Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê Kurd bi hemû nêrîn û stratejiyên xwe bibin yek’

21/01/2026
in ROJEV
A A
‘Divê Kurd bi hemû nêrîn û stratejiyên xwe bibin yek’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Siyasetmedarê Kurd û endamê KNK’ê Kamîran Berwarî da zanîn ku ew bi hemû hêza xwe piştevaniya sîstema Konfedralîzma Demokratîk û Rêveberiya Xweser dikin û got, “Komployek bi destê Erebistana Siudî, Îmarat, Qatar û dewletên Rojavayî li ser xak û projeya Rojavayê Kurdistanê heye.”

Sûriyê serdekem nû ji perçebûn û belavbûyînê jiyan dike, qirkirina gelê Kurd di Helebê de rûyê desthillata hikumeta demkî ya Sûriyê diyar kir. Di derbarê êrîşên li ser Rêveberiya Xweser û bi taybet li dijî gelê Kurd, siyasetmedarê Kurd û endamê KNK’ê Dr. Kamîran Berwarî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn rewşa sûriyê bi giştî piştî derbasbûna salekê di ser hatina Colanî re çawa dinirxînin û rewşa heyî ber bi ku ve diçe?

Belê; Ger em bala xwe bidinê rewşa Sûriyê piştî derbasbûna salekê ji berê xirabtir bûye. Li şûna dîktatorekî komeke dîktator hatine, li şûna leşkerekî qirker, komek û bi hezaran gropên qirker û nijadperest hatine. Di vê salê de Sûriye nekarî tiştek bikira ji ber her ku paş ve çûye, gelek perçeyên ji axa xwe ji dest daye, nikare hilbijartinan bike, nekarî destûreke hevpar ji bo gelê Sûriyê danîba, nikarîbû serokekî ji bo xwe hilbijêre. Herwiha nikarîbû rewşa ewlekariyê, aborî, siyasî û civakî baş kiriba û jiyaneke bi ewle ji gelê xwe re avakiriba.

Ji ber wê ev hikumet di qeyraneke stratejîk de jiyan dike, çarenivîsa pêşeroja wê jî ne diyar e. Ji ber ku ev hikumet bi xwe nehatiye, hinekan ew aniye û erkdar kiriye, lewma nikare tiştekî ji vê zêdetir bike.

Piştî Ehmed el Şeri ango Colanî ku navê wî dema di girtîgehên di Îraqê de Emced Mazhar Huseyîn Elî el Neêm bû, piştî wê navê xwe kiriye Ehmed Husên Elî el Şari herwiha bi navê Osama el Ebesî el wahêd hatiye naskirin, ev ne zilamê dewlet birêvebirinê ye ango zilamê siyaset û demokratiyetê ye. Ev kes hebûna wî ji bo hêzên Rojavayî girîng e. Ji ber ew dibînin ku ev kesayeta ku hatiye avakirin di wêrankirin û talankirina Sûriyê de yê herî guncaw e.

Hêzên cîhanî ku dixwazin rewabûnê bidin hikumeta Colanî, bi taybet DYA, Fransa, Almaniya û Birîtaniya armanca wan a sereke çi ye?

Dewletên Rojavayî ku ne tenê ev ên we anîne ser ziman, gelek dewletên global yên din jî cihê xwe tê de digirtin, ev dewlet sazûmankarê rêxistinên Îslamî yên weke, DAIŞ û rêxistinên Cîhadîst yên weke Qaîde in. Colanî heya niha jî di bin kirasê medeniyetê de û bi hişmendiya DAIŞ’ê kar dike. Ji ber wê jî her armanca wan ew e ku Rojhilata Navîn weke tişta ku li Sûriyê kirine li wê jî bikin.

Heger gelê Sûriyê li hember van qeyranan û zilma ku bi navê Îslamê dikin bêdeng bûn û ew bi ser ketin, dê hewil bidin li Îraq, Îran, Tirkiye, dewletên Erebî yên weke Urdin, Îmarat û heya Bakurê Efrîqiya jî wê heman siyaseta Îslama sexte bikar bînin. Ev yek jî li dijî Îslamê ye da ku ruhê Îslama rast ji holê rakin. Em dizanin ku Îslama rast exlaqî û wîjdanî ye li ser girêdana gelan, netewan û olan hatiye avakirin ku tu kesî înkar nakin.

Niha li dijî gelê Kurd li Sûriyê êrîş û pilanên qirkirinê tên meşandin, ji xwe êrîşên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her tiştî zelal dike, li hemberî van êrîş û planan çi ji tevahî gelê Kurd tê xwestin?

Em baş dizanin ku armanca sereke ji avakirina sîstemeke dîktator li Sûriyê, ne ji bona avakirina demukrasî û aştiyeke mayînde ye. Armanca wan ew e ku gelê Sûriye her çiqas berbelav bibe, koçber bibe û di nava ne ewlehiyê de jiyan bike ye û desthilatdariyeke şofînîst ya dîktator bê avakirin.

Herwiha tesfiyeke etnîkî û olî li wir bê kirin. Eger rewş bi vî rengî berdewam bike û dewletên Rojavayî piştgiriya van kom û desthilatdariyê bikin. Wê di Sûriyê de ne Xiristiyaniyek, ne durzî û Elewiyek û ne Kurdek wê di Sûriyê de jiyan bike. Nimûneya vê jî me dît ku di sala derbasbûyî de çi bi serê Xiristiyan, Elewî û Durziyan hate kirin. Bi taybet kumkujiyên ku li ser gelê Kurd di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kirin û êrişên xwe yên li ser Bendava Tişrînê.

Helbet li hember van êrîş û pilanan ji gelê Kurd tê xwestin ku bi yek reng, deng û stratejiyê li Rojavayê Kurdistanê temaşe bikin. Ji ber ji aliyekî ve êrîşên ne rewa li ser kesayet û fermandar Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û kesayetên pêşeng tên kirin. Herwiha Rojavayê Kurdistanê armanc tê kirin ku di vê komployê de piranî dewletên Erebî bi taybet Siudiyê, Îmarat û Qeter tê de beşdarin. Herwiha Tirkyê û hinek dewletên Ewropî, herêmî û Rojavayî jî tê de beşdarin. Ew bi giştî Kurdekî nezan, bêdeng, mirî, xayin û kirêgirtî dixwazin. Ew Kurdekî zane, welatperwer û xwedî îrade naxwazin.

Bila tu kes dudilî nebe, gelê Kurd bi giştî her sê perçeyên Kurdistanê li kêlek gelê Efrîn, Serê Kariyê û Girê spî ne û li gel Kurdên me yên Helebê ne. Ji ber Kurdên me yên li Helebê dimînin Kurdên resen in, beriya zayînê bi 12 hezar sal li wir hebûn. Li welatên Şam di binyad de beriya her kesî Kurd hebûn û her Kurd li wir hakim bûne. Ev gel û netew li gel Kurdan jiyan kirine û têkilî avakirine. Ji ber vê nabe Kurd ji Helebê û ji cihekî din derkevin, divê li wir bimînin û xwe biparêzin. Herwiha xaka Rojava ya ku bi xwîna şervanên me hatiye avdan divê her parastî bimîne.

Wekî KNK li hemberî êrişên li ser Rojava xebatên we çi ne?

Li hember van êrîşan em weke KNK helwestên niştîmanî û neteweyî raber dikin,  daxuyanî hatin dayîn û piraniya endamên KNK’ê li ser asta siyasî, dîplomasî, herêmî û navxweyî û cîhanê xebat kirin. KNK’ê bi temamî di xizmeta doz û gelê Kurdistanê de ye. Herwiha divê KNK’ê doza Kurdî bi awayekî demokratîk û aştîxwaz çareser bike. Hebûnekê Kurdî û Kurdisatnî yê serbixwe hebît, Kurdistaneke rizgar, miletekî azad, statuyeke demokrasî bi her çar perçeyên Kurdistanê divê hebe.

Derveyî vê qet çareseriyeke din nîn e. Em weke KNK’e jî bi hemû hêz û îradeya di KNK’ê de piştevaniya sîstema Konfedralîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin ku mînaka herî ciwan û xweş li cîhanê ye, dikin.

Banga we ji bo gel û partiyên Kurdan li ser asta Kurdistan û cîhanê çi ye?

Bangawaziya me ji bo hemû Kurdan, partî û hêzên Kurdistanê li hundir û derve ew e ku bila bizanibin Kurdistan dagirkirî ye, û ev qet nebe ji dused salî ve gelê Kurd ji bo doza xwe têkoşînê dikin. Miletê Kurd bi çi awayî dest ji azadî û doza xwe bernedaye. Armanca Kurdan diyar e, di vê demê de pêwîste ku çi were kirin diyar e. Nimûneya wê jî Şingal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber vê divê Kurd hemû dîtin û stratejiya xwe bikin yek. Ji ber me dît ku bi rengekî sîstematîk dijiyatiya bizava rizgarîxwaziya Kurdî tê kirin.

Lê em dibêjin ku di vê serdemê de qet tu kes nikare doza Kurdî ji nav bibe, ango gelê Kurd qir bike, ji ber gelê Kurd di nav xwe de xwedan hêz û leşker e. Gelê Kurd xwedî zanebûn û têgihiştina serdemê ye, wê tu carî ji vir û şûn ve bê azadî wê jiyan neke. Pêwîst e jî li her cihekî ku gelek giring e ev xal ji bo Fermandarên QSD’ê ku her cihekî guleyek li hember gelê Kurd tê avêtin, divê hezar gule here wê derê. Ji ber ku hêz li beramber hêzê tê bikaranîn, dîplomasî li hember dîplomasiyê û mirovperwerî li hember mirovperweriyê tê kirin. Lê nabe ger mirovperwer be li hember wî tang û top bên bikaranîn. Ji ber wê yekê jî ez bawerim û dizanim ku wê çawa gelê Kurd û Rojava xwe biparêz in. Divê ji cihekî neyê vekişandin ku diviyabû ji her du taxên Helebê jî venekşiyabana. Divê hevpeymanekê li gel welatên navnetewî bikin da ku xaka xwe biparêzin û wan komên biyanî werin derxistin.

Di dawiyê de ez dixwazim bêjim, li ser gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê qirkirin tê meşandin, divê hêzên Kurdî li gel YN, rêxistin û hêzên navnetewî siyaset û stratejiya xwe biguherînin û daxwaza Kurdistana meznin bikin. Li ser bingeha cografiya kevin ya Kurdistanê ku van dewletan li ser axa me xwe  bicihkirine; ev mafekî me yê rewa û fermî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.