Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xerîb Hiso: Yekrêziya Kurdan ne ji ber tirsê ye, istratejiyeke

21/01/2026
in POLÎTÎKA
A A
Xerîb Hiso: Yekrêziya Kurdan ne ji ber tirsê ye, istratejiyeke
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku yekrêziya gelê Kurd ne ji ber tirsê ye, lê belê pilaneke istratejîk a Kurdan e û got: “Doza gelên Sûriyê û bidestxistina mafê wan pêktê dema ku doza gelê Kurd li Sûriyê çareser bibe. Herwiha niha bingehê kongreyeke netewî ya Kurdistanî amade ye, bila sala 2026’an bibe saleke Kurdistanî.”

Di 15’ê Çile de civînek di navbera PYD’ê û ENKS’ê de ji bo guftûgokirina rewşa heyî û bilindkirina asta yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, li Qamişlo hat lidarxistin. Derbarê heman mijarê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

 -Di rewşa êriş û gefên ku tên li ser herêmê û gelê Kurd de, hem jî piştî kiryarên hikumeta demkî li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, armanc ji lidarxistina civîna di navbera PYD û ENKS’ê de çi bû?

Ev civîna ku di navbera me û biraderên ENKS’ê de çêbû, li ser daxwaz û pêşinyara me bû. ENKS’ê dibe hevkarek di şandeya Kurdî de ya ku di encama Konferansê Yekhelwestiya Kurdî de hate avakirin. Armanca me ew bû ku em destpêkê rewşa heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re binixînin. Di serî de pêkanîna êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşerefiyê, hem jî bêdengiya hêzên navnetewî, li kêleka van xalan jî yekrêziya Kurdî. Êrişa li ser gelê Kurd ên her du taxên Helebê siyasetek bû ku fitneyê di nabera gelê Kurd û Ereb de derkeve, herwiha Kurdan lawaz bikin, lê belê gelê Kurd berxwedaniyeke bêhempa raber kir. Hikumeteke ku qaşo hikumeteke xwe fermî dibîne êrişeke wiha bi hezarên çeteyan êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Me yekrêziya gelan bingeh girt, di heman demê de rêxistinkirina diyalogê di navbera gelên Sûriyê ji bo çareserkirina doza gelên Sûriyê, doza gelên Sûriyê û bidestxistina mafê wan pêktê dema ku doza gelê Kurd li Sûriyê çareser bibe. Di civînê de ENKS’ê jî xwedî nerîneke hebeş bû têkildarî geşedanên ku çêdibin. ENKS’ê jî daxuyanî li ser rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da, hem jî kiryarên hov şermezar kir. Di encama civînê de me tekez kir ku peymana 10’ê Adarê peymaneke sereke ye, divê were kargêrîkirin, herwiha divê ji xala 1’ê ve were destpêkirin ne ji xala çaran a peymanê. Di heman demê pêwîst e peymana 1’ê Nîsanê were pêkanîn, hemû hêzên leşkerî ji taxan derkevin û gel xwe bi rê ve bibe. Civîna me ne tenê bi ENKS’ê re bû, lê belê roja din me 7 partiyên Kurdî din jî dîtin û rewş nirxand, mijar kongreyê netewî hat nîqaşkirin. Em ê bi partiyên pêkhateyên Ereb, Aşûr û Suryan re jî civînan li dar bixin, ji ber ku gavên wiha xwedî girîngiyeke mezin e.

 -Hin alî dibêjin çima heya niha lêvegereke Kurdî piştî lidarxistina Konferansa Yekhelwesta Kurdî nehatiye avakirin û çima Şam pêşwaziya şandeya Kurdî nake?

Piştî lidarxistina Konferansê Yekhelwestiya Kurdî, şandeyek ji tevahiya partiyên Kurdî hat avakirin, ev şande xwedî berpirsiyariyeke ew dibe muxateba doza Kurdî li Sûriyê, hem jî lêvegereke ji bo gelê Kurd. Şandeya Kurdî nameya hevdîtinê ji bo hikumeta demdî rêkiriye, lê hîna bersiv ji Şamê nehatiye. Dema ku hevdîtin bi Şamê re were kirin êdî şand ji Şamê bizivire û komîteyan ava bike. Ew ê komîteya şêwirmendiyê ava bibe, ev komîte wê ji komîteyên hiqûqî, ya jinê, ya ciwanan, ya rewşenbîran û hwd… pêkwere. Di dema heyî de lêvegera Kurdî ji bo çi ye? hîna şande neçûye Şamê, xalên belgenameya konferansê, hem jî xalên wê yên girêdayî Sûriyê û doza gelê Kurd, bi Şamê re par ve nekiriye. Sedema pêkneanîna hevdîtinê jî siyasete hikumeta demkî ya li hemberî gelê Kurd e, li Sûriyê du hikumet hene, hikumeteke şeklî ye û hikumetek kûr e, hikumeta kûr û veşartî dewleta Tirk. Dewleta Tirk destwerdanê di her tiştî de dike, ew xwediya biryarê ye di Sûrûyê de. Tevî ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşengitiya Rêber Apo tê meşandin, jî dewleta Tirk dixwaze pirsa Kurdî derveyî sînorê destûrî di komareke demokratîk çareser bike, ev yek nayê qebûlkirin. Li Sûriyê jî dewleta Tirk dixwaze tecrûbeyeke wiha bi Ehmed Elşeri bide meşandin. Ji ber vê sedemê me dît ku Şeri mersûmek derxist ji bo gelê Kurd, ev ne ji biryar û gotinên Şeri in, mersûma dewleta kûr a Tirk e, rast e biryar ji Şamê û ji devê Şeri derket lê bi şêwirmendiya Tirkiyê derketiye. Doza Kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê dozeke adil e, gelê Kurd ji bo vê dozê jî têkoşîneke mezin daye meşandin. Li Tirkiyê, Sûriyê, Îran û Îraqê gelê Kurd yekrêziya xaka wan welatan parastiye. Tu nêta gelê Kurd a parçekirin tuneye, têkoşîn û tişta ku dimeşîne dide tekezkirin. Gelê Kurd yekrêziya gelan, civakbûyîn û demokrasiyê bingeh digire û dibêje pêwîst e doza Kurdî di çarçoeya destûrekî demokratîk çarser bibe. Doza gelê Kurd bi gotinan çarser nabe, lê belê mersûma ku derket, armanc jê bû ku kiryarên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkhatin, werin veşartin. Li Rojavayê Kurdistanê xwediyên Kurdan derketin, şandeya Kurdî heye, gelo çima Şeri banga şandeyê nake ji bo hevdîtinê pêkbînin? Û çima berî êrişên hovan li dijî taxên Kurdan li Helebê ev mersûm derneket? Beşar Elesed berê digot Kurd pêkhateyên resen in di Sûriyê de ne û gotinên xweş digotin, lê piştre komkujî û destdirêjî li gelê Kurd kir. Şeri jî got Kurd biryayên me ne û di çavên me de ne, lê çi ki? Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujî pêkanîn, em vê biratiya li ser xwînê nabînin, birtiya rast di destûran de ye. Gelê Kurd ne penaber in û hatine Sûriyê ew gelekî resen e û xwedî şaristanî ye.

-Pêkanîna hevrêziya Kurdî li Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê wê di siberojê de roleke çawa pêkbîne di warê parastina gelê Kurd de?

Yekrêziya gelê Kurd di vê serdemê de gelekî girîng e, Kurd li ser asta cîhan û herêmê miletekî hevgirtî ye. Rast e Kurd di nav çar welatan de di encama siyasetên qirkirin de bi hevpeymanên wekî Lozan, Saykis-Piekot, Cezair û hwd hatine parçekirin, ruxmî berdewamiya lihevkirinên ku li ser wan tên îmzekirin jî, gelê Kurd nêzî hev e. Nimûne li Rojavayê Kurdistanê dema ku konferans li Qamişlo di 26’ê Nîsana 2025’an de hat lidarxistin, zemîneke xurt ji bo hevrêziya Kurdî û kongreyeke netewî hat avakirin. Banga yekrêziya gelê Kurd ne ji ber tirsê ye, lê belê hevrêziya gelê Kurd pilaneke istratejîk e. Ew xwedî istratîjiyeke hevbeş in û yekrêziya Kurd hebe, hem jî diyalog di nabera wan de hebe, serkeftin hertim dibe şensê me be. Niha zemînê mala Kurdî amade ye, bingeha komîteyan ji bo kongreyeke netewî ya Kurdistanî jî heye. Di demê pêş de wê komîte xebatê bidin meşandin, wê bernameyekê sazûman bikin û serdanda partiyên Kurdistanî bikin. Bila sala 2026’an bibe saleke Kurdistanî. Divê partiyên Kurdî bi erk û misyona xwe rabin eger em erka xwe bi cih neyînin em ê li hemberî dîrokê bên şermezarkirin û rastî bobelateke mezin werin. Lewma jî pêwîst e her aliyek bi cidiyetekê û helwesteke niştîmanî nêzî mijara yekrêziya Kurdî bibe da ku em di warê siyasî, dîplomasî û parastina berjewendiyên niştîmanî em hevrêziya xwe roj berî roj pêkbînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.