Ehmed Goyî
Xezêm bi dengekî hêdî û tirsonek, gazî min kir:
Edûl, Edûlê?
bi lez here xwe têxe nav qoça daran !!
heta min gazî te nekir dernekeve?
çavê min ji xewê venedibû, min nezanîbû ev dengê
Xezêmê’ye an ez xewna dibînim!!
Ji berku ew heft roj û heft şevbû bi aramî me xew nekiribû.
Dem havîn bu lê dîsa jî şev li çolê serma hebû,
Hêja şewqa tavê nedabû serê Çiyan,
Havîna zozanan rojê germ e, lê şevê sar e,
Hem ji serma û hem ji tirsa kuştina xwe
Û ya Zarokên xwe laşê min dilerizî.
keça min a yek salî li ber sîngê min ji lêdana dil û lerza
laşê min ji xew cinigî û çavê xwe vekir û girî!!
Girî û her girî
Û destê xwe li pêsîra min gerand
ji birça şîr li pistanên min nemabûn bimije!!
lê dîsa ji sebra wê pê dihat.
Min Çiçikê xwe bi lez xiste devê wê
de îda neqîre û deng neçe kesên li dora me.
Hingê pêsîra min da ber mirçan serê memikên min werimîn lê mêht û her mêht lê şîr nediçû devê wî, westîya û xewve çû, herdû zarokên min ên dî li ber hembêza Bapîrê xwebûn, bu hêstên zarokatîyê hay ji tiştekê nebûn
Lê dema li çavên me ên bêhêvî dinêrin ewan jî hîsdikir ku tiştekî xirab heye.
Ew heft roj bu me rê diajot em gihiştbûn herêma Duhokê , çiyayên rêl û daristanan em hembêz kiribûn,
Av û xwarina me jî qedîya bu. Gellek pîr û zarok ji tîn û birçan rêde miribûn.
Sê kesan jî ji geztina mar û dûvpişkan canê xwe ji dest dabûn. Min birç û êşa laşê xwe jibîr kiribû, ketibûm gomana zilamê xwe hêj 25 salî xortekî qeşeng bu, ew 6 sal bu em zewicîbun, em hêja ji hev têrnebîbûn
Me têr şevên sar germ nekiribûn
Me Ji bîhna hev têr eşq hilnekiribû, awirên wî ên germahî didan dilê min îda nebûn, lewma min sarbû dilerîzîm ji bêevînîyê ji bêxwedîtîyê, ji bêdewletîyê. sehkirina dengê hin mirovên biyanî bi hişyarkirina jinmama Xezêmê herkes bi aliyê daristanê çû, bitirs û bêdeng dimeşîyan min zanî ku ev ne xewn e ez dibînim, dengê Jinmama Xezêmê dîsa hat guhê min keçê ji tere dobêjim zû rabe serxwe. em ji Gundê Gobel, hin jin û zarok û pîremêr ketibûn ser rêyek ne diyar, ger em ji herêma Şingal dûrketiban, belê me nedizanî em kude herin, herkes bi tevî zarokên xwe bi alîyê bakur ve direvîyan , em tev ketin nav teraş û darên qoç guhê me ma ser derdora me, ez ketim nav xewn û xeyalan em ê bi kude herin û kîjan qewm dê me ji hovîtîya îslamê biparêz e , me dizanî
Kurdên bakur jî Misilman in, em ê çawa bawerî bi wan bînin, ev cara heftê û çaran bu misilmanan ferman sermede dianîn , bav û bapîrên me jî ji ber zilma Osmaniyan sala 1890 ji quntara çîyayê Cudî ji warê bavên xwe koçberî herêma Şungalê bîbûn, lê wextê ez zarok aqilê min qebûl nedikir gelo ma qey îslam ne dînekî semawî bu çawa mirovê ji xweda bawerbike mirovan dikuje , me jî hewar dikir Xwedayê hêz û mezin û Melekê Tawis li hewara me wer e, ji dûrve dengê hin mirovan dihat guhê me
Hingî diçû deng nêzîk dibûn, tirsa min gihişt bî astekî zêde 3 zarokên min hebûn ê mezin 5 salî bu, nedikarîn çîyan bimeşin mefera min her xezûrê min bu , temenî wî ji şêstî derbas bîbû dîsa her ew bû xwedanê min arîkarîya min dikir, em gihiştîn daristanê herkes cihê xwede mis bûbû, lê tirsa min ji ya hemû kesê zêdetir bu ji ber ku ez hêj pirr ciwan bûm, gewr û bedew bûm wek heçku bavê min dizanî ezê bilind û xweşik bim wekî Edûlê navê Edûla ZorTemer paşayê Milan li min kiribû ew 6 sal bû ez zewicî bum ez û zilamê xwe evîndarî hevbûn, min dizanî Misilman Jinên ciwan ji xwere dikirin carîye an jî bi peran diforotin pîr e kalên Ereban her ew tirs li bîra min bu lewma min kêrekî mezin kiribû çenteyê xwede
Heger ez bibînim ez ê dîl bêm girtin da ez xwe bikujim , ji ber ez nekevim destê erebên gemar min zûde biryara xwekuştina dabû, deng ji kesê nederdiket an min ji lêdana dilê xwe dengê kesê sehnekir , qederekê em wilo man sekinî, piştre nalîna jinekê li nav komên li pey me bilind bû, jineke pîr ji tîn û birçan nedikarî bimeşe,tu hal û taqeta wê nemabû, mêrê wê li ber serê wê rûniştibû û digirî, em hemû hêstîyar bûn û bêdeng digirîn bêçaretî çavê me hemûyan de xwiya bu, piştê nîv seetê Jina pîr canê xwe teslîmê Yezdan kiribû , me nedikarî mirîyên xwe bingor bikîn me gelek term li paş xwe hişt bûn, laşê wan bu xwarina teyr û lawirên dirinde
Ew dengê dora me her diçû nêzîkî me dibûn û ew kesên em ji dengê wan ditirsîyan em dîtibûn, û gazîyê me dikirîn, hevalno netirsin em Hêzên Paristina Gelin em Partiya Jarketin Kurdistan in. em li hewara we hatîn e , aram bibin ji me netirsin, me nan û av ji were anîye, em tev şaş mabûn, me Êzdîyan hêza pêşmerge nasdikrin û hêza kurdan didîtin ewan jî terka me kiribû, gelo ev kî ne? ewil me bawernekir , me bersiv nedan wan carek dî dîsa gazî me kirin , vê carê dengê Jinekê hat guhê me Jina gazî dike kurmancîyek xweş û safî xeberdida got em ji ber paistina we ji Qendîlê hatin e, navê min Awesta ye ji me netirsin me ji were xwarin û av anîye, vê carê me hemûyan baldarî gohtinên wî jinê guhdar kiribû, ji dengê jinê û bo navê wî Awesta em hinek aram bibûn xeberdana wê Ii me xweş hatibû , bandorakî bi bawerî li ser me hemûyan kiribû, deng û navê wî hêstekî Netewî li rûhê me hişyar kiribû, xeberdan û devoka wan gelekî li me xweş hat, aramî da bû me teva,
Hem dengê Awesta he jî derketina rojê laşê me germ dikir. Awesta bi bêtêla xwe gazî hevalê xwe dikir Zerdeşt Zerdeşt guhdar be em gihistîn cem hin xwişk û birayên xwe, navê wan Zerdeş û Awesta ji mere digotin xwişk û bira serê me tevlihev bîbû, gelo ev kîjan hêz in me navê tevgerekê li bakur sehkirbu li himberê Tirkiye têkoşîn dikin lê me ji nexwest bû em wan ji nêzîk ve nasbikîn û têkilîyê bi wan re dênîn, pirr caran zilamên me behs dikirin digotin hin xort û Keçên çekdar hatine vî çiyayê me, dixwazin bi mere têkilîyê pêkbînîn dibêjin em (Partiya karkerên Kurdistanîn) lê me nedixwest em wan nasbikîn ji ber ku me digot misilman hemû eynî ne neyarê Êzdîyatîyê ne, lê gelo heger ev mirovane ji gelê Êzdî hiznekiriban ê navê xwe Zerdeş û Awesta danîban ?? Gohtinên wan ên xwişk û biratî hêstên me hatin guherîn , lê roja rehetiyê gotinên wan li ba me cihnegirtbu, me guh nedabû wan,
Dîsa jî wan ji bo wê helwesta me a şaş û xelet terka me nekiribûn, em bi tenê nehiştîbûn, hewara me êzdîyan hatibûn, rondik dilop bi dilop ji çavên xezûrê min diketin erdê, û ji nav lêvên wî ev gotin derdiketin , digot Ey Yezdan ê dilovan we dengê me sehkir duayên me qebûl kirin wa hêza Zerdeştê Kal hewara me hat, aramî bi dilê me ket, me tev êş û jan û xema xwe ji bîr kir, Awesta û hevalên xwe gihistin cem me , em hemû yek bi yek hembêzkirin û em hêstîyarbûn rondik ji çavên me hemûyan rijîn ser axa pîroz.






