Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd li çar aliyê cîhanê daketin qadan û ji bo Rojava nobet girtin

20/01/2026
in ROJEV
A A
Kurd li çar aliyê cîhanê daketin qadan û ji bo Rojava nobet girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi milyonan Kurd, li gelek welatên Ewropa û bajarên çar parçeyên Kurdistanê kom bûn û li dijî êrîşên li ser gelê Rojava bi Ruhê Kobanê heta serê sibê nobet girtin. Ciwanên kurdan sînor derbas kirin û berê xwe dan Rojava û çek hilgirtin.  

Piştî komên çeteyan ên HTŞ, SMO û DAIŞê bûn yek û bi piştgiriya Israîl, Fransa û Tirkiyeyê êrîşî gelê Kurd kirin, li çar aliyê cîhanê bi milyonan kurd tevî sazî û rêxistinên xwe seferberî îlan kirin û derketin qadan. Bi milyonan Kurd ji Silêmaniyê heta Hewlerê, ji Duhokê Heta Zaxoyê, ji Qamişlo heta Hesekê, ji Kobanê heta Dêrikê, ji Nisêbînê heta Dêralok û Şeladizê, ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Wanê heta Amedê, Ji Mêrsînê heta Êlihê, ji Holandayê heta Almanyayê, ji Zûrihê heta gelek bajarên Ewropayê li hev kom bûn û ji bo êrîşên li dijî gelê Rojava şermezar bikin heta serê sibê nobet girtin. Bi milyonan jin û ciwan, kal û pîr, alên YPJ, YPG û HSDê hilgirtin û bi dirûşmeyên xwe piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava diyar kirin. Piştî banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Cizîr û gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin û ciwanan çek hilgirtin û li dijî êrîşên HTŞ, SMO û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê nobet girtin. Bi milyonan kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê seferberî îlan kirin, bang li hêzên navdewletî kirin û xwestin êrîşên li ser Rojava rawestînin.

Bi êrîşên komên çeteyan ku hêz û piştiriyê ji Tirkiye, Israîl, Îngîltere, Fransa û Amarîkayê digirin, piştî ketin Reqa û Dêra Zaro ewil girtiyên DAIŞê ji girtîgehan derxistin û kampa Holê vala kirin. Bi taybetî piştî ku HTŞê bi hezaran çeteyên DAIŞê yên li kampên Holê û girtîgehên Reqayê serbest berdan, tirs û xofa gel a ku dîsa wekî salên 2014-2015an komkujiyê bike zêde bûn. Bi milyonan gelê Kurd hem ji bo destkeftiyên Rojava biparêze, hem ji bo li nasnameya xwe û pergala Rêveberiya Xweser xwedî derkeve û hem jî ji bo rê li pêşiya komkujiyên mezin ên li ser civakê û baweriyan asteng bike, derketin kolanan û meşên girseyî li dar xistin. Li hin cihan êrîşî nivîsgehên saziyên Tirkiyeyê kirin. Li hin cihan sînorderbas kirin û berê xwe dan Rojava, li hin cihan jî li pêş parlamentoyên welatan çalakiyên girseyî lidarxistin û heta seetên serê sibê nobet girtin.

Bi milyonan kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê û welatên cîhanê daketin qadan, nîşanî hemû dewletên cîhanê dan ku êdî Ruhê Kobanê zindî ye û tu carî namire. Nişan dan ku li her derê li dijî şer yekîtiya xwe îlan kirine û li ku dibe bila bibe, dema li dijî kurdekî an jî bajarekî Kurdan êrîş pêk bê, li her derê dikarin dakevin qadan bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman. Kurdan bi yekîtiya xwe sînor ji holê rakirin û helwesta xwe ya li dijî dagirkirin, talankirin, kuştin û înkarê anîn ziman.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.