Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îxwan El-Musilmîn şaxê Urdin, Lubnan û Misir ket lîsteya terorê ya Emerîkayê

18/01/2026
in CîHAN
A A
Îxwan El-Musilmîn şaxê Urdin, Lubnan û Misir ket lîsteya terorê ya Emerîkayê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Wezareta Xezîneya Emerîkayî ragihand ku bi hemahengiya li gel Wezareta Derve wan sê şaxên Îxwan El-Muslimîn xistine lîsteya rêxistinên terorîst û di heman demê de cezayên giran li ser wan ferz kir.

Rêveberiya Serokê Emerîkayê Donald Trump roja Sêşemê (13’ê Çileya 2026’an) sê şaxên Îxwan El- Muslimîn li Rojhilata Navîn wekî “rêxistinên terorîst” bi nav kir û li ser wan û endamên wan ceza fer kir.

Wezareta Xezîneyê û ya derve destnîşan kir ku tedbîrên hatin kirin li dijî şaxên Îxwan El-Musilmîn li Lubnan, Misir û Urdin, ji ber ku metrsiyên rasterast li ser Emerîkayê û berjewendiyê wê dike. Wezareta Derve şaxê Lubnanê wekî “rêxistineke terorîst a biyanî” raghand, ku ev destnîşankirina herî giran e û dabînkirina piştgiriya madî ji bo komê wekî “sûcekî” bi nav kir. Di heman çarçoveyê de Wezareta Xezîneya Emerîkayê şaxê Îxwan El-Musilmîn li Urdin û Misir wekî “rêxistinên terorîst ên cîhanî” bi nav kir ji ber piştgîrkirina wan ji bo Tevgera Hemasê.

Tê zanîn ku Tevgera Hamas rêxistineke çekdarî ya Îslamî ya Filistînî ye, ku li Elmaniya, Yekîtiya Ewropî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û welatên din wekî rêxistineke terorîst tê sinifandin.

Ev kom li gelek welatan qedexe ye, di nav wan de Îmaratên Erebî, Erebistana Siûdî û Urdin.

Dibe ku ev biryar hin welatan kêfxweş bike û yên din na

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Marco Rubio di daxuyaniyekê de got ku destnîşankirinên nû “Gavên yekem di hewildaneke berdewam de ji bo astengkirina kiryarên tundûtûjî û bêîstîqrariyê ku hemû şaxên Îxwan El-Muslimîn pêk tînin her deverê, tê nîşan dan. Lê zêde kir; ku Dewletên Yekbûyî wê hemû amûrên bedrest bi kar bîne ji bo ku van şaxan bê par bike ji çavkaniyên ku dihêle ew beşdarî terorê bibe anî piştgiriya wê bike.

Rojnameya Washington Post ragihand ku Rubio û Wezîrê Xezîneyê Scott Bisent sala borî, li gorî fermana rêveberiyê ya ku ji hêla Trump ve hatî îmzekirin, bi destnîşankirina rêbazên herî guncaw ji bo sepandina cezayan li ser van koman hatine erkdarkirin, ku desthilatdariya Emerîkî dibêje ku ew di kampanyayên tundûtûjî û bêîstîqrariyê de ku zirarê didin Dewletên Yekbûyî û herêmên din, beşdar in an jî piştgirî didin wan.

Rojnameyê ji Nathan Brown, profesorê zanistên siyasî û karûbarên navneteweyî li Zanîngeha George Washington, got ku hin hevalbendên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, di nav de Îmarat û Misir dê ji vê destnîşankirinê kêfxweş bibin. Wî zêde kir ku ji bo hikûmetên din ên ku kom tê de tê qebûl kirin, ev yek dê di têkiliyên dualî de bibe asteng, di nav de Qeter û Tirkiyê. Hikûmeta Qeterê jî her têkiliyek bi komê re înkar dike.

Berê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji destnîşankirina vê komê wekî rêxistineke terorîst dûr xistibû, di helwestekê de ku hate şîrove kirin ku naxwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bixe xeteriyê, ji ber meyla Îslamî ya serokê wê Receb Tayîp Erdogan û têkiliyên wî yên îdeolojîk bi Îxwan El-Muslimîn re.

Misir biryara Emerîkayê pêşwazî dike

Misir bi awayekî lez pêşwaziya biryara Emerîkayê kir, Wezareta wê ya derve di rêya daxuyaniyekê de got; “Komara Misirê ya Ereb raghandina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê rêxistina Îxwan El-Muslimîn wekî Teroreke cîhanî bi taybet, pêşwazî dike.” Di heman demê de wekî gavekê ku xeteriya van koman û îdyolijiya wê ya tundraw destnîşan dike, wesf kir.

Pêşwazîkirina Îmarat

Ji aliyê xwe ve jî Îmarata Erebî biryara Emerîkayê pêşwazî kir, ji ber hewildanên berdewam û sîstmatîk yên ku rêveberiya Trump pêk tîne, destnîşan dike ku armanc wê ew e ku kiryarên tundûtûjî û bêîstîqrariya ku ji hêla şaxên Îxwan El-Misilmîn ên terorîst ve li her deverê ku ew lê têne dîtin, werin astengkirin.

Urdin: Ev kom bi salan e bi awayekî yasayî hatiye helandin

Li Emanê, berdevkê hikûmetê Mihemed El-Momanî di daxuyaniyekê de got ku Îxwan El Musilmîn li Urdinê bi salan e bi awayekî qanûnî hatiye helandin, ev yek ji hêla biryara dadgehê ya 2020’an ve hatiye piştrast kirin û hemî çalakiyên wê di Nîsana 2025’an de hatine qedexekirin.

Di Nîsanê de, Urdinê qedexeya hemî çalakiyên Îxwan El-Musilmîn ragihand, nivîsgehên wê girtin, mal û milkên wê desteser kirin, komê bi hebûna çekan, hewldana çêkirina teqemenî û mûşekan û komploya ji bo bêîstîqrarkirina welêt tawanbar kir.

Rêxistina Îxwan El-Musilmîn li Lubnanê

Cewherê çalakiyên Îxwan El-Musilmîn li Lubnanê ji şaxên din li Misir û Urdinê cuda ye. Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Îxwan El-Musilmîn ên li Lubnanê (ku wekî Koma Îslamî jî tê zanîn) bi Hizbullahê re ji bo avêtina roketan li bakurê Îsraîlê hevrêzî kirine û bi hevrêzî bi Hamasê re jî êrişên din li ser Îsraîlê plan kirine.

Di Tîrmeha 2025’an de, artêşa Lubnanê kampeke perwerdehiya leşkerî ya veşartî hilweşand ku tê de çekdarên Îxwan El-Muslimîn li Lubnanê û Tevgera Hemasê jî hebûn.

Rêxistina Îxwan El-Musilmîn li Misir

Biryara Emerîkayê ya derbarê Îxwan El-Musilmîn li Misrê de ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê ve hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya Emerîkî, rêxistina Îxwan El-Musilmîn li Misrê girêdayî Hemasê ye, di rêya piştgiriya kiryarên tundûtûjî û terorê di heman demê de pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo çekdarên Hemasê re.

Li gorî daxuyaniyê, di i sala 2024’an de, Îxwan El-Muslimîn li Misirê bûn alîkar di rêxistinkirin û hêsankirina derbasbûna çekdaran ji Xezayê re bi hemahengiya Hemasê.

Rêxistina Îxwan El-Musilmîn li Urdin

Daxuyaniya Wezareta Xezîneya Emerîkayê destnîşan kir li ser biryara helandina rêxistina Îxwan El-Muslimîn li Urdinê di biryareke dadgehî sala 2020’an de, ku tevî vê yekê jî vê komê karê xwe bi awayekî ne qanûnî li Urdinê berdewam kir.

Li gorî daxuyaniyê hin çekdarên girêdayî rêxistinê çalakiyên terorîst li Urdinê pêk anîn, endamên Îxwan El-Muslimîn mekenîzmeyeke ji bo karê terorî li Urdinê ava kir, bi alîkariya hin aliyên derve, di nav de çêkirina mûşek û teqemeniyan herwiha tevlîkirina endaman di nava rêxostinê de. Endamên li Urdinê û derveyî welat ku girêdayî Rêxistina Îxwan El-Muslimîn in, yên ku bi awayekî fermî hatin hilandin bi berhevkirina pereyan bi rêyên neqanûnî ev kar hêsan kirin.

Di daxuyaniyê de, têkbirina planên terorî ji aliyê endamên girêdayî Îxwan El-Musilmîn ve li Urdinê di Nîsan û Gulana 2025’an de, gavên ku ji aliyê hikûmeta Urdinê ve ji bo qedexekirina tevahiya komê, di nav de sûcdarkirina komê, desteserkirina mal û milkên wê û girtina nivîsgehên wê hatine avêtin, hate nirxandin.

Encamên destnîşankirinê wiha ne:

Hemû milk û mafên rastîn yên girêdayî wan aliyên ku ketine lîsteya terorê de li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, mal û milkên ku ji hêla kesên ku hemwelatîbûna emerîkî hildigrin ve control dikin, têne cemidandin.

Kesên Emerîkî yên ku ceza li wan hatine kirin, beşdarîbûna wan ji bo karên aborî û muameleyên bazirganiyê hatin qedexekirin, di bin lêpirsîneke qanûnî de.

Her kesê ne-Emerîkî ku nûnertiya kesên ku ceza li ser wan hatin danîn, girêdayî van rêxistinan be an jî piştgriya wan ya darayî bike, qedexe ye ku bikeve Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.

Pêşkêşkirin, hewl dayîna dabînkirinê an komploya ji bo dabînkirina piştgiriya madî ji Îxwan El-Muslimîn re li Lubnanê sûc e.

Her saziyên ku ji sedî 50’î an jî zêdetir bi Îxwan El- Musilmîn ve girêdayî ne, têne cemidandin.

Bersivdayîna Îxwan El-Muslimîn li Misirê

Îxwan El-Muslimîn li Misrê “redkirina xwe ya kategorîk” a biryara Washingtonê ya destnîşankirina wê wekî rêxistineke terorîst nîşan da û tekez kir ku ew dev ji tundûtûjiyê berdide û ji bo Dewletên Yekbûyî ti gefê naxwe.

Di daxuyaniyek elktronîk de ku ji hêla komê ve hatî weşandin, wê îdia kir ku destnîşankirina Emerîkî li ser bingeha ti delîlên qanûnî yên pêbawer nîne û soz da ku hemû tedbîrên qanûnî bigire da ku pêkanîna vê biryarê rawestîne da ku mafên xwe û mafên hemî endamên xwe biparêze.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.