Lîloz Hisên/Tebqa
Şaredariya Gel a bajarokê El-Hemam a kantona Tebqayê, li gorî daxwazên şêniyan û bi armanca dabînkirina çavkaniyek avê ya sabît û baştirkirina rewşa xizmetguzariyê li gund, projeyek avakirina pompeke avê ya nû li gundê Ebû Receb pêk anî.
Wekî beşek ji hewildanên berdewam ji bo baştirkirina xizmetguzariyan û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên şêniyên herêmê, nivîsgeha avê ya Şaredariya Gel a El-Hemamê ya kantona Tebqayê projeyek sazkirina avê li dar xist û di mehkê de kar û xebat li ser hat kirin ji bo peydakirina avê ji zêdetirî 4000 malbatên vê deverê, piştî demek dirêj ji kêmbûna giran a gihîştina avê.
Astengiyên giran a peydakirina avê
Gundê Bû Receb berî pêkanîna projeyê xwe dispartin tankerên avê, ku di encamê de gelek malbat ji avê bê par diman, di heman demê de pirsgirêka qirêjî û bihabûna avê nedihat kirin çareser, ev yek jî bû sedema gelek giliyan. Gundê El-Bûreceb ji ber nehevsengiya gihîştina avê gelek astengî dikişand, aliyê başûr ji pompê gundê Ebû Qubayi dihat dabînkirin, lê aliyê bakur bi kêmbûna avê ya cidî re rû bi rû ma. Pirsgirêka avê di werzê havînê de pir xirab dibû. Bi sazkirina pompeke nû 4000 malbat gihaştin aveke paqij û bi rêxistinkirî, ku wê şert û merên wan yên rojane sivik bikin.
Çareserkirina pirsgirêkê
Pompeya nû dê demên li benda avê bi girîngî kêm bike, wê rê bide malbatan ku xwe bispêrin çavkaniyek sabît, ku dê bi vî rengî astengiyên rojane sivik bike, şert û mercên jiyanê yên sabît ji bo hemî şêniyan misoger bike.
Projeya sazkirina avê di destpêka kanûna sala 2025‘an hat destpêkirin, kar û xebatê wê mehekê dewam kir û di destpêka sala 2026‘an dest bi pompekirina avê kir.
Ev proje dê bibe alîkar ji bo hêsankirina peydakirina avê ji bo niştecihan û astengiyên rojane kêm bike, herwiha wê pirsgirêka avê ya ku ev demeke mezin êş jê dihat kişandin, çareser bike.
Aliyê teknîkî
Proje bi rêya danîna pompeyeke nû ji bo dabînkirina avê ji Çemê Firatê ve girêdayî ye, ku dê ji bo nêzîkî 4hezar malbatan avê peyda bike, nemaze li deverên ku di demên berê de ji kêmbûna giran a dabînkirina avê êş kişandine.
Ev yek bi sazkirina pompeke din a 180 hespî li stasyona pompekirina avê ya El Bûrcebê, digel danîna boriyeke avê ya nû ya 2800 metreyî û 6 înç, ku beşdarî baştirkirina pompkirina avê û baştirkirina aramiya wê li gundên sûdmend bû, pêk hat. Tîmên teknîkî yên nivîsgehê di heman demê de li ser sazkirin û girêdana burcên elktrîkê bi temamî xebitî.
Hate destnîşan kirin ku xeta avê bi beşdariyeje civakî ji gundiyan ve hatiye bicihkirin, di heman demê de pompe û aliyê teknînî ji hêla şaredariya bajarokê El-Hemam hat peydakirin û amadekirin. Di modelek ku hevkariya di navbera saziyên xizmetguzariyê û civaka herêmî de nîşan dide da ku li hember zehmetiyan serbikevin û asta xizmetguzariyên bingehîn baştir bikin.






