Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke exlaqî û polîtîk e

21/01/2026
in Serbest
A A
Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke exlaqî û polîtîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Rêveberiya Xweser ji despêka damezrandinê ve û heta niha parastina mafê hemû netew, ol û pêkhateyên herêmê dike. Armanca wê ya sereke jî pêkanîna demokrasî, wekhevî û edaletê ye.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê berî ku Rêveberiya Xweser bê avakirin, di pêvajoyên giran û dijwar re derbas dibûn. Mafên wan ên rewa hatibûn çewisandin û nasnameya gelê Kurd û zimanê Kurdî nedihat qebûlkirin. Ev tev jî di encama desthilatdariya yek reng û navendî de bû. Lê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikaribû bibe deng û îradeya gelê herêmê da ku di nava ewlehî û aramiyê de bijîn û mafên xwe yên jiyanî bidest bixin. Her gavek ku Rêveberiya Xweser îro davêje, mîrasa şoreşa 19’ê Tîrmehê ye ku bi şoreşa jinê tê pênasekirin. Yek ji destkeftiyên vê şoreşê ew e ku her netewek bi ziman û nasnameya xwe dijî, herwiha di dibistanan û qadên perwerdehiyê de jî her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne.

Di 2014`an de pergala Rêveberiya Xweser li her sê kantonên Efrîn, Firat û Cizîrê bi armanca hembêzkirina hemû pêkhate û gelên herêmê, ji bo rêvebirina civakê ya bi deng û nêrîna gel, hata avakirin. Gel dikare xwe bi xwe bi rêve bibe, ji komînan bigre heya meclîsan. Girîngiya Rêveberiya Xweser ew e ku ji ber bi salan e gelê herêmê hatibû bişaftin û tunekirin, bi taybetî gelê Kurd ê ku bi siyaseta qirkirina çandî, aborî û civakî re ji aliyê sîstema Baasê re rûbirû diman.

Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê

Di 21’ê Çileya sala 2014’an de piştî tekoşîneke mezin a bi salan Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê hate avakirin. Rêveberiya Xweser yekem car li Cizîrê hat damezrandin, paşê li Efrîn, Kobanê û hwd… Di destpêka damezirandina vê rêberiyê de gelek êriş li serê hatin kirin û bû hedefa dewletên hegemon û desthilatdar. Rêjîma Baas hewl da ku Rêveberiya Xweser têk bibe û dewleta Tirk dest bi êrişî Rojava kir û bi riya DAIŞ’ê xwest Kobanê dagir bike. Piştî lewazbûna rêjîma Baas ku di wê demê de hemû saziyên wê ji xizmetê derketin û şoreş dest pê kir, êdî hewce dikir ku civak di hemû waran de xwe bi rê ve bibe. Rêveberiya Xweser di encama berxwedaniya gelan a li dijî zilmdariya rêjîmê ava bû. Wekî tê dizanin ku rêjîma Baas siyaseta desthilatdarî, istixbaratî û navendbûyînê dida meşandin. Lê civakê li hemberî vê sîstemê li ber xwe da û dest bi rêvebirina xwe kir. Lewma jî gel bi hemû pêkhateyên xwe ve, partiyên siyasî, sazî û tevgerên jin û ciwanan li ser bingehê Neteweya Demokratîk derbasî qonaxeke nû bûn. Êdî serdema serweriya rêjîmê çû û bi fikrekî nû li ser bingeha sîstema demokratîk li hemberî sîstema netew-dewletê civakê xwe bi rê ve bir.

Ji destpêka avabûne Rêberiya Xweser êriş li ser tên meşandin

Rêveberiya Xweser bi dirêjahiya avabûna xwe ve rastî êrişan hatiye, di encamê de hin herêmên wê ketin bin sîwana dagirkeriya Tirk. Dagirkeriyê bi riya çeteyên DAIŞ û komên girêdayî xwe deverên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Hêzên desthilatdar di hemû waran de êrişî Rêveberiya Xweser dikin. Di destpêkê de êrişên siyasî hebûn, van hêzên desthilatdar dixwestin rêveberiyê û sîstema wê reş bikin. Her wiha van hêzan bi armanca têkbirina Rêveberiya Xwese, hertim didan xuyakirin ku Rêveberiya Xweser parçebûna xaka Sûriyê dixwaze. Di heman demê de hewldan hatin kirin ku danpêdaneke bi vê rêveberiyê li ser asta cîhanê pêk neyê. Di heman demê de ji milê aborî ve herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bifetisînin. Da ku Rêveberiya Xweser vala bihêlin û jêderên jiyana gelên me têk bibin. Sedema van êrişan jî ew e ku Rêvberiya Xweser xwedî projeyek demokratîk e û ev proje li dijî hêzên desthilatdar û hegemonîk e. Heta roja îro jî ev êriş bi tevahiya cureyên xwe ve li ser Rêveberiya Xweser û gelên wê tên meşandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Kobanê

Di 27’ê Çileya 2014’an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Kobanê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Ev proje ji bo pêkanîna yekbûna gelê herêmê û misogerkirina maf û nasnameyên wan hat avakirin. Projeya Rêveberiya Xweser ji gelê herêmê re û ji aloziya Sûriyê ku parastina mafê hemû netew û mezhebên herêmê dike re bû rêya çareseriya demokratîk. Di Rêveberiya Xweser de yek ji bendên herî girîng, piştevaniya bi jin û ciwanan re ye. Ji ber vê yekê ji avakirina komînan bigre heya pergala hevseroktiyê, jin cîhê esasî digire. Jin di nava xweseriyê de xwedî reng, raman û nasnameyek serbixwe ye.

Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê

Her wiha damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrînê di 29`ê Çileya 2014 hat ragihandin. Kantona Efrînê di binê sîwana Rêveberiya Xweser de, ji aliyê siyasî, aborî, civakî û parastinê ve birêxistinkirî bû. Li ser hîmên biratiya gelan û pêkvejiyanê, tevna civakî dihat ristin. Ji ber wê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ne destkeftiyeke gelê Kurd tene ye, destkeftiya tevahiya pêkhate û şêniyên Sûriyê ye. Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re, ji ber ku malên gel in, sazî û dezgehên gel hemû ji rûxandin û texrîbatê hatin parastin. Saziyên ku li ser fikra şoven a rejîma Baas dihatin birêvebirin, ji nû ve hatin avakirin û li ser bingeha felsefeya nûjen a Neteweya Demokratîk hatin sazûmankirin. Her kes dizane ku rêjeya Kurdan li Efrîn 90% derbas dike. Lê ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke exlaqî û polîtîk e, gel û olên li Efrînê dijîn tev hewandin nava xwe. Her aliyek, çi partiyên siyasî, pêkhate û çi jî olên cuda dibin, hemû jî di Rêveberiya Xweser de bûn xwedî rol û misyon.

jiyana demokratîk bi kêrî rejîmên desthilatdar ên Baas û AKP`ê nehat

Gelê Efrînê gelekî têkoşer û xwedî îrade ye. Bi keda xwe rêveberiya xwe ava kir. Ji ber ku Efrîn herêmeke çandiniyê ye, civaka Efrînê jî xwedî sebir û saman e. Çawa ku bi salan xizmeta darên zeytûn, hinar û fêkiyan dike, bi heman hezkirinê jiyana hevbeş ava kir. Bi avakirina Komîn û meclîsan dest pê kir. Pişt re jî, sazî û dezgehên xwe yên Rêveberiya Xweser ava kirin. Ev şiklê jiyana demokratîk bi kêrî rejîmên desthilatdar ên Baas û AKP`ê nehat. Ji ber vê yekê jî her li firsendekê digeriyan ku vê destkeftiya gelan biherifînin û têk bibin. Li ser van bingehan êrişên dagîrkeriyê yên 20`ê Çileya 2018ˈan dest pê kirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker nexwest ku pirojeya Rêveberiya Xweser belav bibe, ji ber wê her ku ro derbas dibû êriş li ser Efrîn zêde kir, heta ku Efrîn û gelek bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkir. Tenê ji bo ew pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibe û negihîje armanca xwe.

Têkoşîna kurdan û guhertina dîrokî 

Gelê Kurd bi têkoşîna dijwar, rêxistin û şehîdbûna bi hezaran zarokên xwe azadiya xwe bi dest xist. Îro, Kurd ku ji sedsalek tecrîdê derbas dibin, dixwazin bi hişmendiya xwe û hêza xwe statuyê bi dest bixin. Lê belê dewleta Tirk, bi sekinandina li kêleka bermahiyên DAIŞ û çeteyên HTŞ’ê, hewl dide ku mafên herî bingehîn ên Kurdan ji holê rake. Lê wan tiştek ji bîr kiriye: ew gelên ku duh hatibûn paşguhkirin, îro wekî hêzek rastîn wek rojê li ber wan radiwestin.

Encam

Paşeroja Sûriya nû ne diyar e. Lê belê, tiştek diyar e: Kurd êdî ne heman Kurd in. Ew bûne yek ji mijar û aktorên herî girîng di pêvajoya veguherîna Rojhilata Navîn de. Tevî hemû zextan, Rêveberiya Xweser ber bi bûyîna beşek yekgirtî ya avahiya siyasî ya pêşerojê ya Sûriyê ve pêşve diçin. Gelên Rojava û Sûriyê piştî têkçûyîna çeteyên DAIŞ’ê, rizgarkirina kantonên Reqa, Dêrazorê û hwd… bi hev re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirin. Ev projeya ji bo pêşeroja Sûriyê bû mînak, Sûriyeke ku hemû alî hev bipejirînin û bi hev re wekhev bijîn. Her wiha mafê tevahiya gelên Sûriyê di destûreke demokratîk de parastî be. Piştî hilweşandina rêjîma Baas êdî projeya Neteweya Demokratîk riya çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Ev bûye 12 sal ji damezirandina Rêveberiya Xweser, ev proje ji hêla gelên Sûriyê li hemû parêzgehan berbiçav tê girtin û êdî bala wan tê kişandin. Hêjayî gotinê ye ku ev rêveberî sal bi sal mezintir û bi hêztir bû, hemû gel jî di nava vê rêveberiyê de cihê xwe girtiye. Her pêkhateyek bi ziman, çand û baweriya xwe dijî û xwe bi rê ve dibe û armanc ew e ku ev piroje ji bona tevahiya Sûriyê bibe riya çareseriyê. Êdî li ser bingeha demokrasiyê hemû pêkhate, kurd, ereb, suryan, çerkes û hwd… xwe bi rê ve bibin û bi hev re bi aramî bijîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.