên wê yên cidî hebin.
Leavitt zêde kir ku serokê Emerîkayê ji rawestandina nêzîkî 800 darvekirinên agahdar e û tekez kir ku tenê komek piçûk di nav rêveberiya Emerîkayê de ji hûrguliyên planên derbarê Îranê de agahdar bû.
Zêdebûna aloziyê û şandina nameyan
Di nav çend rojan de, Trump asta gotinên xwe gihand asteke bêhempa, her cure hevdîtinên bi rêveberiya Îranê re betal kir û bi eşkereyî bang li xwepêşanderên li hundirê Îranê kir ku rejîmê hilweşînin, di heman demê de îşaret bi piştgiriya bilez a Emerîkayê kir.
Ev yek bi nîşanên li pey hev ên amadekariyên leşkerî yên berfireh re hevdem bû, vê yekê nîşan da ku pêkanîna êrişê meseleya demê ye ne zêdetir.
Ev rewşa aloziyê ku li ser tevgerên meydanî nîşan da, di nav de jinûve bicihkirina hêzên Emerîkayê, xurtkirina hebûna deryayî û hewayî li herêmê, di dîmenekê de ku destpêka aloziyên leşkerî yên berê ku bi şer bi dawî bûn, anî bîra mirovan.
Amadekarî qediyane
Li pişt perdê, serokatiya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî li ser wê texmînê bû ku di nav çend demjimêran de biryarek siyasî dê were dayîn. Tevgerên lojîstîkî, valakirina qismî ya baregehên hesas û xurtkirina pergalên parastina mûşekî hemî asta cidîbûna amadekariyan nîşan didan.
Di hundirê odeya biryardanê de, Trump nirxandinên cuda yên li ser zêdebûna rageşiyê guhdar dikir. Berpirsyarên leşkerî hişyarî dan ku her êrişek her çend jî bi lez û biryradar be, dê qelskirin an hilweşandina rejîma Îranê garantî neke û dikare derî li ber reaksiyonek bi rêz veke ku kontrolkirina wê dê dijwar be.
Li gorî wan nirxandinan, aliyê herî xeternak ew e ku Washington di wê gavê de wê nikaribe bikeve pevçûneke dirêj, di heman demê de parastina hêz û hevalbendên xwe misoger bike, nemaze di ronahiya tora bandora herêmî ya Îranê de.
Gefên devikî bûn bandoreke neynî
Trump bi bilindkirina asta gefan bi awayekî eşkere, xwe xist ezmûneke baweriyê, her çend peyamên tund ên ku ji Tehranê re hatine şandin jî, nehiştine ku desthilata rejîmê qels bibe, lê belê rayedarên Îranê zordarî zêdetir kir, da ku li ber her hewildanên ku deriyê her destwerdaneke biyanê rê bigre.
Çavdêr dibînin ku ev gurbûna gefên devikî bandoreke berevajî çêkir, ji ber ku rejîma Îranê bi lez xwepêşandanan tepisand berî ku bibe kaxizeke zextê di destê Washingtonê de.
Nîgeraniya li ser tenêhiştina xwepêşanderan
Li Washingtonê, fikar derketin holê ku teşwîqkirina eşkere ya xwepêşanderan, bêyî amadebûneke rastîn ji bo destwerdanê, dibe ku wan bi zordariyê re rû bi rû bihêle. Ev fikar ne tenê exlaqî bû, lê di heman demê de siyasî jî bû; weke ku tê şîrove kirin, ji ber ku têkçûna xwepêşanderan dê rasterast bandorê li ser wêne û bandora Dewletên Yekbûyî bike.
Hin dengan di nava rêveberiyê de dîtin ku berdewamiya bi gefê bêyî bicîhanînê, an jî bicîhanîna bêyî stratejiyeke derketinê, her du jî vebijarkên buha ne.
Gaveke bêdeng a veguherînê
Xîtaba Trump hat guhertin, zimanê tund a êrişeke nêzîk winda bû, nîşaneyên mîna peyamên ne rasterast derket tê destnîşan kirin ku darvekirin hatiye rawestandin, bi belavbûna van nîşaneyan, Trump hisabên xwe vegerand û biryar da ku rêya êrişê rawestîne.
Guhertin di yek carê de nehat ragihandin, lê belê hêdî hêdî bi rêya daxuyaniyên kurt derket holê, berî ku paşê were piştrast kirin ku vebijarka êrişê hatiye cemidandin.
Rewşa Îranê di xwepêşandanan de
Çalakvanên hiqûqî raghandin ku zêdetirî 3 hezar kes di xwepêşandan de hatin kuştin, di heman demê de tomarkirina çalakbûna di Enternêtê de piştî ku qutbûna wê demekê berdewam kir, li gorî ku Reuters raghandiye.
Rêxistina mafên mirovan HRANA ya navenda wê li Emerîkayê ye, raghand ku wan kuştina 3090 kesan lêkolîn kiriye, di nav de 2885 xwepêşander in, niştecihan diyar kirin ku hemleya tepisandinê bi awayekî mezin xwepêşandan rawestand, di heman demê de medyaya fermî ragihandin ku girtinên zêdetir çêbûne.
Ji bo bidawîkirina hukmê Melayî xwepêşandan li dar ketin
Xwepêşandan di 28’ê Kanûnê de, li hember paşxaneya pirsgirêkên aborî dest pê kirin û veguherin xwepêşandanên berfireh ji bo bidawîanîna desthilatdariya Melayî li Îranê, ku di dawiya hefteya borî de bi tundûtûjiyek berfireh gihîştibû lûtkeyê.
Serokê Emerîkayê Donald Trump gefeke tund li Îranê xwaribû ger xwepêşanderan bidarve bike, lê piştre ragihandi ku rêberên Tehranê dev ji fikra bidarvekirina girseyî berdane.






