Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser seferberiya giştî îlan kir

18/01/2026
in ROJEV
A A
Rêveberiya Xweser: Divê destûreke demokratîk a pirreng were avakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li dijî êrişên komên çete yên li ser herêmê seferberiya giştî îlan kir û ev bang kir ” Tev li cenga parastina rûmetê bibe.”

 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

’’Komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê ku lihevkirin binpê kiriye, ji duh sibeha heya wiha ji gelek aliyan ve êrişî hêzên me dikin. Tevî hemû hewldanên dîtina çareseriyên aştiyane û daxuyaniya niyeta qenc a vekişîna ji hin herêmên, lê Şamê li ser şer û vebijêrka leşkerî bi israr e.

Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku amade be, rêgeza xweparastinê esas bigire, li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibe, bajarên xwe biparêze û tev li cenga parastina rûmetê bibe.

Armanc ji van êrişan têkbirina xwişk û biratiyê ye ku bi xwîna keç û xortan pêş ketiye. Di heman demê derxistina fitne û tundiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, her wiha bi armanca hedefkirina pêkhateyên resen ên Sûriyeyê û ferzkirina yekrengî li ser pêkhateyên din e.

Em li pêşberî qonaxeke werçexrê ne; an em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn, an jî dê hemû cûryên zulm û heqaretê li ser me werin kirin. Li ser vê yekê em seferberiya giştî radighînin û bang li gelê xwe dikin ku bersiva vê bangê bide û piştgiriyê bide QSD û YPJ’ê.

Di serî de ciwan em bang li hemû beşên gelê xwe dikin ku çek rakin, li hemberî êrişên muhtemel li ser herêmên Cizîrê û Kobanê bisekinin. Divê em bizanibin ku em li pêşberî şerê hebûnê ne. Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe û nasnameya xwe biparêzin, yek vebijêrk heye ew jî berxwedana gel e.

Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrişên nemerdane li dora hêzên xwe kom bibe, hevgirtî be û amade be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.