Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ebdilmecîd Xelef da zanîn ku şanoya Rewşenbîr, şanoyeke komîdî- rexneyî girêdayî xebata rewşenbîrî ye û got, : “Di şanoyê de rewşenbîr komîteyên amadekar û xebata wan dinirxîne.”
Şanoya Rewşenbîr yek ji şanoyên Kurdî ye ku ji hêla Ebdulcebar Hebîb ve hatiye nivîsîn, ew nivîskarê wê ye û hem jî bi nivîskar Ebdilmecîd Xelef re bi erka lîstikvaniya wê dike. Ew berhemeke ya Dibistana Şano ya girêdayî Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ye ku di sala 2025’an de hatiye nivîsîn û pêşkêşkirin.
Bi dirêjahiya 40 deqeyan ev şano gelek mijaran ji temaşevanan re radixe ser dika şanoyê.
Derbarê şanoya Rewşenbîr de Ebdilmecîd Xelef ku yek ji lîstikvanê wê ye, ji rojnameya me re axivî.

‘Şanoyeke rexneyî- komîdî li ser xebata rewşenbîrî ye’
Ebdilmecîd Xelef da zanîn ku şanoya Rewşenbîr, şanoyeke komîdî- rexneyî girêdayî xebata rewşenbîrî ye û wiha bi lêv kir: “Şanoya Rewşenbîr di sala bûrî de, berî destpêkirina Festîvala Çandê- Beşa Çîrokê ya duyemîn bi du mehan li ser hate karkirin. Me bi dirêjahiya 25 rojan pirova çêkir, di wê festîvalê de jî cara yekem li Baxçê Xwendinê yê bajarê Qamişlo pêşkêş kir, tevî ku şert û mercên pêşkêşkirina şanoyê pêknehatibûn. Ev şano xebata sazî, yekîtî û kesên ku di qada rewşenbîrî de kar dikin, dinirxîne. Kêmasî û lawaziyên vê qadê derdixe û rexneyê dike. Armanc jê ew e ku rewşenbîr, saziyên rewşenbîrî û wêjevanan bi erkê xwe rabin û tişta ji wan tê xwestin pêkwere. Eger ev qad vala ba, wê hatiba gotin ku kes li qada rewşenbîrî tuneye, sazî, rewşenbîr û nivîskar hene, xebat jî heye, lê ne ew xebata pispor a ku tê xwestin e. Em doza xebata rewşenbîrî û rewşenbîrên bispor dikin, da ku xebateke bi serkeftî çêbibe, hem jî festîval û pêşbirk bi awayekî durist bi encam bibin. Nimûne em dibînin ku di festîvalên çîrokê de hin çîrok hene asta wan tuneye û bi ser dikevin û hin çîrok xwedî ast in û bi ser nakevin. Piştî salên ji xebata saziyên me yên rewşenbîrî, pêwîst e em bipirsin gelo divê em gavan ji bo pêşketinê bavêjin an jî em gavan bi paş ve bavêjin.”
‘Şanoya me, komîteyên amadadekar ên pêşbirk û festîvalan rexne dike’
Xelef diyar kir ku şanoya Rewşenbîr komîteyên amadekar û xebata wan dinirxîne û wiha got: “Yek ji mijarên vê şanoyê mijara komîteya amadekar a nirxandina berheman û pêşbirkên rewşenbîrî bû. Me di şanoyê de aniye ziman ku komîteyên amadekar bi erkê xwe ranabin weke ku tê xwestin, an jî ne pispor in di warê nirxandinê de. Diyardeyek heye ku komîteya nirxandinê kesayetan nas dikin û wan bi ser dixin, yan xweşik berheman nanirxînin an jî asta kesên di komîteyê de tuneye. Kesên rewşenbîr ên ku di mijara ku tê nirxandin de ne pispor bin, bila nekevin nav xebata komîteyê, gelo ev kesên wiha di wê komîteyê de çi dikin. Dema ku ji min were xwestin ku tevlî pêşbirk an festîvalekê bibim, nimûne eger mijar girêdayî dîrokê be, ez ê nekevim wê komîteyê ji ber ku ez ne dîroknas im. Lê eger komîteyek ji bo şano, çîrok an jî romanê hebe ez ê tevlî bibim ji ber ku ez dikarim xebateke wiha bikim. Divê kesên ku dikevin komîteyên amadekar û nirxandinê de divê şareza û jêhatî bin, eger ne wiha be wê ziyan bigihêjîne rewşenbîrên ku tevlî wê pêşbirk an festîvalê bûbne.”
‘Me rexneya ragihandinê jî kiriye’
Ebdilmecîd destnîşan kir ku di şanoya Rewşenbîr de rojnamevan hatine rexnekirin û wiha domand: “Di piraniya çalakiyên ku çêdibin de ji hêla hevalên me yê ragihandin ve hin astengî tên derxistin. Ew dibin sedem ku kesên cemawer xebata li ser dikeyên çalakiyan çêdibin, nebînin. Nimûne em bêjin dema ku ez tevlî xebateke rewşenbîrî dibim, çi şano be, çi semîner nêzî 8 rojnamevan dikievin pêşiya min, ne ez tiştekî dibînim û ne kesên mêvan jî tiştekî dibînin û di encamê de em tu sûdê wernagirin. Me ev mijar xist nava şanoya xwe de û me ev yek rexne kir. Gelo çima ev pirsgirêk derdikeve, pirsgirêk ji rojnamevanan e, yan ji saziya ku bi wê xwebatê rabûye. Em her tim weke Desteya Çandê dibêjin da ku çalakî bi rengekî serkeftî derbas bibe, bila rojnamevan li pişt mêvanan bisekinin û karê xwe yê rojnamegeriyê bikin yan jî li kêlekê bisekinin. Bi taybet dema ku şano tê pêşkêşkirin. Berî ku em şano pêşkêş dikin, li kur be em şert û mercan datîin ku divê rojnamevan nekeve pêşiya cemaweran, berî ku em li HRRK’ê şano pêşkêş bikin, me ev yek pêkanî. Rewşenbîr tevlî çalakiyan dibin, lê rojnamevan dibin asteng li pêşiya wan.”
‘Nivîskar û asta helbestê bûne mijarên şanoyê’
Şanoger û nivîskar Ebdilmecîd Xelef anî ziman ku nivîskar, rexnegirî û asta helbestê bûne mijarên şanoya Rewşenbîr û wiha bi dawî kir: “Di navbera nivîskar û rexnegiran de hin nakokî çêdibin, dema ku nirxandinek li ser berhemekê tê çêkirin û kesê rexnegir rexneya berhemekê dike, neqebûlkirin li cem nivîskarên me dibe bertek. Me ev mijar girtiye dest di şanoyê de, nerîna nivîskaran şaş e derbarê rexnevan, ji ber ku rexne dibe sedemek ji bo pêşketin û avakirina berhem û nivîskar, ev yek ne tiştekî bişerm e, lê belê xebateke pîroz e ji bo pêşketina wêjeyê. Mijara din jî li ser asta helbestê, li Rojavayê Kurdistanê asta helbesta Kurdî qels bûye, rast e ku hejmara nivîskaran û rêjeya çapê pir e, lê ya girîng asta berheman e. Li hemberî wê asta şaxên wêjeyê yên din lawaz e, gelo rêjeya romanan baş e? na, deqên şanoyê li gorî tên xwestin tên nivîsandin? Na, ji xwe lêkolîn ji kok ve tuneye. Li Rojava asta xwendinê li cem rewşenbîran tuneye, pêwîst em hemû rewşenbîr ji hêla xwe ve vê yekê çareser bike. Divê helbestvan romanê bixwînin, hem jî romannivîs helbestê bixwînin.”






