Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Rûsipiyên Eşîran ji bo piştgiriya QSD’ê daxuyaniyek dan

19/01/2026
in ROJEV
A A
Meclisa Rûsipiyên Eşîran ji bo piştgiriya QSD’ê daxuyaniyek dan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Rûsipiyên Eşîran li bajarê Dêrikê bi yek dengî soza destekdayîna hêzên QSD’ê dan û bi daxuyaniyekî barê seferberiyê girtin ser milê xwe.

Di destpêka daxuyaniyê dest nîşan kirin ku êrişên berdewam ên ku ji hêla hikumeta demkî û komên hevalbend ve li dijî deverên me yên ewle têne kirin, şermezar dikin. Ev binpêkirineke eşkere ya hemû peyman û têgihiştinên ragihandî ye, paşguhkirina tevahî soz û erkên ku ji gelê vê herêmê û ji raya giştî re hatine dayîn e. Tiştê ku diqewime bi tu hincetan nayê rewakirin. Ev êriş rasterast li ser sivîlên bêçek e, mînaka berçav êrişa li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi rêya topbaran û operasyonên leşkerî, bûn sedema kuştin û birîndarkirina jin û zarokên bêguneh. Ev binpêkirinek eşkere ya hemû prensîbên mirovî û peymanên heyî ye, êrişek piralî li ser ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, israr li ser siyaseta hêzê li şûna aqilmendiyê ye û li şûna çareseriyê, aloziyê zêde dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: ” Berdewamiya van êrişan dê herêmê ber bi encamên cidî ve bibe ku ew ê berpirsiyariya tevahî hilgire ser xwe. Divê ew kesên ku ev şer gur kirin û di wê de israr kirin hesab bidin. Em bi lez daxwaza rawestandina tavilê û bê şert û merc a hemû operasyon û êrişên leşkerî li ser herêmên me dikin. Her wiha em daxwaza pabendbûneke tevahî û cidî ji bo parastina sivîlan û binesaziyê dikin. Wekî din, em daxwaza pabendbûna bi peymanên îmzekirî bêyî xapandin. Divê ew kesên ku bi zanebûn herêmên me hedef digirin hesab bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: ” Em daxwaza bidawîanîna erêşên herêma me di nav çerxek nû ya kaos û wêraniyê de dikin. Eşîrên me, ku beşek yekgirtî ya tevna Sûriyeyê ne, her gav pabendî aramî û ewlehiya Sûriyeyê bûne û wê bimînin. Lêbelê, ew ê bêçalak nemînin dema ku gelê wan, rûmeta wan û mafê wan ê ewlehiyê tê binpêkirin. Em li dijî xefikên berdewamiya vê nêzîkatiyê hişyar dikin û piştgiriya xwe ya bêdawî ji bo hêzên me. Hêzên Sûriya Demokratîk ev ax parastine û bi hezaran can feda kirine.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.