Ronahî Sadûn
Endamê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku Tirkiyê eşkere dibêje gereke statu ji Kurdan re, bi taybet Rojavayê Kurdistanê re nemîne, hikuemta demkî ya Sûriyê jî di vî warî de heman hizrê dihizre, lewra ew planekî berfireh li ser Kurdan didin meşandin û got, “Pêwîst e Kurd piştgiriya QSD’ê û Rêveberiya Rojava bikin.”
Li ser gelê Kurd bi taybet ê Rojavayê Kurdistanê planek qirker û têkbirina aramiyê tê meşandin. Herwiha li Sûriyê dibe salek desthilatdariyeke nû ku serwer bûye. Her çiqasî diyalog û peyman di navbera vê desthilat, hêz û Rêveberên Rojava QSD,ê û Rêveberiya Xweser de, re pêk hatiye, lê bi her awayî ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê ve binpêkirin pêk hatiye. Niha jî piştî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê, êrişeke berfireh li ser deverên din ên Rojavayê Kurdistanê bi destê çeteyên hikumeta demkî bi piştgiriya rasterast a dewleta Tirk tê kirin. Berxwedaniya hêzên QSD’ê jî di asta ku tê xwestin de, tê dayîn.
Derbarê Civîna Parîsê û li hevkirinên ku tê de hatine kirin, herwiha armanca êrişên li ser Kurdên li Helebê, endamê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Zubeyir Aydar ji Rojnameya me re axivî.
‘Êriş ne ji nişkêve bû, êriş bi plana dem dirêj bû’

Zubeyir Aydar diyar kir ku êrişên li ser Helebê bi amadekirina planeke dem dirêj pêk hat û wiha got: “Mijara Helebê mijarekî cidî ye. Ne mijara rojekê, şaştiya kesekî an jî mijara ku bi diyalogê çareser nedibû, na! Lê ji bo vê mijarê bûye demek dirêj ku amadekarî jêre tê kirin, lewma dema derfet kete destê wan de, êriş kirin. Niha çawa derfet dîtin jî? yek amadekariyên xwe kirine, du zanin tu hêzeke mezin li wê deverê nîne wekî QSD’ê, ji ber QSD’ê hêza xwe ji wir derxistibû, tenê hêzên Ewlekariyê ye, çekên giran jî destê Hêza Ewlekariyê de nînbû, ev hemû dizanîbûn. Ji ber ku ev pilansaziyekî Tirkiyê û hikumeta demkî ye ku demeke li ser dixebitin, li ser wê bingehê wan têkilî bi hin ji eşîra Begara re kirine, dirav dane wan û wan iqnai kirine. Yanî Tirkiyê û hikumeta demkî di hundir de amadekariyên xwe kirine ku wê çi bikin ji pêkanîna plansaziya xwe. Mijar jî ev e ku pêwîst e demografiya herêmê bê guhertin, mafê Kurdan li wê de rê tune be, taybetî jî heger mumkin be temamî tê bibin, nebe li Rojavayê Çemê Firatê tu heyîna Kurdan nemîne. Ev polîtîkaya dem dirêj a dewleta Tirkiyê ye, eyîn tişt ji bo Şamê jî derbas dibe.”
‘Piştî hevdîtina Parîsê, eriş ketin meriyetê de’
Zubeyir Aydar eşkere kir ku piştî civîna Parîsê êriş ketin meriyetê û wiha anî ziman: “Balkêşe ku piştî hevdîtina Parîsê, eriş ketin meriyetê de. Niha di 4’ê Çileyê de li Şamê hevîdîtina Rêveberên Rojava û hikumeta demkî ya Sûriyê çê bû. Ev hevdîtin baş derbas dibe û ew daxwazên Kurdan erê dikin, Amerîka jî di navberê de ye û pêşinyar dike ku dibêje; mademî em gihaştin encamê, em protokolekê çêkin ku her du alî îmze bikin û daxuyaniyekî bidin. Lê yên Şamê dem dixwazin û dibêjin em niha ne amade ne, bela bimîne piştî çend roj din, yanî piştî 7-8 mehê careke din bêne ba hev û tam amadekarî bikin û îmze bikin, bi vî rengî daxwaz dikin. Wê navê re 5 û 6 mehê jî hevdîtin bi Parîsê re hatine plankirin bi navbênkariya Amerîka, Faransa ku Îsraîl û hikumeta demkî tînin ba hev. Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hekan Fîdan jî çûye wê de rê, ger ew di hevdîtinan de nebe jî, oda rex wekî çavdêrî dike. Piştî protokolekî di nav wan de hat çêkirin, ji xwe re weke roniyeke kesk dîtin gotin îmkan heye em êrişî Helebê bikin, bi vî rengî hincet derxsitin û êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Êrişên Helebê ji hevdîtina Parîsê ne şûştî ye.
Em wekî Kurd gereke vî tiştî bizanibin, li derve li ser me bazar têne kirin, divê em xwe xurtir bikin. Heta pêşiya wê hevdîtinê, pirgirêk nîne her tişt normal dimeşe. Lê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rasterast êriş kirin, ne ku gotin em ê çawa bi diyalogê çareser bikin. Ev mijar dide nîşandan, li vê derê plansaziya leşkerî Tikriyê kiriye, Tirkan hêza hewayî daye wan, bi dronan êriş kirin, bi rêya tangên xwe jî alîkariya wan kiriye û qordîne jî kirine. Bi vî rengî êriş bi ser Helebê de hate kirin.”
‘Ser masê pir xweş axaftin kirin, lê gav ne avêtine’
Zubeyir Aydar tekez kir ku pêwîst e Kurd piştgiriya QSD’ê û Rêveberiya Rojava bikin û wiha pê de çû: “Niha êriş bidawî nebûne, ev mijar berdewame. Şêwazê rayedarên Şamê Colanî û yên din hemû yan jî, wekî ku ji vê pêvajoyê moral girtine û xwe xurt dibînin, şêwazê Tirkan jî wî rengî ye. Bi vî awayî dixwazin êrişî giştî bikin. Tirkiyê eşkere dibêje gereke statu ji Kurdan re, bi taybet Rojavayê Kurdistanê re nemîne, hikuemta demkî ya Sûriyê jî di vî warî de heman hizrê dihizre. Ji bo wê mijar bi Helebê tenê re sînordar nabe, lewra êrişên li ser Dêr Hafir, Meskenê û Bendava Tişrînê, amadekriyên wan ên derdora Dêra Zorê û gelek deverên din vê dide diyarkirin ku ev planekî berfirehe, heta niha jî di hevdîtinan de xwestin e dem gezenc bibin. Ji ber hemû carên di hevdîtinên ku li Şamê de çêbûne, ser masê pir xweş axaftin kirine, lê gav ne avêtine. Her xwestin xwe xurt bikin û dem qezenc bikin. Li vir pêwîst e em wekî Kurd hemû jî piştgiriya QSD’ê, Rêveberiya Rojava bikin û em xwe xurt bikin. Da ku em karibin zêdetir bersiv bidin, bi vî rengî ew ê nikaribin tiştekî bikin. Ji bo vê jî du tişt hene, yek aliyê herêmê de yekîtiya xwe biparêzin û hêza xwe ya parastinê xurt bikin, ya din jî li derve em diplomasîkî berfireh bikin. Em niha hatine plankirin, van tiştan bi vî rengî dikin. Herwiha em bizanibin ev tişt li pêşiya me ye, yê hemberî me heger xwe xurt bibîne, bi me re rûnanên û diyalogê nake, heger xwe lawaz bibîne, bi me re rûdinê. Em jî gorî wê pêwîst e planên xwe çêkin, plan berfirehe, mijar bi vî rengî ye, di vê derê de dewleta Tirkiyê û rêveberiya Şamê hev re ne û hinekî din jî li welatê ereban piştgiriya wan dike.”
‘Çete hovitiya xwe wekî serkeftinekî mezin didin nîşandan’
Zubeyir Aydar axaftina xwe wiha qedand: “Çeteyan hovtiya xwe ya li Helebê ya li ser du taxan, di ragihandina xwe de wekî serkeftinekî pir mezin didin nîşan. Lê ew bi salane li hemberî Îsraîl û gelek deveran têk çûn û nikarin bersiv bidin. Lê deverekî Kurdan girtine û xwe mezin dikin û dixwazin wê şikestina xwe ya li hemberî Îsraîl û hinek welatê din û ya cîhanê de, xwe mezin bidin nîşandan. Lazime em gorî vê bizanibin mijar çi ye û weke Kurd bi hemû rengê xwe amade bikin û amade ne jî. Em ê Rojava û gelê xwe jî biparêzin, di vî warî de çi tê ser milê me, em ê bikin aliyê diplomatîk, siyasî, aborî û leşkerî. Kes nikare Kurdan bîne asta berê, Kurd wê destkeftiyên xwe biparêzin û li herêmê bibin xwedî statu, hem Tirkiyê, Îranê, Îraqê û hem jî Sûriyê, giştî gelê Kurd vî warî de van êrişan bersiva wê bide, kî çi dibêjin bela bêjin.”






