Zekî Bedran
Em demek dirêj e di derbarê amadekirina planeke aloz a di nava Sûriyê de dinivîsin. Di dema rejîma Baasê de jî hewldana vê yekê hebû. Herêmên ku piraniya hejmara niştecîhên wan Ereb bû her tim armanca vê planê bûn. Kurd û Ereb jixwe welatiyên Sûriyê bûn û li kêleka hev dijiyan. Ew ji hev biyanî nebûn. Wekî din, ew di şerê li dijî DAIŞ’ê de bûn yek, xwîna wan tevlihev bû. Wan xwe di avaniyên mîna QSD de birêxistin kirin. Pêkhateyan bi hevre rêveberiyên xwe yên xweser ava kirin. Bê guman, bi gelemperî Kurdan pêşengiya van hewldanan kirin. Ezmûna wan a berxwedan û rêxistinê kevintir û pêşkeftîtir bû. Têkoşîn û berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê diyarker bû. Ev yek bi demê re bû sedema hilweşîn û têkçûna DAIŞ’ê ya li qadê.
Reqa paytexta DAIŞ’ê bû. Herêmên Ereban yên mîna Minbiç, Tebqa û Dêrazorê bi piştgirîya Hevpeymana Navdewletî ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin. Bi gotineke din, Kurd û Ereb li van herêman dijbertiya hev nekirin. Di rastiyê de wan hevdu qebûl kirin û hembêz kirin. Niha îdiayên Tirkiyê yên ku bi armanca dezenformasyonê dibêje; “QSD herêmên Ereban dagir kiribû, piştî ku QSD ji van herêman hat derxistin, herêm ji terorê hate paqijkirin” ne rast in. Cîhan bi matmayî temaşe dike bê ka çawa rastî jî bi derewan tên kuştin. Wekî din, QSD her gav bi Hevpeymana Navdewletî re kar meşandiye. Ew neketiye şerekî din. Ji bilî dewleta Tirk, li cîhanê ti kesî QSD wekî rêxistinek terorîst bi nav nekiriye.
Li Tirkiyê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan dimeşe heye. Ev salek e çek bêdeng in. PKK hebûna xwe û têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kiriye. Ji bo nîqaş û çareseriyê zemînek hatiye avakirin. Tevî kêmasiyên xwe jî li parlamentoyê komîsyonek hatiye sazkirin. Lê belê hin derdorên bi bandor ên di nav dewletê de û rêveberiya ku di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de nezelal e, ji bo aştiyê di warê afirandina piştgiriya civakî de nexebitîn. Di dawiyê de, zagonên çareseriyê bi hinceta hilweşandin û bêçekkirina QSD ya li Sûriyê ve girêdan. Ji ber vê yekê, ev komplo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê jî armanc dike.
Hikûmeta Tirkiyê bi awayekî yekalî peymana 10’ê Adarê wekî ku Kurd û Rêveberiya Xweser dest ji hemû daxwaz û mafên xwe berdin û her tiştî radestî dewletê bikin şîrove kir. Nehişt ku HTŞ bi QSD û Rêveberiya xweser re lihevkirin û çareseriyekê peyda bike. Hewldanên di vî warî de kêm û zêde tên zanîn. Di dawiyê de Sûriyê avêtin nava êrîş û aloziyên nû. HTŞ’ê hemû hêzên xwe yên çekdar ên li Sûriyê, li herêmên Rêveberîya Xweser bi cih kir. Dewleta Tirkiyê ev yek plan kir û koordîne kir, her wiha komên çekdar ên girêdayê xwe jî tevlî pêşengiya van êrîşan kir. Wekî din, bi rojane digot; “ger ku HTŞ însiyatîf bigre û êrîş bike, ez ji bo piştgiriyê amade me”.
Bê guman, ew ji bo temamkirina plana xwe ya tevlîheviyê û bi êrîşên leşkerî re sînordar neman. Hinek derdorên li herêmên Ereb ku demek dirêj li ser dixebitîn jî kirin nava liv û tevgerê. Gotin ku qaşo gel li dijî QSD’ê rabûye serhildanê û hwd. vê yekê têra xwe xerab bi kar anîn.
Ew dizanibûn hêzek mîna QSD’ê ku li ser bingehekî demokratîk hatiye damezrandin û ji Ereb û Kurdan pêk tê, berê çeka xwe nade gel. Rast e ku hin derdor ji van provokasyonan bandor bûn û hinekan jî hevkarî kirin. Lê tevî gotinên nifret û dijminatiyê yên li dijî Kurdan jî Ereb neketin nava vî şerî. Ne rast e ku mirov bi vî rengî pênase bike û di navbera gelan de bêbawerî û reşbûnê çêbike. Divê mirov li derûniya girseyî jî baldar be. Dema ku alozî çêdibin û bi deh hezaran komên çekdar ji her aliyî ve bi tank û topan êrîşî QSD û herêmên Rêveberîya Xweser dikin, gelek mirov bandor dibin, dudil dibin û dikevin rewşa ‘ka em bişopînin wê çi bibe’. Jixwe beşek mezin a civaka Ereb di vê rewşê de ma.
Pêkhateya Ereb jî bi salan di bin sîwana Rêveberîya Xweser de jiyana xwe bi rê ve bir. Meclîsên wan hebûn. Zext li ser wan tune bû. Bawerî û jiyana xwe li gorî dilê xwe rêxistin dikirin. Piştî gelek salan, gihîştibûn navengeke rastîn a demokratîk û azad. Lê pêwîste sosyolojiya civakê jî were dîtin. Bawerî û nasnameya ku bi sedan sal hatiye avakirin, di demeke kurt de nayê derbaskirin. Wekî din, gel pir êş kişandiye û pêşeroja Sûriyê jî ne diyar e. Rêveberîya Xweser her tim hatiye armancgirtin. Avakirina aramiyê hatiye astengkirin. Êdî mirov gihîştine wê astê ku dibêjin, “Kê li ser rêveberiyê be bila bibe, tenê bila mirin û şer tune be.” Ji ber vê yekê jî pêwîste propagandaya ku dibêje gelê Ereb Rêveberiya Xweser naxwaze û li dijî Kurdan e, neyê guhdarkir in.
Di êvara 18’hê Çileya 2026’an de, bi navê Ehmed Şera daxuyaniyek hat weşandin. Wan bixwe berê şertên xwe ji fermandariya QSD re şandibûn. Di van babetan de goftûgoh û danûstandin tune bûn. Tenê biryarên yekalî û ferman hebûn. Lê ev şert di demekê ku nîqaş li ser agirbest û rawestandina şer dihatin meşandin de hatin weşandin. Weke ku QSD wan mercan erê kiriye û lihevkirinek çêbûye hate nîşandan. Heta kêliya nivîsandina vê nivîsê jî ji aliyê fermandariya QSD’ê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn. Hate ragihandin ku wê Mazlum Ebdî di dîroka 19’hê Çileyê de biçe Şamê.
Di daxuyaniya Ehmed Şara de ne demokrasî, ne xweserî û ne jî mafên nasnameya Kurdan hebû. Di daxuyaniyê de ziman û bêhna rejîmeke ku ji rejîma Baasê jî xerabtir bû hebû. Tirkiye, pêşeroja Sûriyê û hêviya demokrasî û azadiyê, dike qurbana siyaseta xwe ya ku dibêje; bila Kurd dayika xwe nebine. Aliyên ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser qels kirin û vê komploye sazûman kirin, Sûriyê ber bi tarîtiyekî ve dehf didin ku ew ê bi salan êşa wê bikêşe.






