Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên li Îranê di roja 22’mîn de didomin

18/01/2026
in CîHAN
A A
Xwepêşandanên li Îranê di roja 22’mîn de didomin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan 

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 22’mîn de bê navber dewam dikin. Tê gotin nêzî 3 hezar 120 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 2 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan dest pê kirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, di nava 22 rojan de 24 hezar û 622 xwepêşander hatine binçavkirin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 3 hezar û 120 xwepêşander hatine kuştin. Tê gotin ji vê hejmarê 22 kes di bin temenê 18 salî de ne. Her wiha tê gotin heya niha nêzî 3 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.

Her wiha medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên 132 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hîn jî înternet û xetên peywendiyan têne qutkirin. Tevî vê jî hêzên rejîmê diavêje ser malên ku xwedî xetên peywendiyan in.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelek hêzên leşkerî hatine bicihkirin û 24 saetan li cade û kolanan çavdêriyê li ser gel dikin. Di dema xwepêşandanan de çekên cûda û bombeyên gazê bi kar tînin. Her wiha ji bo diyarkirina mal û dikanên xwepêşanderan boyaxek taybet bikar tînin û diyar dikin.

Li aliyê din Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî bi rêya medyaya dewletê li xwe mikûr hat ku xwepêşander kuştine û wan wek “têkder û alîgirên biyanî” bi nav kirin.

Di heman demê de Dozgerê Giştî yê Tehranê jî wan tometên li ser betalkirina darvekirina xwepêşanderan red kir û got ku wê bersiva dadwer zû û zelal bide û gelek dosye ji bo dadgehê hatine şandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.