Rojnameya Ronahî

Artêşa Lîbyayê 3 balafirên keşfê yên Tirkiyê xistin xwarê

Artêşa Wetenî ya Lîbayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 balafirên keşfê yên Tirkiyê xistine xwarê. Her wiha diyar kir ku avahiya firokeyan a li bajarê Misrata jî rûxandin.

Artêşa Lîbayê di demên derbasbûyî de dema hewldana bombebarana baregeha El-Cefra ya asmanî ya li çolistana Lîbayê dikir, 2 firokeyên Tirkiyê rûxandin.

Buroya çapemeniyê ya artêşa Lîbyayê bi daxuyaniyekê wiha ragihand: “Piştî gelek nuqteyên bajêr bi çekên asmanî bûn armanc, me hemû avahiyên firokeyên Tirkiyê yên li bajarê Misrata rûxandin.”

Buroyê wiha li daxuyaniya xwe zêde kir: “Her sê firokeyên ku hatin rûxandin, armanca xwe pêk neanî û ji ber firokeyên Tirkiyê ji wir derketin, me baregeha asmanî kir armac.”

Artêşa Wetenî her wiha ragihand ku dema wesayitên leşkerî yên hikumeta Wîfaqê hewldana derbasbûna bajarê Serd ê bakurê welêt dikir, wan kirin armanc.

Tora Erebiye li ser zimanê nûçegihanê xwe ragihand ku balafirên artêşa Lîbyayê nêzî Serd 15 wesayitên leşkerî yên Wîfaqê kirin armanc.

Hêzên artêşa Lîbyayê baregeha Caferê ya asmanî ji sala 2017`an ve piştî ku komên hikumeta Wîfaqê ji xwe re kiribûn navend, serwer dikin.

Ji destpêka operasyonên leşkerî yên bi armanca rizgarkirina paytexta Terablusê balafirên artêşa Lîbyayê zêdetirî 10 firokeyên Tirkiyê rûxandine. Her wiha hêzên artêşa Lîbyayê odeya sîstemkirina firokeyên li balafirgeha Matîqiyê ya navdewletî ku ya sereke rûxand û baregeha balafirên drone ya li bajarê Misratê topbaran kir. Tê zanîn ku firokeyên Tirkiyê ji bo radestkirina hêzên Wîfaqê destekek bû.