Ehmed Hesen
Nîşan û heyînên herî dîyarde ku mirov û sewalan ji hev cuda dikin bêguman ziman û raman e. Heke ziman bi pêş neketa raman jî bi pêş nediket. Çawa ku dara xurmeyê li Swêd û Norwêcê şîn nabe, ku şîn bibe ber nagire, û ber bigire jî tehm û çêja wê nîn e. Mirov jî wisa ne. Yanî her qewm û neteweyek rengê axa welatê xwe digire û bi her awayî dişibe welat û nijada xwe, zimanê mirov a rast nasnameya gelekî civakekê temsîl dike û ziman nebe di heman demê de nasnameya civakî ya hebûnî ji dest dide. Di komên civakî yên destpêka dîrokê de girîngiyeke mezin a pêşxistina zimanê zikmakî nexasim ê devokî cih girtiye û nifş bi nifş herikiye bîra civakê, ziman ji amûreke madî ya danûstandina di navbera mirovan de zêdetir hebûneke çandî ya civakê raber dike. Çawa ku zarokek dema nû jidayîk dibe, di serî de bi dengê hebûna xwe bi derdor dide hîskirin, ziman jî di jiyana mirov de vê hebûna destpêkê ya xwenaskirina mirov diparêze. Di çi civakên ku hatine asîmîlekirin de tê dîtin ku di serî de destdirêjîya li ser zimanê wê civakê hatiye kirin û bi ziman û jiyana çandeke xerîb hatiye formulîzekirin, ev rêbaza asîmîlekirina zimanan bi şêweyên weke windakirina peyv û hevokên zimanê resen, bikaranîna peyvên biyanî jî yek ji sedemên sereke yên pişaftina kokên zimanan e. Civakên ku di nava gel û zimanên din de reseniya zimanê xwe yê zikmakî neparêze ew civak reseniya xwe jî ji dest dide û tê windakirin, çendîn civakek karibe hîmên parastina ziman bingeh bigire û li ser wê esasê jî karibe nasnameya xwe biparêze, wê bi vê re azadiya xwe jî îfade bike. Ziman navgîneke hilberînê û heyînîyek zindî ye wek zarokek ji diya xwe dibe tê dinyayê, mezin dibe û eger ku baş neyê xweyîkîrin, bêguman wê demê ew ziman dimre.
Mirov dikare jî bo vê yekê çend mînakan nîşan bide; wekî zimanê Sumerî, Babîlî, Asurî û çend zimanên dinê, niha ev ziman yan mirine, yan jî li ber mirinê ne. Ziman ne bi tenê hêmana ragihandina di nav mirovan de ye, herweha ji bo hevotina nifşên nû rênîşan e û bingeha jiyaneke rûmetdar
Feylezofê Birezîlî Paulo Freîre di gotineka xwe de balê dikşîne ser girîngiya zimanê zikmakî û dibêje; ‘çeka netewa serdest ya herî mezin, ziman e. Ew neteweyê bindest, bi çeka ziman tê kûştin, çimkî bi mirina ziman ne yek kesek, lê bi mirina ziman re neteweyek dimre!
Mirov dikare bi vê yekê destnîşan bike ku civak dikare bi riya xwedîderketina li ziman hemû bîr û dîroka civakî di nava xwe de hembêz bike û pê re bidome.
Lê di roja îro de ji ber zêdebûna pergala zimanperestiyê ya ku heya kêliya dawî hebûna civakî dimije, gelek netewe û qebîle hatine asîmîlekirin yan jî bi tunekirina çandî re rû be rû ne, taybet di roja îro de jî zimanên weke aramî, esyewî, babo, xuysan û gelek zimanên dîtir li ber xeteriya asîmlasyonê ne, ji ber ku axêverên wê yan berê xwe dane zimanên dîtir an jî di navbera zimanên biyanî û peyvên wê de tên qirkirin.
Ya rastî civakek çiqas lêvkirina devokî û nivîskî ya zimanê xurtir bike, peyvên biyanî bikar neyne, ewqas jî dikare zimanê xwe bike çavkaniya pêşketinê, di heman demê di hemû nivîsên siyasî, çandî, aborî û hwd de divê zimanê dayîkê bibe bijareya sereke ya pêşketinê.






