Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşa Jin li Sûriyê

21/01/2026
in JIN
A A
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran

Sûriye ya ku bi salane bi şer, pevçûn û krîzên mirovî yên mezin re rû bi rû maye, ev rewş bi awayekî giran li ser hemû civakê bandor kiriye, lê yên ku herê zêde ji wî rewşê bandor bû û bûn qurban jin û zarok bûn.

Berî destpêka şerê navxweyî di sala 2011-an de, jin li Sûriyê di nav şert û mercên pir dijwar yên civakî yên sînorkirî de dijiyan. Piştê ku pêla şoreşê di 19’ê Tîrmehê destpêkir û li tevahiya sûriyê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê belav bû, bi perwerdekirin û rêxistinkirina jinan her çiqas guhertinek hatibe çêkirin jî, lê hê jî ew zîhniyeta kevneşop ku li ser jin tesîrek daye avakirin. heta niha jî lê Mafên wan  di gelek tiştan de hatiye sînordarkirin.

ji 2011’an heta niha gelek jin bi gelek bûyer û kiryaran re rû bi rû man di her êrîşeke ku ji aliyê desthilatdaran ve li heremê dihatin meşandin de tundiya li ser jin xiraptir bû. Koçberî û penaberî li heremê bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin. bi hezaran  jin li ser axa xwe hatin koçberkirin û bi zehmetiyên koçbereiyê re rû bi rû ne.  Em dikarin bêjin bi hezaran jin li ber çavê cihanê di bazaran de ji aliyê Çeteyên HTŞ’ê û DAIŞ’ê ve hatin firotin. Mixabin hemû dunya û kesên ku qaşo dibêjin em parazvanê jinên û parastina mafê mirovan dikin lê li hemberê van kiryaran sosret bêdeng man.

Çawa ku Rejîma Baas jinan bê maf hiştibû îro jî “maskeya” ku Esaad avêtiye Colanî rakiriye careke din jin bi deste desthiladaran ve bê maf hatine hiştin û nedîtîve têne. kiryarên Colanî û çeteyên wî li ser jin didin meşandin mirov nikare nedîtîve bê li heremên Beravê û Siweyda bi hezaran jin hatin revandin û tecawûzkirin. Bi Tûndûtîya cinsî, zordarî, zewaca bi zorê re hatin hîştin. Ne tenê li Sûriyê an jî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jin dibin qurban li gelek welatan jin rastê her cûre kiryaran tê û di bin qurban, yê ku diparêze jî zilame yê dikûje jî zilame.

Di encamê de, rewşa jin li Sûriyê di navbera êş, berxwedan û hêviyê de ye. Pêşerojek aram û wekhev ji bo jinan pêwîstiya herê sereke ye ku jin ji bo parastina maf û azadiya xwe, xwedî roleke bingehîn. Bê parastina mafê jin li sûriyê aramî û hêvî ne mimkûne. Îro yên ku pêşengtî bikin û bibin xwedî hêz jin bixwe ye heta jin azad nebe azadî bê wateye.”

Li hember ewqas salên tijî kiryar û binpêkirina mafê jiyana jinan him di aliyê zagonî û hin jî di aliyê civakî de, lê ger em bala xwe bidinê di zêdetirî 14 salan li ser derbasbûna kirîza ku li Sûriyê bi taybet hatiye jiyankirin û hê jî didome. Jina Sûrî hê jî bêdeng maye! Gelo rûxmî ya ku herî zêde bûye qurbaniya van polîtîkayan jin e lê çima bêdeng e? Ma ew jî nikare bang bike û bêje para min jî ji vê kawosê, ji vê şoreşê û ji van guhertinan heye?

Ev yek helbet ne tenê bi jina Sûrî ve girydayî ye, ev feraseteke hezar salî ye ku li ser hemû beden û rihê jinê hatiye meşandine. Jin di bin zihniyeta pergalên hegemon yên ji hezar salan ve hatiye avakirin de jiyan dike, ji wê zêdetir karekterê jina heyî dane avakirin. Ev yek pir bi polîtîk û bi zanebûn li ser mejî û rihê jina xwedewand hatiye meşandin. Bi derbasbûna hezar salan li ser van hişmendiyan re ku hêdî hêdî jina pêşengtî ji civakbûyîn û gerdûnê kiriye hatiye jibîrkirin û di mejiyê wê de hebûna jin a roja îro dane avakirin. Yanî bi kurtasî ji cewherê wê durxistin û bi demê re ew dan jibîrkirin da ku bi hebûna xwe ya heyî razî û bê guman e. Ev yek li ser hemû jinan hatiye meşandin. Em bala xwe bidinê di şoreşên ku li Rojhilata Navîn rabûne de, ji tunis bigre heyanî Sûriyê serîrakirina jinan ji bo daxwaza mafê xwe ya azadiyê nebû me nedît.. Balkêşe ku jin di guhertineke desthilatdariyê û sîstemê de, ranebe û rola xwe di van guhertinan de daxwaz neke. Gelo jin ewqas bê ziman e Helbet na. Lê ji ber siyaset û zihniyeta ku li ser hatiye mezinkirin, gihîştiye rewşa ku daxwaza mafê xwe neke, ya rastir ji ber dîktatoriya pergal û malbatê nikariye serî li qadên şoreşê û veguherînê rake.

Gelek jin di Sûriyê de rabûn ser piyan û mil bi mil bi zilaman re bûn yek deng; Gelo van jinan daxwaza azadiya xwe û mafê xwe kirin? daxwaza mosogerkirina deng û rola jin di zagon û hikumetê de kirin? Na. Ne gengaz e ku jin tenê dakeve qadan. Ma em ê ji jineke bi zihniyeta zilam û ji bo berjewendiyê zilam û dewletê dadikeve qadan çi jê bikin! ya girîng ev jin ji bo çi serî radike û ber bi qadên şoreşê ve diherike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.