Egît Jiyan
Hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin gelan dikin qurbaniya bazara xwe ya qirej. Mirovatî li ber lingan çûye ne xema kesekî ye, tenê ji bo wan berjewandîyên wan ê takakesî bese. Li ser vê hişmendiya qirej gelê xwe jî dikin qurbana berjewendîyên xwe. Îro roj qeyranek pir giran ser tevahiya gelên Surîyê tê meşandin. Taybet dema mijar dibe gelên azadîxwaz û demoktatîk cîhan xwe bêdeng dike.
Îro li Suriyê qeyranek û pisgirêka azadiya gelan bi dijwar derdikeve ser dika cîhanê. Hemberê wê dijwariyê daxweza azadiya gelan hişmendiya zilamê desthilatdar dewletparêz wekî ku çareserî nîne, tenê zihniyetek heye ew jî şer, talan, komkujî û guhertîna demografîyê wekî ku tiştekî din nîne dide meşandin. Dema zihniyet û feraset bi vî şeklî be, şer û pevçûn hertim derdikeve pêşiya me û di encam de kerasetekî mîrovî derdikeve pêşiya me.
Çareseriya qeyrana civakî ya ku bi pençe qirkirinê re rû bu rû ma ye, azadiya gelan ancax bi paradigmaya Rêber Apo ku dide diyarkirin bi civaka exlaqî, polîtîk, ekolojîk, demokratîk, azadiya xwaziya jin dikare pêk were. Lê hişmendiya dewletparêz dij azadiya xweziya jinê ye. Ji ber wê jî hişmendiya ku jin wek îrade nabîne ne dikare ekolojîk be ne jî dikare demokratîk be. Ev hişmendiya dewletparêz, nijadperest, cihadîst wê tene wek talanker, qirkerê hov were binavkirin.
Hemberê netew û baweriya gelan, gelê Elewî û Durzî û taybetî li ser gelê Kurd komkujiyên pir dijwar tên meşandin, çeteyên ku digotin me Suriyê ji desthilatekî bi salan e rizgar kir. Mixabin ev qaşo Hûkumeta niha ti ferqa xwe ji yên berya xwe nîne û zihniyet û feraseta xwe hîn xiraptir e, desthilatdareke hov û nîjadperest e.
Kurdên ku bi sala li hemberê her cure êrîşan parastina xwe kirine û ti caran nehîştine ku bostek ax tekeve deste wan çeteyan, îro roj bi planek qirej qetlîyamek li ser gelê me yê berxwedêr û wek navê xwe Kelha Berxwedanê ye Şêx Meqsud û Eşrefîyê hate meşandin. Di destpêka êrîşan û heya dawî wek navê xwe hem gel û şervanên me li ber xwe dan û xwe feda kirin. Ji bo rûmet û keremata hebûna gelê Kurd. Hemberê berxwedanek wisa ku mirov rastî nikare ti pênaseya wî bike wek her care cîhan xwe ker û lal kir.
Şervan û zarokên wê axê gelê kurd hember her cure êrîşên xwe kirin mertalê zîndî û xwedî gelê xwe derketin û hemberê cîhana ku xwe bedeng kirîye gotin ku ;“Em telsîm nabin û emê heya dawî li ber xwe bîdin!!!”.
Ruxmê ku zanîbun derveyê canê xwe fedakirinê tiştekî din nîne. Gelo di kîjan dîroka gelan de girêdaniyek wisa hatîye jîyankirin ku gel û şervan bibin yek?
Belê tenê gelê ku ewqas êş kişandi be dikare ev berxwedaniya dîrokî raber bike. Li beramberê hişmendiya qirker bi serbilindî u canbexşane xwe fedayî azadiya gelê xwe dikin, ji neyarên xwe çong natevînin.






