Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kes nikare vîna jina Kurd bişkîne’

21/01/2026
in JIN
A A
‘Kes nikare vîna jina Kurd bişkîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya Hêza Ewlekariya Hundirîn a Dêrik Ranya Efrîn diyar kir ku jina Kurd li hemberî her cûre êrîşan serî netewand û teslîmiyetê qebûlnake , Em weke Hêza Ewlekariya Hundirîn a Jin soza xwe nû dikin herwiha soza intîqamê didin.”

Di 6’ê Çile de êrişeke hovene ji aliyê çeteyên hikumeta demkî a girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve bi ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê de hatin. Hemû cûreyên çekên giran li hember sivîlan bikaranîn û gel di nava gorpêçek mezin de jiyan kirin. Lê ji roja destpêkê ya êrişê de û haya roja dawî sekin û berxwedaniya gel dibû bersiv ji dijmin re. Herwiha dîsa careke din jina Kurd bi têkoşîn û berxwedaniyê xwe isbat kir. Hêza Ewlekariya Hundirîn a Jin bi israra xwe ya ji bo azadiyê û parastina gel bûn Fedayiyên şoreşê.

‘‘Dîroka berxwedaniya Şêxmrqsûd û Eşrefiyê xwe dubare dike’’

Ranye Efrîn diyar kir ku ew şahidê gelek şerê Helebê ye û wiha got: “Ji destpêka Şoreşa Rojava de ji 2012’an de êrişên hovane bi ser Kurdan de tên, şerê destpêkê yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bi pêşengtiya Şehîd Gulê Selma bû, dema ku êrişî taxê kirin xastin li ser destê Begariya Şerê mezin û parçebûnê di nava pêkhateyan de derbixînin, lê dîsa cereke din jina Kurd a bi navê Gulê Selma bersîvên tund da dijmin û gihaşt asta Şihadetê. Di vê demê de û di destpêka Şoreşa Rojava de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li berxwedan. Bersivek mezin dan Rêjîma Baas û HTŞ’ê ve. Piştî wê şerê Heyanê yê girêdayî Helebê derket û dîsa careke duyemîn Şer li Heyanê derket, di wê demê de 22 rojan HTŞ’ê bi hemû tangên xwe êrişî herdu taxan kirin û di wê demê de em şahidiyê wê şerî bûn.

Di wê demê de jî bi awayekî hovane êrişî ser sivîlan dikirin, mirov bi darê zorê koçber kirin, 22 rojan birîndar bê derman mabûn û Şehîd jî hebûn, Piştî wê jî em weke jinên Helebê ji bo parastina gerdu taxan me biryar da ku em tabûra Şehîd Gulê Selma di herdu taxan de ava bikin, 63’ê jinan cihê xwe di vê tabûrê de digirtin, ji jinên 60 salî heya yê 16 salî cihê xwe di vê tabûrê de girtin ji bo parastina axa xwe bikin. Di wê demê de Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû keleha fikir û ramanê Rêber Apo, berxwedaniyê û kelaha hevaltiyê. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê fikirên azad ji Rêber Apo û şehîdan rakiriye û ji bo vê yekê taslimiyetê qebûlnakin û di rêya berxwedaniyê de meşiyan. Ji wê demê de û heya roja me ya îro qehremanên Şexmeqsûd û Eşrefiyê digotin emê şehîd bikevin û em xwe teslîm nakin û niha jî dîrok xwe dobare dike.”

‘‘Kes nikare vîna jina Kurd bişkîne’’

Ranye Efrîn destnîşan kir ku jina Kurd teslîmkariyê qebûlnakin û wiha domand: “Ji destpêka Şoreşa Rojava û ji şerê yekemîn a  di Şêxmeqûs û Eşrefiyê de jina Kurd teslîmiyet qebûlnedikir û niha jî dîroka ku jina Kurd xwe têde isbat kiriye li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat dobarekirin. Banga teslimiyetê li Heval Denîz hat kirin, lê qebûl nekir û xwe Şehîdxist herwiha bersivek mezin da herdu dewletan. Bi vê berxwedaniya xwe mohra xwe li dîrokê da. Cenaseya heval Denîz Çiye ji avahiya sêyem de avêtin erdê, ji canazeya jina Kurd ditirsin. Ji destpêka dîrokê de hewildidin ku vîna jina Kurd bişkînin û îradeya wê têk bibin, lê jina Kurd bi berxwedaniya xwe û israra ji bo azadiyê dikarîbû vîna xwe vijîn bike herwiha belav jî bike. Çiqas hewalbidin komkujiya bi gelê Kurd bikin, li beramberî wê hêza intîqamê li gel me zêde dibe.”

‘‘her ku diçe îradeya jina Kurd xortir dibe’’

Ranye Efrîn da zanîn ku îradeya jina Kurd nayê şikandin û wiha pê de çû: “Dijminê ku bi zihniyeta paşverû li hember jinê tevdigere, çiqas hewalbidin îradeya jina Kurd bişkînin, li beramberî wê her ku diçe îradeya jina Kurd xortir dibe, her ku diçe hêrsa me mezinrtir dibe û intîqama me zêdetir dibe. Ji destpêka dîroka Kurdan de hertim hewaldidin bi her awayî sekna bi hêz a jina Kurd bişkînin û feraseta wê ya azadiyê têk bibin, lê tu carî jina Kurd dest ji xeta xwe ya berxwedaniyê bernedan. Di destpêkê de têkoşînê li hember zihniyeta zayendperestî dide meşandin û niha ji li hember zihniyata DAIŞ’ê tîkoşînê dide meşandin. Têkoşîna jina Kurd ne tenê ji bo Kurdane, lê belê ji bo tevahî jinên cîhanê ye.”

‘‘Soza me intîqame’’

Ranye Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em soz didin hemû Şehîdên xwe û em soz didin hemû hevalên xwe çekên wan li erdê namîne, bi rihê intîqamê emê nêzî dijminê hov bibin, yê ku li ser destê wan hevalên me, fermandarên me û zarokên me, û qelê me tên Şehîd xistin. Em weke Hêza Ewlekariya Hundirîn a Jin soza xwe nû dikin herwiha soza intîqamê didin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.