Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mazlûm Ebdî: Bajarên me xeta sor e

20/01/2026
in POLÎTÎKA
A A
Di nav 15 rojan de li Rojava çi qewimî?
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî diyar kir ku hêzên QSDˊê ji bo parastinê vekişîn herêmên Kurdî, di heman demê de êrişên hikumeta demkî li dijî van herêman dewam dikin. Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku destwerdanê bike, girtîgehên girtiyên çete û malbatên DAIŞˊê biparêze.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji ajansa me re daxuyand ku hêzên wan bersivê didin êrişên hovane yên li dijî welatiyên Kurd ên li tevahî herêman. Ebdî berxwedana şêniyan û şervanan li dijî van êrişên hovane silav kir.

Ebdî destnîşan kir ku li dijî avahî û girtîgehên çete û malbatên DAIŞˊê li Şedadê û kampa Holê êrişên xeterank çêbûn. Ji şeva berê ve hewldanên ketin û kontrolkirina kampa holê tên kirin, bi tank û panzêran êrişên dijwar pêk tînin. Ji berê w parêzvanên kampê mecbûr bûn vekişin.

Di dewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku çeteyên hikumeta demkî li dijî bajarên Hesekê û gundewarê û Kobanê êrişên dijwar pêk tînin, ev êriş li gel tevahî bangên QSDˊê yên beriya du hefteya ji bo agirbestê kirine, didomin. Hêzên QSDˊê, ji bo parastina herêmên Kurd vekişîn û got ew herêm û şêniyên xeta sor in.

Ebdî da zanîn ku girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ku hîna şervanên QSD û YPJˊê diparêzin rûbirûyî êrişên dijwar û hewldanên ketinê ye. Ev jî şervanan rûbirûyî xeteriyên mezin û reva girtiyan re dihêle.

Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi berpirsiyariya xwe ya parastina avahî û girtîgehên endamên DAIŞˊê rabe û divê hikumeta Şamê êrişên xwe rawestîne û li maseya diyalogê vegere.

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di dawiyê de bang li gelê Kurd ê li tevahî cîhanê û dostên wan kir ku li dora berxwedana şervanên QSDˊê bicivin da ku sivîlan biparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.