Farûk Sakik
Carna divê mirov nizane ji ku derê dest pê bike. Gelek nivisê me vala derketin. Texmîn û şîroveyên me rast derneketin. Ev yek jî ji me nebû. Me texmîn nedikir ewqas hovîtî û bêbextî derkevin pêş me. Me texmîn nedikir mirovahî evqas bêwijdan be.
Bêbextê mezin Amerîka bû. Bêşerm me li qada şer bi tenê hişt. Pir axivîn û pirr twîtter nivîsandin. Me jî li gor van axaftinên wan yê vala şîrove kir û em jî vala derketin.
Wan got bi navê QSD’ê di warê eskerî de birêxistin bibin. QSD sembola li dijî DAÎŞ’ê bû. QSD wek rêxistineke eskerî ya Kurdan nebû. Giraniya pêkhateyên wî ji Ereban pêk dihat. Ji Kobanê birêketibûn û li Bahozê dema ku DAÎŞ têk çû ev sazî hat avakirin.
Hêza Kurdan a pîroz YPG û YPJ ye. Li Kobanê wan li ber xwe da. QSD’ê tune bû.
Ji bo çi min xwest van hevoka binivîsim. Ne ji bo em li QSD’ê xwedî dernekevin nîne. QSD ji bo herkesî pîroz bû. Mazlûm Ebdî hên jî fermandarê vê artêşê ye. Ev bi serê xwe pîroz û girîngiya vê rêxistina eskerî îzah dike.
Ez dixwazim behsa bêbextiya Amerîka bikim. Berdevkê wan li Şamê bû. Agirbestek re şahidî dikir. Lê di wan kêliyan de Kurd dihatin qetilkirin. Bêdeng bûn. Li sernavê QSD’ê biryar dabûn û bêtevger hiştin. Digotin lihevkirinek heye. Lihevkirina wan li Kobanê îroj qetlîam e.
Rêber Apo di destpêkê de behsa Amerîka û Îsraîl kiribû. Lê ji aliyê hin kes û derdoran ve nefahmkirinek ji van gotinê Rêber Apo hebû. Amerîka û Îsraîl wek hêviyek didîtin. Ocalan çi got? Got ev her du dewlet bilî berjewendiyên xwe tu tiştek naparêzin. Ji bo berjewendiyên xwe bi te re dimeşin, lê dema di vê meşê de rêwiyek din derkeve pêş wan, te li wê derê difiroşin. Aha va li Sûrî ev yek hat îspatkirin. QSD firot û çeteyên Tirk-Colanî tercîh kir.
Em vegerin kodên xwe. Em vegerin sala 2012’an, sala şoreşa Rojava. Ne Amerîka û ne jî Îsraîl hebû. Me bi hêza xwe bi xwe bawerî anî û me şoreşek pêk anî. Îro divê em wan sînorên xwe biparêzin. Parastin bi daketina kolana nîne. Kolanan êdî wateya xwe windakiriye. Kengê wenda kir ? Roja dewletên cîhanê parastina mafên mirovan dan aliyek û berjewendî-ewlekariya xwe derxistin pêş kolan bê wate bûn. Kolan wê demê, li ser ûcdana mirovahiyê bandor dikir. Lê ev ûcdan tune. Dive êdî ûcdana wan were êşandin.
Em dîsa vegerin hovîtiya li ser Kurdan. Ji 6’ê mehê hetanî roja me gav bi gav axa me dagirdikin. Gelek herem bidestxistin, anjî me ji gelek deveran destberda. Dêrazor Reqqa heremên ku me ji DAÎŞ’ê paqijkirin bû. Dema ji Kobanê em bi rêketin û li Bahozê dawî li DAÎŞ anî, gelên heremê tevlî vê berxwedanê bûn. Kurdan dixwestin ku li vêderê sîstemek rêveberiya xweser hebe. Amerîka jî ji bo parastina vê sîstemê QSD avakiribû. Îroj ku êrişan dest pê kir, gelên heremê HTŞ tercîh kirin û herem ket destê hêzên Şamê(çeteyên Tirkiyê). Me li wê derê tu tiştek winda nekir. Em vegeriyan ku sînorê şoreşa Rojava biparêzin. Îroj ev der jî dibin tehdîtek mezideye. DAÎŞ-Çete li du tola xwe ne. Êriş dikin. Ez ê bibêjim em vegerên rihê berxwedana Kobanê, lê ew rih nemaye.
Çima nemaye? Ew rih heye lê bandora wê tune. Meş û mitîng êdî bê wate ne. Berê dema meş dihatin lidarxistin, xîtabî û cdana mirovahiyê dikir. Bi mirovahiyê re êdî ew wijdan nemaye. Dive ku çalakiyên wijdana wan dêşîne werin lidarxistin da ku ew jî bikevin nav liv û tevgerê.






