Hunerbend Ferhad Bekhinadî
“Çavkaniyek ji awazan qet zuha nabe, û buharek ji helbestan qet na çilmise.”
Hunermend, stranbêj, û helbestvanên kurd ên hemdem roleke wan ya berbiçav hebû mîna çiyayên bilind, ji ber ku wan mîrateya xwe ya çandî ji bayê jibîrkirinê û nasnameya neteweyî ji belavbûn û wendakirinê parastin.
Wan ji awazên xwe pir avakirin, ji dengên xwe minber çêkirin , ji stranên xwe ale afirandin ku
li asîmanê kurdayetiyê resen pêl didin , û nivîs û helbestên xwe kirin çiraxên ronahiyê di şevên tarî de , ji lewra wijdana gel bi wan ve hat girêdan, û doza wî bi nebeza têlên wan re ,bi vedenga gewriyên wan re , bi rastiya hest û peyvên wan re hatin tevlihev kirin.
Hunermend û helbestvanê kurd Ferhad Bekhinadî yek ji van hunermendên hemdem tê hesibandin, yên ku bi stran, muzîk û dengên xwe pirtûkxaneya hunerî ya kurdî dewlemendkirin û bi xîmava peyv û tîpên xwe asîmanê wêjeya kurdî ronî kirin, û ji bo nasnameya kurdî bûn nebezeke zindî û alayeke mayînde.
Di dilê Kobanê de, bajarê ku ser naçimîne li ber ti bahozan, ji despêka dîrokê heya îro , ku qiraxê Feratê himbêz dike , û bi awazên şalûl û bilbilan re, bi pestînên pirpirîkên li ser rûçikên gul û çîçekan re, bi sirûdên jinan di zeviyan de , bi stranên çotkaran di berbanga sibehê de şiyar dibe, hunermend, awazdêner û helbestvanê kurd Ferhad Bekhinadî di roja 4.4.1974’an de ,ji dayîk û bavek kurd (Hino û Zeyîde) li gundê ‘Bûbanê’, ku dikeve li bakurê rojavayê Kobanê , hate dinyayê û di himbêza malbateke kurd a neteweyî û kedkar de mezin bû, ku ji neh bira û pênc xwişkan pêk tê.
Ew di navbera sira bayê bajar û pestîna Firatê de mezin bû, ku dê û bavê wî di dilê wî de regezên(pransîbên) kurdayetiyê ên resen çandibûn, mîna dilsoziya ji bo welat, hezkirina azadiyê û şanaziya rûmetê.
Giyanê wî bi sirwedarên Kobanê ve girêdayî bû, û têlên wî yên muzîkî bênxweşiya xakê û hesretbûna wê dikişînin, her awazek ji dengê wî bû vedengek a jiyana gel
û her peyvek ji helbestên wî bû
çîrokek a ji xaka ser naçimîn li ber ba û bahozan û alayek di livlive ji bo nasname û rûmetê.
Wî zaroktiya xwe di kolanên têng ên gundê xwe ‘Bûbanê’ de , di navbera zevî , deşt û çîmenan de,û li bin sîberên darên fisteq û Zeytûnan de, derbas kir , di bin sîya wan de wekî pirpirîkekî ku ji gulekî diçû ser çiçekekê, dilehîst, wî ji hawîrdora xwe û ji malbata xwe, ku bi stranên kelepûr û çanda kurdî tije bûn, huner û wêjeya xwe girt, û ji dengên xwezayê îlham û afrîneriya xwe wergirt,
Li wir, ku xuşîna ava Firatê diherike wekî awazek herdemî, û çîvçîva tiloran simfoniya sibehê diafirîne , sinbil digirin sema bi pêlên bayê re, di hundirê wî de hunerekî nazik afirandin, ku hişmendiya wî ya yekemîn vehûnandin û tovê afirîneriya wî ya edebî, hunerî û çandî derxistin holê.
Wî helbestên xwe yên yekemîn ji sirûdên çotkaran û stranên palevanan çêkir, û awazên xwe yên pêşîn ji lîlanên jinan di dewatan de û ji lavijên zikirê di mizgeftan de nivîsand, û xeyalên xwe ji qehremanî û berxwedana bav û kalên xwe li dijî dagîrkeran xêzkir.
‘Bûbanê’ dibistana wî yekem bû, û ezmanek ku di xeyalê wî de rengên xwezayê û henaseyên wê girêdide, lê malbata wî jî dibistana duyemîn bû, ji wê fêr bû bingehen huner û stranbêjiyê, ji çavkanîyên wê yên xweşav , ku ruhê wî xurt kir û hinêra wî pêşxist, heta ku dengê wî bû berdewamîya dengê xakê, û peyvên wî bûn vedenga nalîn û xewnên wê.
Henaseyên wî yên hunerî û hezkirina ji bo muzîk û stranbêjiya kurdî ji zarokiya wî dest pê kirin, dema ku hîn şeş sal derbas ne kir bû, di bin bandora dibistana hunerî ya malbata xwe, ku ji bav û bapîran wergirt bû, li ber destê bav û bapîrê xwe mezin bû, ji wan fêr bû nehînîyên muzîkî û hunerên stranbêjiyê, heta ku dengê wî bû berdewamîya vedenga mîrateya ku wî himbêz kir bû.
Ew di nav himbêza jîngeha dewlemend bi mîrateya çandî û hunerî de hat diyayê ,
ji çavkanîyên wê yên xweşav, awazê stranê û dengê helbestê bi şîrê dayika xwe re vedixwar , gavên xwe yên yekemîn di kolanên têng ên gundê xwe de despêkir , di qonaxa dibistana seretayî de ,bi apên xwe re di şevbuhêrkên di gundên derdorên xwe tembûr lêdixist .
Piştî wê, ew çû Kobanê da ku xwendina xwe ya navîn û amadehî bidomîne , li wir bajarê Kobanê ji bo wî deriyên nû vekir, û ew fêrî şêweyên hunerî yên cûda-cûda bû ,û ji çavkanîyên hunermend û helbestvanên navdar yên wek: (Mişoyê Bekebûrê, Baqî Xido, Mamed Kaşo, Bozan Ehmed û Hafizê Kor) zanistên huner , helbest û stranbêjiyî yê vexwart, ligel bandora çanda Ermenî ya ku li tecrûbeya wî kûrahî û dewlemendîyek zêde kir.
Her wiha wî ji ezmûna muzîkjenên mezin ên mîna: Hemedê Dûman, Memed Gulî, Hemkê Hadî, û hunermendên hevdem ên wekî : Reşîd Sofî, Miço, Baran Kindeş, tecrûbe û ezmûn wergirt, ev jîngeh dibistanek bû ku hunera wî pêşxist û îlham da wî ,da ku dîtina xwe ya hunerî ya taybetî biafirîne , li wir, di sala 1990’an de ew tevlî koma Botan bû , hunera xwe pêşxist û bi wan re beşdarî vejîna gelek pîrozbahiyên neteweyî bû û pir stranên tevhevî “komalî” jî tomarkir.
Di sala 1992’an de, bi komek hunermendên Rojavayê Kurdistanê re çû Herêma Kurdistanê, bi xwe re awazên Kobanê û gulava folklora kurdî hildigirt bû, da ku di gelek bajarên wekî :Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr û Dihok de pêşandanên hunerî û stranbêjî yê pêşkêş bike, li wir, dengên wî di meydanan û festîvalan de dengveda, û di navbera sala 1992 û 1994’an de beşdarî bi dehan çalakiyên hunerî û çandî bû.
Her weha ew di gelek komên hunerî û navendên çandî li Herêma Kurdistanê û Iraqê de beşdarî kir, wek:
▪︎ Navenda Çanda Mezopotamya – Silêmanî û Hewlêr.
▪︎ Navenda Çand û Hunera Rojhelat –li Kerkûk, Mosul, Baxdad û Mexmur.
▪︎ Dibistana Şehîd Sefqan.
▪︎ Dibistana Şehîd Sîpan li Qendîlê û bi wan re di tomarkirina deh stranên komî de beşdarî kir û di wê demê de, li bajarê Silêmanîyê, li bin rêveberiya komek ji mamosteyên muzîkê, wek Mamoste Bextiyar û Telhet û yên din, wî dersên xwe yên yekemîn di xwendina note û bingeha zanîna muzîkî wergirt ,ew qonax wek bingehek hêzdar bû ku zanistên
pêşxistin û bingehên rêya hunerî ya wî xurt kirin.
Di sala 1995’an de, festîvala Helepçe li Silêmanî bi dengê wî ronî bû, û wî xelata yekemîn wekî hunermendê tekane yê herî baş wergirt, tekez kir ku taybetî û dengê wî, bû nîşaneke hunerî ku vedenga wê di nav bajar û gundan de dengveda û awazek ku bi derbasbûna rojan qet na vemire.
Di dema rêwîtîya xwe ya hunerî de, wî zêdetir ji sed stranan çêkir, beşek ji wan tomarkirî ye û beşek din hîn ronahî ne dîtîye , herwiha wî çar albûmên stranbêjiyê weşandin, her yek ji wan deh stran tê de hene:
1- Albûma yekem bi navê «Dilo» – 1999
2- Albûma duyem bi navê «Evîna Sedsalê » – 2004
3- Albûma sêyem bi navê «Gula Biçînin » – 2011
4- Albûma çarem bi navê «Xewjîna Min » – 2019.
Herweha jî albûmek nû li benda amadekirin û weşandinê ye.
Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava di 19 Tîrmehê û azadkirina bajarê Kobanê, Ferhad gelek stranên şoreşgerî pêşkêş kir ku ruhê têkoşîn û xebatê nîşanî didin, ji wan ên herî navdar :
1- YPG Hat
2- Kobanê Tu Dayika Me.
Ji çavkaniyên wî yên hunerî û edebî, gelek hunermend û komên hunerî yên kurd ji wan vexwartin ,ji nav hunermendên herî navdar ku stranên wî yên ji awaz û peyvên wî gotine:
1- Delîl Mîrsaz ( Ez pirgeryam)
2- Rêzan Şêrwan (Ava Şîn)
3- Hesan Dêrîkî ( Efrîn)
4- Wail Çaço (Girkê Legê û Şiblî)
5- Sa’dûn Kobanî (Dûrekî Dûr)
6- Hisên Xanî ( Min Bîrya te kire)
7- Hikmet Hacî ( Tu nazikî)
8- Sosen (Heval)
9- Aştî Şakir (Demek bûrî)
hunermend Ferhad Bekhinadî di têcrubeya hevduet û beşdariya bi kom û gropan re di pêşkêşkirina stranên tevahî de bi gelek hunermendên kurd û komên hunerî yên kurdî cî girtiye , di nav wan de:
- Bi koma Berxwedan re, ew beşdar bû bi: (Hozan Serhed – Kawa – Şemdîn – Çiya – Sefqan – Rutinda – û Sosin re ),
- Bi komek hunermendên din re jî wî stran gotine wek: (Delîl Mîrsaz – Talib Resûl – Kawa Ûrmî – Arî Can – Fazil Çep – Abdullah ji koma Botan … hwd.)
Hunermend Ferhad bi dehan klîpên vîdyoyê pêşkêş kir, pê pirtûkxaneya hunerî ya kurdî dewlemendkir ji awaz û gotinên xwe , da ku dengê wî bibe çîrokek muzîkî di navbera dil û guhan de biherike , ji nav wan:
1- Tu Şêrînî Ey Welat
2- Çarçêla
3- Dema Em Şervan Bûn
4- Tu Bi kûve Diçî Yar
5- Newroz
6- Xewn û Xewjîna Min
7- Efrîn Dara Zeytûnê
Her stranek deriyek bû bo cîhana wî ya hunerî, vedengek zindî ya afirandin û folklorê bû ku ruhê mûzîka kurdî bi rengekî bedew vediguhust.
Hinêra wî li sînorên stranbêjiyê, awazdanîn û lêxstina sazê ne rawestiya , lê derbas kir û bû çemek din ku diherikî ji helbestan , wî bi hemû rengan helbest nivîsî ,ji helbesta klasîk ya bi rêzbend û kêşe heya bigihîje helbesta nûjen , azad û pexşan ,wekî ku ew lêgerîna zimanekî dike ku hevsengiya dengê wî bike û henase ya wî bi peyv û stranê re wergerîne.
Wî du dîwanên helbestan weşandin ku bûn vedengek kûr ji deng û stranên wî re:
1- Ava Şîn
2- Kendava Dil
Û herwiha dîwana wî ya sêyemîn jî li ber çapê ye.
Piraniya helbestên wî ji şêwaza helbesta nûjen û azad in, mîna robarekî zelal diherikin, giyanan şadikin , birînan sax dikin û nişaneke mayînde di hestan de dihêlên.
Hunermend Ferhad Bekhenadî di sala 2004’an de bi xanim Necma Mihemed ya ji gundê Til Cemal li devera Dêrîkê re zewicî, wan çar kur hene:(Zorvan، Huner، Sîper، û Yanî), bi demê re ew bûn berdewamîya malbata wî ya hunerî û çandî, bi wî re mîrasa wî ya afrîneriyê hildigirin ، û ji ezmûn û awazên wî yên şêrîn hêz girin.
Hunermend Ferhad nêzîkî sêzdeh sal li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe derbas kir، di vê demê de di navbera çiyayên û geliyan de germiya، gelek stran nivîsand û afirand, herwiha bi komên hunerî yên li wir re ,du albûmên dewlemend weşand، ku nîşaneke taybet li pirtûkxaneya hunerî ya kurdî hiştin.
Piştre، di sala 2004’an de ew vegeriya Rojavayê Kurdistanê، lê ji ber şertên siyasî û çalakiyên wê yên hunerî û çandî ew bû armanca peygerîn û şopandinê, ew ji hêla rayedarên ewlekariya Sûrî ve hate girtin, û binçavkirin û du sal û nîva li Zindana Edrayê li Şamê maye, lê nekarîn pêta afrîneriya wî vemirînin û îradeya wî bişkînin ,piştî derketina wî ji zindanê , wî rêwîtiya xwe ya hunerî bi her hêz û hezkirin berdewam kir, di heman demê de deng û awazên xwe wekî peyamek zindî ya çand û hunera kurdî parast.
Di navbera 2014 û 2017’an de, hunermend Ferhad berpirsiyarê beşê muzîkê ya li Girkê Legê û Rimêlan bû, wî bi hevalên xwe re Koralek ji 40 kesî afirandin û stranek mîna simfoniyek nêzî 20 xulekan berdewam kir û zindî di Ronahî tv de şeva Newrozê hat weşandin
Her weha wî serpirştiya koma jinan ya “Elenya” jî dikir û çend stran ji bo wan amadekir, ya herî navdar jî strana “Şîlan” bû.
Ew niha li
Peymangeha Amadekariya Mamosteyan li Qamişlo beşa mûzîkê mamostatiyê dike
bi vî awayî xebata wî ya akademîk û hunerî tê dewam kirin, di navbera taybetmendiya zanistî û tecrûbeya pratîk de hevrêziyê dike,
da ku hebûna xwe wekî hunermend û mamoste di heman demê de saz bike.
Hunermend Ferhad ne tenê hunermendek, an awazdênerek , an jî nivîskarek e; lê belê, ew dibistanek hunerî û edebî ya temam e, ku gelek hunermend û stranbêjan ji çavkaniyên wî vexwartine , û ji nêrîn û afirandina wî ya hunerî û çandî hîn bûne.
Sî û pênc salî ji têkoşîn û xebateka domdar di qadên wêjeyî, hunerî û çandî,
bê west û rawestandin , bi rêya wê hinêra xwe pêşxist û bi deng û awazên xwe mîrateyek nemir afirand.
Evro, ew di xurtbûna dayîn û afirîneriya xwe de ye, û gelek amûrên muzîkî dizane lêbêxe , wekî: tambûr, keyboard, gîtar û def,ew li sazê dêxe, dinivîse û distirîne bê rawestandin û bi xwe re peyamên huner, nasname û çandê hildigire, awazan digihîne gel ku diherikin giyan û şopek nemir di bîra guhdarvanan de dihêlên ,bi vî rengî ew nimûneyekî hunermendê kurdî nîşan da ,ku hevbexşiyê dike di navbera huner, ciddîyet û afirandinê de.
Hêviyên min ji bo wî serkeftin û afrînerîyek zêdetir di meşa wî ya wêjeyî û hunerî de
Hunermendê Kurd Ferhad Bekendî çavkaniyek ji awazan e ku qet zuha nabe, buharek ji helbestan e ku qet na çilmise






