Dîlan Mulhim\Qamişlo
Rêveberê Mecilsa Olî ya bajarê Tirbesbiyê Hogir Hesen eşker kir ku hikumeta Demkî ya Sûriyê li gorî berjwendiyê xwe islama siyasî bikar tîne û got,“Hikumeta demkî ya Sûriyê dibin navê islama siyasî de kiryrên dijîmirovî pêk tîne.”
Piştî ketina Rîjîma Bass hikumeta demkî ya Sûriyê bi hevkariya hêzên navnetwî hate li ser desthildariya Sûriyê, herwiha ji wê demê bi hişmendiya DAIŞ’ê kiryarên dijmirovî li dijî gelê Sûriyê nehatine rawestandin. Hikumeta Sûriyê navê xwe kiriye artêşa erebî ya Sûriyê, lê bingeha wê DAIŞ e, di heman demê de hêzên navnetwî piştgirtiya wan dike û çavên xwe jê re digirin. Ev hikumet demkî dibin navê islama siyasî û siloganan jin û zarokan dikuje, sûcên dijî mirovahiyê pêk tîn e.
Di derbarê kiryarên dijmirovî yên hikumeta demkî ya Sûriyê dibin navê islama siyasî de rêveberê Mecilsa Olî ya bajarê Tirbesbiyê Hogir Hesen ji Rojnmeya me re axivî.
‘Hikumeta Demkî dibin navê ol de mirovan qetil dike’
Hogir Hesen anî ziman ku ji dema hatina hikumeta demkî ya Sûriyê ew bi hişmendiya DAIŞ’ê kiryarên hovana pêk tîne û wiha got: “Ji dema ku hikumeta Demkî ya Sûriyê hatiye ser desthildariyê kiryarên wê yên hovane li dijî gelê Sûriyê nehatine rawestandin. Lê belê hikumeta Demkî dibin navê ol û tayfetê de komkujiyanan pêk tîne û dibin navê islama siyasî û allahûekber de jin û zarokan qetil dikin. Lê ev kiryar û komkujiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ve tên kirin, li dijî ola islamê ne. Hikumeta Demkî û giropên girêdayî wê ola islamê berovajî fêm dikin, lê belê islama demokratîk van kiryar û komkujiyên hovane yên ku hikumeta Demkî ya Sûriyê li dijî gel pêk tîne, şermezar dikin.”
‘Dibin navê islamê de komkujiyan pêktîne’
Hesen axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hikumeta Demkî li gorî berjwendiyê xwe islama siyasî di meşînin, herwiha hikumeta Demkî ya Sûriyê, kuştina mirov, zarok û jinan rawedibîne, lê belê ev yek li dijî ola islamê ye. Di ola islamê de, nehatey gotin ku mirov, zarok û jinan serjêr û qetlibikin. Hikumeta Demkî dibin navê islama siyasî û allhûekber de, komkujiyan pêktîne, herwiha mirov, jin û zarokan serjêr û qetldikin. Me nedîtiye ku dibin navê ol û allahûekber de serê mirovan tên serjêrkirin, tu ol vê yekê nake. Di vê dema niha de, em dibîn ku dema kesek dibin navê islamê de tê qetlkirin çiqasî gelê me xemgîn dibe.”
‘Islama demokratîk van kiryaran napejrîn e’
Rêveberê Mecilsa Olî ya bajarê Tirbesbiyê Hogir Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev kiryarên ku dibin navê islamê tên kirin, islama demokratîk û qurana pîroz bi tu awayê vê yekê napejrîn e, lê xeta islamê doza mirovên mezlûm û bindest dike. Ji aliyê hikumeta Demkî ya Sûriyê û giropên girêdayî wê gelek kiryar û sûcên dijîmirov li dijî gelên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin,herwiha temsîl bi laşê mirovan hatkirin û komkujî hatin kirin. Helbet dema ku êrişeke li ser welatekî wer kirin her kesê wê şer dike, çi jin be û çi mêr be, ji ber ku dibe pêxber de jî jin parastina mafê xwe dikir.”






