Navenda Nûçeyan
YPG’ê li dijî êrişan bang kir ku divê her kes cihê xwe di nava têkoşîna mirovahiyê de bigire û got: “Ev şer ne tenê ji bo Rojava, ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye.”
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê li dijî êrişên li ser Rojava de peyamek weşand.
Peyama YPG’ê wiha ye: “Divê her kes di nav têkoşîna ku em bi navê mirovahiyê dimeşînin de cihê xwe bigire.
Ev du hefte ne, li dijî gelê Rojava konseptek qirkirinê tê meşandin. Gelê me yê berxwedêr ku bi salan li dijî DAIŞ’ê şerkirî niha bi êrişên DAIŞ’ê re rûbirû maye. Wek hêzên YPG û YPJ’ê emê bi hemû hêza xwe gelê xwe û destkeftiyên ku me bi berdêlên mezin bi dest xistine biparêzin. Divê hemû aliyên peywendîdar ji bo parastina mirovahiyê seferber bibin û piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Ev şer ne tenê ji bo Rojava, ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye.”






