Erdogan Altan
Peymana 10’ê Adarê wekî derfeteke dîrokî ji bo wekhevî û aştiyê di navbera gelan de dihat dîtin. Lêbelê, hesabên qirêj ên hêzên herêmî û navneteweyî ev derfet veguherandin lîstikeke aştiyê ya derewîn. Îro, koalisyona dijî DAIŞ’ê ya bi serkêşiya Amerîkayê hatibû damezrandin îro li alîyê DAIŞ’ê ye.
Peymana ku di 10’ê Adara 2025’an de hat îmzekirin, bendên girîng ên wekî agirbest, naskirina mafên destûrî yên gel, vegera koçberan û entegrasyona saziyan dihewîne. Lêbelê, pêvajo ji ber destwerdana dewleta Tirk hate têkbirin. Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hem vê peymanî û hem jî Peymana 1’ê Nîsanê têk bir. Jixwe di encama van êrîşan de ku ji xwe re wek e serkeftinekê dîtin, biryarnameyekê ku Colanî 6 roj ji holê winda bibû û di encamê de li Enqere hatibû dîtin û nivisandin hate xwendin. Bi vê biryarnameyê awayek xwezayî peymana 10’ê adarê ji holê rakir. Lewra madeyên di biryarnameyê de hatin nîşandan jixwe ev 14 salin Kurdan bi têkoşîn û bi xwîna hezaran şehîdan bidest xistibû. Ango ev biryarname hêj di dema rejîma Esad de jî bi zorê be jî hatibûn qebulkirin, heta em dikarin bêjin ev biryarname pir li paş a dema rejîma Esad de maye, wek e belgeyeke şermê kete dîrokê.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, li şûna ku îradeya gel nas bike, bêçekkirina QSD’ê ferz kir. Ev binpêkirinek rasterast a ruhê peymanê bû. Li başûr li dijî Durzî û li peravê li dijî Elewiyan komkujî pêk hatin. Ferzkirinên dewleta Tirkiyeyê û nakokiyên berjewendiyan li ser dahatên petrol û gaza xwezayî pêvajo bi tevahî rawestand.
Piştî têkçûna civîna 4’ê çileyê, HTŞ’ê, DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê kirin. Ev êrîş li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê belav bûn. Ne tesaduf bû: bi peymana di navbera Îsraîl û Şamê de li Parîsê, armanc ew bû ku firotina Başûrê Sûriyeyê ji rojevê were derxistin. Peyam zelal bû: “Maseya aştiyê hilweşiya, şer li qadê berdewam dike.”
Rola Gel û Berxwedanê, di vir de girîng e. Bi van êrîşan re ku rûxmê hemû tiştî şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê ya 19’ê çileyê, tu encam derneket û hikumeta demki ya Şamê û dewleta Tirk nêzî lihevkirinê û agirberstê nebûn. Li ser vê esasî Rêveberiya Xweser û Fermandariya QSD’ê banga seferberiyê li hemû gelê Kurd kir. Bêguman bangek e ku gel ne tenê barê şer hilgirin di heman demî de gel bibe cewhera berxwedanê. Ango rola gel nebe temaşevanek pasîf; bibe berxwederek aktîf û parazvanê paşeroja xwe.
çapemeniya Ereb û Tirk, di vê pêvajoyî de propagandaya şer a desthiladariyan adeta ji nû ve afirandin. Daxwazên di serî de gelê Kurd, civakên Durzî û Elewiyan krîmînalîze kirin, “Xweseriyê” wek e gef û xeteriyê pêşkeş kirin. Weşangeriyeke ku şûna aşitiyê biparêze, zimanê şer rewa kir. Zimanê weşanê ku divê şer bide dawîkirin be, ango zimanê ku divê vîna gel naskiribûya, rastiyan bide nîşandan û yê aşitiyê bûya. Lê li şûna vê zimanî, zimanê derew û civakan li hember hev dike dijmin bijartin. Niha tiştê li Dêrazor, Reqa, Tebqa û Helebê dibe ev e. Ereb ji ber van zimanê manîpulatîf a ragihandinê kolan bi kolan li Kurdan digerin da ku komkujiyan pêk bînin.
Rastiya herî berbiçav a îro ev e: Koalîsyona dijî-DAIŞê, bi serokatiya Amerîkayê, bi van êrîşan bi bandor li kêleka DAIŞ’ê cih girt. Ev hevpeymanî ku ji bo tepeserkirina têkoşîna gel a ji bo azadiyê tê bikar anîn, armanca xwe ya damezrandinê înkar kiriye. Koalîsyona ku li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin, ketiye rewşek ku êrîşên DAIŞ’ê rewa dike. Ev ne tenê nakokî ye; ew xiyanetek e ku dê di dîrokê de bimîne.






